Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama çalakî û şerê xweparastinê  yê 24 saetan ragihand. Li gorî vê, di encama şer û çalakiyên 24 saetên dawî de bi kêmanî 80 leşker û çete hatin kuştin, dîsa şervanek şehîd bû û 8 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya QSD’ê de weha tê gotin: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi piştgiriya hemû cûreyên teknîkê êriş kirin. Tevî ku agirbest jî hatiye ragihandin û hêzên me li gor biryarê tevdigerin disa jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahiya enîyan êrişên xwe domandin û nexasim kesên sivîl kirin hedef.

Tevî vê yekê jî li bereyên Dirbêsiyê û Ebû Rasên, bereya Serê Kaniyê û Til Temir û bereya navbera Girê Spî û Eyn Îsayê şerekî giran qewimî.

Di şer de 4 wesayîtên zirxî yên eskerî jî hatin îmhakirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN