Îro salvegera wefata dilsoz û kedkarê zimanê Kurdî û muzîka wî hostekarê cimbişê, Aram Tîgran e. Hevala me Amara Guneş bi vê rasthatinê bi hevjîna wî Sirvart Melîkyan re peyivî. Em ji vê heveyvînê ji bo bibîranîna Aram Tîgran hin beşan berhev dikin. 

Wî helbesta Feqî Ey Dîlberê bi besteya xwe bê mirin kir, Bilbilo bi ruh û gewde kir, heta dawiya temenê xwe jî stran gotin. Tîgran qederê 500 besteyî çêkirin û bi zimanên Kurdî, Ermenîkî, Suryanî, Yewnanî, Erebî û Tirkî stran gotin; ew bêndereke zimanan bû.

Hevjîna wî ya 50 salan jiyana xwe pê re derbas kirî ji bo wî dibêje, ”Wî azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dît.Ew heta sax bû bi Kurdan re bû. Wî timî xwest li çanda Kurd zêde bike. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd hez ji wî kir.”

Bi rasthatina 8. salvegera wefata Aram Tîgran, de hevjîna wî Sirvart Melikyan, dibêje wî gelekî hez ji muzîk û çanda Kurdî dikir û  weha behsa wî dike: ”Aram Tîgran hunermendek e ku Kurd hez jê dikin û rêzê jî re digirin, lê ew hevjînê min bû jî 50 salan. Yên weke wî kêm tên ser rûyê erdê. Dilekî wî yê gelekî baş hebû. Wî azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dît.Ew heta sax bû bi Kurdan re bû. Wî timî xwest li çanda Kurd zêde bike. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd hez ji wî kir.” 


Wî bi muzîka xwe milet gihandin hev

Di dema qirkirina Xiristiyanan de ji malbata wan a Ermenî ji dê û bavê wî pê ve kes sax nafilite. Malbateke Kurd wan diparêze û bavê Tîgran wesiyeta ”stranên bi Kurdî bibêje” lê dike, wî jî li ser vê yekê tevahiya jiyana xwe girîngî bi dostaniya gelên Kurd û Ermenî da. Hevjîna wî Melikyan wiha behsa wî dike: ”Aram dixwest bi muzîka xwe peyama, gel ne dijminên hev in, bide. Wî timî digot, ‘Ez ê bi muzîka xwe nîşan bidin ku Ermenî û Kurd gelên bira ne. Ez bi muzîka xwe li dijî dijminên gelan têbikoşim. Bi cimbişa xwe ez jî dikarim tiştekî bikim.’ Bi ya min wî ev bi ser jî xist. Di navbera gelên Kurd û Ermenî de gelek dûrî hebû. Aram Tîgran bi muzîka xwe hewl da vê dûriyê bi muzîka xwe kêm bike. Wî bi tenê guh da dengê dilê xwe mirovahiyê.”


56 salên mişt muzîk

Dê û bavê Aram Tîgran piştî fermanê xwe disipêrin Qamişloyê. Aram 15´ê Çileyê 1934’an li Qamişlo ji dayik dibe. Bavê wî bi eslê xwe ji Sasonê ye, dayika wî jî ji Farqînê ye. Sirvart Melikyan jî li Qamişlo ji dayik bûye û ji Ermeniyên Xozatê ên Dêrsimê ye. Melîkiyan wiha behsa jiyana piştî zewaca xwe dike: ”Em bi hev re li sirgûnê jiyan. Ya ku em bi hev ve girê dan ew bû ku me barê sirgûniyê bi hev re hilgirt. Em mîna pelê ji darê weriyayî û li ber bê ketin. Her rojê em diçûn cihekî.”


Jiyana penaberiyê

Aram Tîgran hê di zarokatiyê de dest bi muzîkê dike. Melîkiyan Tîgran wiha qala vê yekê dike: ”Dê û bavê Aram digotin ‘Aram hê 4 salî bû radihişt sîtilê û lê dida’. Xalê Aram jî jê re ûdek kirî. Hê 6 salî dest bi bikaranîna ûdê kir. Dersên xwe yên destpêkê ji bavê xwe wergirtin. Aram dema bû 18 salî, li Qamişloyê hunermendekî naskirî bû.”

Aram Tîgran yekemîn konsera xwe ya profesyonel di 19 saliya xwe de (sala 1953´yan) di şeva Newrozê de da. Piştî bikaranîna ûdê, dest bi cimbişê kir û bi rengê gelêrî stranên Kurdî got. Aram Tîgran di sala 1966’an de tevî malbata xwe koçî Ermenîstanê kir. Li vê derê, li beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê xebitî. Heta sala 1984’an li radyoyê xebitî. Sala 1995’an ji welatê xwe derket û çû Ewrûpayê. Piştî demeke kurt li Atînayê bi cih bû.


Xewna Aram Amed bû

Aram Tîgran yekemcar sala 2006’an ji bo festîvalê diçe Amedê, ku ji bo Amedê digot ‘xewna min a sed salî’. Aram çû serdana cihê dê û bavê wî lê ji dayik bûyî.

Aram Tîgran albûma xwe ya 14. di 74 saliya xwe de temam kir. Bi sedan stranên Ermenî, Kurdî, Erebî û Tirkî amade kir. Berhemên wê hê jî ji aliyê bi dehan stranbêjên Kurd ve tên xwendin. Berhemên weke ‘Bilbilo, Dîlberê, Te Ez Kal kirim bi Ciwanî, Dîlber, Şev Çû, Dîyarbekir, Zimanê Kurdî, Ax Lê Eman’ hê jî weke stranên herî girîng di nava muzîka Kurdî de cih digirin.

Bavê sê zarokan Aram Tîgran roja 6’ê Tebaxê li Atînayê nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê mejiyê wî mir. 8’ê Tebaxê jî rehmet kir. Wesiyet kir ku li Amedê bê veşartin, lê belê dewleta Tirk nehişt. Li ser vê yekê li paytexta Belçîka Brukselê hate veşartin.


Heval wê wî bibin Amedê

Melîkiyan Tîgran dibêje, ”Ez zanim, wê heval wî bi vî rengî nehêlin û rojekê wê wî bibin Amedê.”

Di dawiya axaftina xwe de Sîrvart Melîkiyan dibêje, ”Min soz da Aram ku ez ê heta dawiya emrê xwe li ser şopa wî bim” û wiha dewam dike, ”Ez niha, bi şev û roj ji bo azadiya Serok Apo dua dikim. Eger Serok Apo li derve bûya, wê rewşa me gelekî cudatir bûya. Yê ku em li hev civandin, aliyê însanî û manewî yê Serok Apo ye.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN