Daxuyaniya derbarê êrîşa Îranê de, li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) hate dayîn. KCD, BDP, HAK-PAR,  KADEP, OSP, TEVKURD, TDŞK, Komeleya Nûbihar, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan, DÎAYDER, GUNSÎAD, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Komeleya Mehelmiyan, Komeleya Sûryaniyan, Komeleya Ermeniyan, Odeya Bijîşkên Amedê, Dayikên Aştiyê, TZPKurdî, Komeleya Nivîskarên kurd, daxuyaniyek hevpar dan.
Daxuyanî ji aliyê Alîkarê Serokê Giştî yê KADEP’ê Lütfi Baksi ve hate xwendin. Baksi, bal kişand ku Îran ji 15’ê tîrmehê ve li hemberî gerîlayên PJAK’ê êrîşeke mezin û hovane pêk tîne û wiha got:
“Ev erîşen tund destnîşan dike ku armanc û mebest ruxandina destkeftinên kurdan e. Di heman demê de ev erîşa hovane ji bo desthilatdariya Kurdistana Federe jî êrîşbarî û xeterên xwe heye. Xuyaye ku Dewleta Îranê Herêma Kurdistan, PJAK û hemû destkeftinên kurdan hedef digre.”
Di daxwuyaniyê de hate bi bîr xistin ku di demeke ku li çar parçeyên Kurdistanê hêzên neteweyî hevkariyê û xebatên yekîtiyê pêk tînin de ev êrîş pêk tên û wiha berdewam kir: “Ev jî çavên neyarên kurdan ditirsîne. Ev dewletên dagirker li himberî dezgeh û destkeftinên miletê kurd çavsor dike. Ev kiryarên Îranê jî nîşan didin ku Îran ne tenê dijminahiya kurdan dike, ew li hemberî mirovatiyê jî sûcek mezin dike. Miletê kurd baweriyek xurt heye ku wexta ku hêzên gelê me yên netewekar û welatparêz digîhîn hevûdu dewletên êrîşker Sûrî, Komara Tirkiyeyê û Rejîma Îranê hevkarî dikin, li hemberî dezgeh û serkeftinên kurdan bi yekdengî êrîş dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) û hemû dezgehên demokrat û mirovperwer, hiqûqnas hat kirin û hat xwestin ku li hemberî êrîşên Îranê bêdeng nemînin û li hemberî Îranê zextan pêk bînin.

AMED




'Îran û Iraq li dijî PJAK'ê lijneyekê saz dikin'


Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayî ragihand ku di pêşerojeke nêz de, lijneyeke hevbeş ji bo çareserkirina kêşeya PJAK'ê, di nevbera Îran û Iraqê de wê pêk bê.
Danayî tekez kir ku peywendiyên her du welatan xurttir ji wê ye ku "PJAK bikaribe têk bide". Her wiha da zanîn ku "ji bo çareserkirina wê kêşeyê dibê her du welat bi hev re di hevkariyê de bin". Li ser wê mijarê ragihand ku "di vê demê de gavên girîng ji aliyê berpirsên Iraqê û Îranê hatine avîtin".

Hesen Dana her wiha got ku demeke nêz de jî wê komîteyeke hevbeş ji berpirsên payebilind ên her du welatan pêk bê ku tê de berpirsên payebilindên leşkerî jî amade bin.

BEXDA



‘Îran ji mayîna hêzên Amerîkayê dilteng nîne’


Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq Haşîmî ragihand ku Îran ji ber mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê piştî 2011ê aciz û dilteng nîne ji ber ku Amerîka û Iran di vê mîjarê de bi awayekî li hev dikin û Îran mezintirîn sûdmend bûye ji dagîrkirina Iraqê.  Tariq Haşîmî di daxuyaniyekê de derbarê helwestê Îranê bo mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê got; “Di siyaseta navdewletî de dost û dijminên daîmî nîne, heya bigire zimanê berjewendiyê rê û rêzikên yariyê, destnîşan dike. Eger Amerîka û Îran di çendîn dosyayan de dijî hevdu bin, di yek dosyayê de li hev dikin. Îran mezintirîn sûdmend bû di dagîrkirina Iraqê de çimkî bingeha nîra wê di axa Iraqê de hate damezrandin ku berê nediket xewna wê jî”.

BEXDA