Dadgeha Gel ji bo çareserkirina doz, gilî û pirsgirêkên din ên gel di nava hewldanan de ye. Dadgeha ku bi şêwazên aştiyane, bi riya pisporên di vî warî de û li gorî rêziknameyê tevdigere, hewl dide ku hemû pirsgirêkan çareser bike.

Di Dadgeha Gel a herêma Kobanê de 4 jin bi giştî 16 endam dixebitin. Dozên di salekê de hatine Dadgeha Gel a herêma Kobanê hezar in, ji vana 800 hatine çareserkirin. Lê dadgeh tu dozan beriya ku Komîteya Lihevanîn û Edaleta Civakî lêkolîn bike, qebûl nake. Eger ev komîte dozê çareser neke ji bo Dadgeha Gel tê şandin.
Girêdayî Dadgeha Gel 13 komîte hene û li ser taxên bajarê Kobanê û gundên herêmê hatine belavkirin. Erka van komîteyan ew e ku pirsgirêkan beriya ku bigihînin Dadgehê çareser bikin.
Derbarê şêwazê kar de Endamê Dadgehê Osman Hecî Osî diyar kir ku piştî dozek ji wan re tê li ser lêkolîn dikin û piştî hevdîtinên bi hemû aliyên dozê re, biryara Dadgehê herî zêde di 2 hefteyan de derdikeve.
Derbarê çawaniya derxistina hukmekî de jî Endamê Dadgeha Gel a herêma Kobanê Dadger Farûq Hinfo got ku hukum û biryarên ji dadgehê derdikevin bi erêkirina hemû endamên dadgehê çêdibe.
Hinfo da zanîn ku her tewambarek parêzerekî ji xwe re digire û kesê nikare parêzerekî ji xwe re bigire, dadgeh bi xwe parêzerekî ji wan re digire.

KOBANÊ