Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên Colemêrgê Adil Kurt û Esad Canan dawî bi ziyareta xwe ya Colemêrgê anîn. Demîrtaş û yên pê re herî dawiyê çû bajaroka Robaroka ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê. Rêvebirên BDP'ê yên bi konvoya ji 100 wesayîtan pêk dihat çûn gundên Navberojan û Musakanê ziyaret kir. Demîrtaş ji vê derê derbasî bajaroka Rûbarokê bû. Di dema gerê de leşkerên qereqola Bêsosinê konvoy rawestand û xwestin lêgerînê pêk bînin. Parlamenter dijî vê yekê derketin û gengeşî rû da. Piştî gengeşiyê konvoyê riya xwe dewam kir.

Werin vir bibînin 
Şêniyên gundê Navberojanê Demîrtaş û yên pê re bi alên PKK, Konfederaslîzm û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin. Demîrtaş li pêş yekîneya leşkerî xîtabî gel kir û ev tişt got: Yên ku pêkûtiyên li ser me nabînin, naxwazin bibînin bila kerem bikin werin vê derê. Bila şahidiya faşîzma li ser van xakan bikin. Ev gel çi dixwaze bila bên bibînin û piştre biaxivin. Yên li Stenbol û Enqereyê zirzopiyê dikin, yên bêy ku haya wan jê hebe li parlementoyê pirsgirêka Kurd nîqaş kirin vedixwînim vê derê. Heke li vî welatî li hemberî daxwaza azad jîna Kurdan nakin kes nikare derkeve û bibêje, 'pirsgirêka Kurd çareser bûye.' Li van xakan komkujiya Roboskê, girtinên di bin navê KCK'ê de pêk tên û helwesta bê cidiyet û bê exlaqî hatiye mehkumkirin.”

Kurd faşîzmê nasnakin 
Demîrtaş diyar kir ku gelê Kurd gelek caran diyar kiriye ku ew li Kurdistanê faşîzmeke wisa nas nakin û wiha axivî: “Ne tenê gelê Kurd divê dewletên Rojhilata Navîn jî vê vîna siyasî bibîne, nas bike û fêm bike. Dewletên ku Rêberên Gelê Kurd ên siyasî, pêşniyarên wan ên çareseriyê nas nakin dê hertim li hemberî çareseriyê bibin asteng, lew ew dewlet tu caran dê nekaribin vî gelî teslîm bigirin. Ji Mele Mustafa Barzanî heta Birêz Ocalan, ji Birêz Mesud Barzanî heta Celal Talabanî xewna hemû serokên Kurdan yekitiya gelê Kurd e. Tu polîtîkayên AKP'ê yên çareseriyê tune ye. Heke hebe yê herî piştgiriyê dê bideyê em bin. Divê Kurdên li gel AKP'ê eqlê xwe bînin serê xwe û bi helwesteke biwicdan û biexlaq divê li rex gelê xwe bin. Em ê van bangên xwe berdewam bikin. Ji ber ku Kurdên li rex AKP'ê hevkariya girtin û komkujiyan dikin. Ji bo bibe Kurdeke serbilind divê komkujiyan qebûl neke. Heke em dixwazin bi awayeke azad bijîn ji derveyî dest dana hev tu çareyeke me yê din nîn e.”
Demîrtaş anî ziman ku gelê Kurd êdî paşve gav navêje û wiha pê de çû: “Ji derveyî xwedê em ji kesekî natirsin. Em gelekî wisa nin. Em xwedî vîneke siyasî ne. Daxwazên me yên rewa hene. Em gihîştine wê astê ku êdî tu kes nekare me bin bixe. Heke siyasetmedarên Kurd û Tirk di çarçoveya rastiyan de polîtîkayan biafirînin dê çareserî jî pêş bikeve. Li hemberî vê faşîzmê ji derveyî berxwedanê tu riyên serkeftinê nîn in. Vî gelî ev yek baş dîtiye.” 

'Projeya AKP'ê ya çareseriyê heba meyê piştgirî bidayê'
Demîrtaş û yên pê re piştre derbasî gundê Mîsekana bûn û bi gel re hatin ba hev. Demîrtaş û yên pê re li vê derê jî bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş herî dawiyê li Rûbarokê xitabî gel kir û wiha pê de çû: “Heke hûn dixwazin tiştên tên jiyîn bibînin werin û gelê vê derê bibînin, vî gelê guhdar bikin. Hûnê rûyê şer jî û yê aştiyê jî li vê derê dê bibînin. Bila kes kesekî nexapîne. Niha di destê hikûmetê de ji bo aştiyê tu proje tune. Heke di destê AKP'ê de projeya aştiyê heba herî zêde me dê piştgirî bidayê. Ji ber me êşa herî mezin a şer jiyaye. Yê ku dixwaze azad bijî em in. Kes nikare îdia bike ku em dijî aştiyê ne.”

 DÎHA/COLEMÊRG