
Elo diyar kir ku dibistana yekemîn li rojavayê Kurdistanê li gundê Diraqliya ya girêdayî navçeya Şeraya Efrînê hatiye vekirin axaftian xwe wiha domand: “Piştre me 20 dibistanên din jî li seranserî herêmê vekirin." Elo diyar kir ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, wan di 33 dibistanên fermî de dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir û di demeke kin de SZK’ê karîbû ji bo hemû astan di 320 dibistanên fermî yê herêma Efrînê de perwedeya zimanê Kurdî berdewam bike.
Elo, her wiha eşkere kir ku Saziya wan heta roja îro li 2566 şagirtên zimanê Kurdî bawername belav kirine û 800 mamostejî ku 600 ji wan jin in ji bo perwedeya Dîrok, Erdnîgarî, Dîroka jinê û Toreya Kurdî, amade kirine. Elo, di dawiyê de wiha got: "Li herêma Efrînê 8 navendên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hatine avakirin, em amadekariyên vekirina Akademiya Zimanê Kurdî dikin, niha li ser sê astan nêzî 1000 şagirtî perwerdeya zimanê Kurdî berdewam dikin."
ANHA/EFRÎN
Li Rojava pîrozbahiyên cejnê
Li Rojavayê Kurdistanê yekem car bi şahiyên girseyî 15’ê Gulnê Roja Zimanê Kurdî hate pîrozkirin. Şahî li Qamişlo, Dêrik, Efrîn, Amûdê, Kobanê, Serêkaniyê û Tirbêsipiyê bi silogana “Şoreşa Rojava bi şoreşa zimên dê bi ser bikeve” bi beşdariya dehezaran kesî hate lidarxistin. Di şahiyan de jinên Kurd bi cilên xwe yên netewî roja ziman xemilandibûn.
Bi hezan kes ji hemû pêkhatiyên Qamişlo û gundên derdorê saet di 17.00’an de, berê xwe dan Meydana Şehîd Xebat a li Taxa Hilêliyê ku şahiya pîrozkirina 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdî tê de hate lidarxistin, jinên Kurd bi cilên xwe yên netewî qada şahiyê xemilandibûn. Di şahiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, Yekîtiya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî beşdar bûn.
Şahî bi rêzgirtinê destpê kir, piştre Koma Şehîd Rîhan gurzek stran pêşkêş kirin. Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Nesrîn Dogo axaftinek kir. Dogo, diyar kir ku gava herî bi lez di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêk hat şoreşa Zimanê Kurdî bû. Dogo, destnîşan kir ku di kongreya SZK’ê ya 2011’an de taybetmendiyek hebû ku gavên girîng ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hate avêtin û bandora şoreşa ziman li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî erênî hebû. Di dawiya axaftina xwe de Dogo spasiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfransa Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ku ji bo fêrbûna xwendekaran roleke sereke girtin û li kêleka SZK’ê seknîn kir.
Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Fatma Tahir axivî û diyar kir ku Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di demeke dîrokî de dijî. Tahir da zanîn ku rola ku SZK’ê di pêşxistina Zimanê Kurdî de hebû û bi taybet di xistina zimanê Kurdî di dibistanên fermî de. Tahir bal kişand ser biryarên mudîriyeta perwerdeyê ya Rêjîma Baasê ya girtina Dibistanan û bandora wê ya neyînî li ser zarokên Kurd. Di şahiyê de zaroka Kurd Gulan Agirî helbestek li ser Zimanê Kurdî pêşkêş kir, Her wiha Koma Botan stran û govendên xwe pêşkêş kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN