Her ku diçe tevliheviya li Sûriyeyê aloztir dibe û her demekê komeke artêş bi navekî cuda xwe aşkera dike. Piştî ku gelek yekîneyên leşkerî bi navên cuda hatin avakirin ku piraniya wan komên İslamî yên radîkal in. Niha jî bi navê ‘Sedam Huseyin’ yekîneyek hate îlankirin. Di vê bêaramiya û tevliheviya li Sûriyeyê de çêbûye, her komek tê çend kesan li xwe dicivîne û bi daxuyaniyekê dîmenê xwe û daxuyaniya xwe li ser malpereke civakî diweşîne û bi wî rengî bi navên ecêb navê van komên xwe wekî yekîne û artêş aşkera dikin.
Li gorî hin raporên rêxistina çavdêriya mafê mirovan a navnetewî ne tenê rejîm lê hin endamên komên çekdar jî sûcên şer dikin û sivîlan bê dadgeh bidarvedikin.

Salihî li Sûriyeyê ye 

Ji aliyekî din ve wezîrê karê derve yê Îranê Alî Ekber Salihî li Şamê ye. Berî çend rojan Salihî piştî civîna çarqolî ya li Qahîreyê daxuyaniyên girîng dabû çapemeniyê. Wekî tê zanîn Îranê wekî hevkarê her nêz ê piştgiriya rejîma Esad dike tê zanîn û piştî civîna Qahîreyê gotibû ku ew dixwazin hêzên çavdêriyê ji Tirkiye, Siûdiye, Îran û Mirsê bişînin Sûriyeyê. Lê heta niha bersiva vê pêşinyara Salihî nehatiye û civîna çarqolî ji xwe bê biryar û bê lihevkirina li ser planekê bidawî bû.
Tê payîn ku hikûmeta Îranê bi vê serdana hin pêşinyarên nû ji rejîma Esad re jî bike û naveroka civîna çarqolî bi rayedarên hikûmeta Sûriyeyê re par vebike.
Li gorî nûçeyeke televizyona El Erebiye daye xuyakirin ku xuşka Beşar Esad ya ku hevserê wê Asif Şewket serfermandarê giştî yê ku di êrîşa li dijî avahiya ewlekariya neteweyî ya Şamê de hatibû kuştin de ji bo perwerdeya zarokên xwe çûye Dubey û ji rejîmê veqetyaye. Buşra Esad a 52 salî keça bi tenê ya Hafiz Esad e. 

ŞAM