11 dîlên azadiyê yên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê û 4 jê jî ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê bi tevahî 14 berxwedêrên ku nû tevli berxwedanê bûn der barê armanca xwe de name şandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku ew jiyaneke bê azadiya Ocalan û bê ziman tu caran qebûl nakin
Dîlên azadiyê yên PKK û PAJK’î ji bo şert û mercên rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wekî tenduristî, ewlehî û azadî bê bicihanîn û hemû astengiyên pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin di 12’ê Îlonê de li 6 girtîgehan 3’yemîn Berxwedana Zindanê hate destpêkirin. Berxwedêrên ku li girtîgehên Sîlîvrî û Sîncanê tên girtin di hucreyan de berxwedana xwe didomînin. Berxwedana dîlên azadiyê ket roja 37’an. Ev berxwedana dîlên azadiyê roj bi roj berfireh bû û herî dawî nêzî  deh hezar dîlên azadiyê yên di hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de tên girtin di roja 15’ê cotmehê tevli berxwedana dîrokî bûn. Ligel hemû dilên azadiyê di nava berxwedanê de ne jî hikûmeta AKP’ê û rayedarên dewletê bêdengî , kerbûn û korbûna xwe didomînin.
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dîlên azadiyê yên bi navê Ahmet Makas, Salih Akdogan, Cevher Ay, Huseyîn Orhan, Engîn Demîr, Mehmet Çoku, Nusret Saltan, Hasan Iraz, Celalettîn Gungen, Necdet Şan û Murat Îlhan. Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê jî Emîn Fîdanci, Murat Tursun, Recep Guler û Îlyas Efe. Li Girtîgeha Tipa F a Tekîrdagê jî Kahraman Alacak, Dilan Nargili, Omer Çagin, Mahsun Dimo, Selcan Avşar, Erkan Ozdemir, Mahsun Vukaya, Murat Ozturk û Omer Yildiz ketin gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. tevli berxwedana dîrokî bûn. Dîlên ku nû tevli berxwedanê bûn der barê armanca xwe de ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re name şandin.
Dîlên azadiyê di nameya xwe de diyar kirin ku ev 448 roj in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd jiyaneke bê azadiya Rêberê me û bê zimanê Kurdî qebûl nakin. Gelê Kurd ji bo vê yekê têdikoşin. Wekî ku me berê jî got nêzîkatiya hemberî Rêbertiya me nêzîktiya hemberî gelê me ye. Ev jî nêzîkatiya şer û aştiyê ye. AKP’ê helwseta xwe di aliyê şer de nîşan daye.” Dîlên azadiyê ragihandin ku heta Ocalan azad nebe ew dest ji berxwedana xwe bernadin. 

AMED/TOKAT




‘Divê berxwedan bibe pêgava raperînê’

Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî bal kişand ser greva birçîbûnê yê bêdem-dorneveger ya ku ev 37 rojin didome û diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyê. Însiyatîfê wiha got: “Ji bo 3’emîn berxwedana zindanên mezin bibe em bang li hemû kesî dikin ku bila tevli vê berxwedanê bibin û vê berxwedanê bikin hinceta raperînê.”
Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ku ji meşa dirêj ya Cenevre-Strasbourgê, greva birçûnê ya bêdem-dorneveger ya 52 rojan berdewam kir û pêşengiya çalakiya nobedariyê ku ji 25’ê hezîranê li ber Konseya Ewropayê hatiye destpêkirin, peyama piştevaniyê ji bo çalakiya girtîgehan weşand. Însiyatîfê berxwedana zindanan silav kir û diyar kir ku divê her kes xwedî li vê berxwedanê derkeve. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “AKP li hemberî daxwazên azadî û demokrasiyê yên Kurdan helwesteke faşîzan girtiye û pêvajoyê her diçe dixetimîne. AKP û Erdogan bi rastî Tirkiyeyê parçe dike. Ligel ku tevgera Kurd dibêje ‘nêzîkatiya li hemberî Ocalan li hemberî gelê Kurd e’ û ‘îmhaya li hemberî Ocalan pêk tê girêdayê polîtîkaya qirkirina civakî ye jî, polîtîkayên tecrîd û qirkirinê didome. Bêguman ev hilberîna nêzîkatiyeke taybete. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî birêz Ocalan, Kurd neçar kiriye ku helwesteke taybet bigire. Li çiyayan çalakiyên gerîla, li bajaran berxwedanên gel, li Ewropayê grevên birçîbûn û meş û her wiha li zindanan jî çalakiyên grevê mudaxaleyê pêvajoyê kiriye.”
Însiyatîfê di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand ku êdî rewşa dîlên azadiyê ber bi xeteriyê ve diçe û wiha berdewam kir: “Ev 37 roje li zindanên Tirkiye û li Kurdistanê bi sedan dîlên azadiyê ketine grevê. Ber bi sînorê mirinê hatine. Heta ku Ocalan şert û mercên wî yên azadiyê baş nebe çalakiya wan bi biryar didome. Ev berxwedana bi rûmet ya li zindanan dest pê kiriye bê guman heta azadiya Ocalan dê mayînde bimîne. Bi vê wesîleyê em bagn li hemû kesî dikin ku bila tevlî vê berxwedanê bibin.” 

ANF/STRASBOURG