
Ocalan Xweseriya Demokratîk a ku di 14’ê Tîrmehê de ji aliyê KCD’ê ve hatibû îlankirin jî nirxand: Ocalan wiha got: “Di rastiya xwe de Xweseriya Demokratîk di sala 2005’an de hatibû îlankirin. Ya girîng nava wê were tijîkirin, bê pratîkkirin e. Ji îlankirinê wêdetir pratîk girîng e. Heger nekeve pratîkê, îlankirina wê ne ewqasî girîng e. Divê êdî ji bo pratîkkirinê gav werin avêtin.”
‘Têkiliyya BDP’ê bi şîdetê re nîne’
Ocalan rexne li BDP’ê kir ku çima nikare xwe îfade bike û ev tişt gotin: “Ji BDP’ê re dibêjin ‘sînor bike navbera xwe û şîdetê’. Di vê mijarê de divê BDP’î bikaribin xwe îfade bikin. Dikarin bi hêsanî bibêjin çi têkiliya BDP’ê bi şîdetê re heye. Jixwe ku têkiliya wan bi şîdetê re hebûya, wê çekdar bûna. Tu têkiliya BDP’ê bi şîdetê re nîn e. Jixwe rewşa temsîliyeta BDP’ê ya ji bo PKK’ê û KCK’ê jî, nîn e. Di navbera wan de tu têkiliyeke wisa siyasî jî nîn e. Dikarin vê yekê aşkera bînin ziman. BDP dikare bibêje ‘em ne nûnerên siyasî ne, lê em dijberiya PKK’ê jî nakin.’ Dikarin bibêjin, vaye em li parlamentoyê ne, em hatine, em partiyeke demokratîk û sivîl in, em çareseriya demokratîk dixwazin, qanûnî, makeqanûnî, di vî warî de em amade ne ku rista xwe bicih bînin.”
Ocalan bal kişand ser rêxistinbûna KCD’ê jî û li ser vê mijarê ev tişt gotin: “Azerî, terekeme û ereb jî dikarin di nava KCD’ê de cî bigrin. Min berê jî gotibû. KCD bêhtir rêxistinbûna neteweya azad a Kurdan e. Wê xebatên xwe bidomînin.”
Ocalan destnîşan kir ku ya herî girîng, xebatên Bloka Demokratîk e û wiha pê de çû: “Divê zû de dest pê kiribana. Berpirsiyariya vê yekê fam nakin. Qê nivîsên min naxwînin? Qirik li min ziwa bû ji ber ez evqas ji vir qal dikim. Vaye xuya ye di çi rewşê de me, bênefes dimînim, bêhna min çikiya. Rewşa min tê meraqkirin, tê pirsîn. Dizanim ji hurmetê tê pirsîn û meraqkirin. Lê belê hurmet û rêzdarî karekî hişmendî û aqil e. Bi hişmendiyeke faşîst a nod salan a netewe-dewletê re, bi tu awayê din têkoşîn nayê kirin. Ewqas şovenîzm, faşîzm – dixuye ku çawa zêde dibe- wekî din serî pê re nayê derxistin. Faşîzma netewedewlet nayê dîtin qey? Ev feraset mafê jiyanê nade tu kesî. Me li hemberî vê yekê feraseta neteweya demokratîk bipêş xist. Ha ji we re dibêjin “yek, yek, yek ….” Em li hember vê ferasetê vana dibêjin.”
‘Hatiye fêmkirin ku ji CHP’ê tiştek dernakeve’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku sosyalîzmeke rastîn, rêveberiyeke durist, rêxistineke durist, bi yekitiya li hemberî vana dê pêk bê û wiha got: “Yên sosyalîst, demokrat, hawirdorparêz, femînîst, komên etnîkî, olî hemû dikarin tevli vê xebatê werin kirin. Divê ev deh sal berê pêk bihata. Min deh sal berê got. Me jê re Enî got, Tevgera Kedê got, Sîwan got-nav ne girîng e- heger wê demê pêk bihata, niha li dora sedî 20 dengên wê hebû. Hatiye fêmkirin ku ji CHP’ê tişt dernakeve. CHP’a Baykal jî 15 salan rê li ber vê yekê girt. CHP nikare nijadperestiya netewe-dewletî derbas bike. AKP mûhafazakarê teng e. Zihniyeta mûhafazakar jî nikare van pirsgirêkên reh berdane çareser bike. MHP ji xwe ji kokê de li dijî çareseriya demokratîk e.”
Ocalan da zanîn ku ji ber vê yekê xebatên Eniya Demokratîk gelekî girîng in û wiha berdewam kir: “Dikarin bi hemû derdorên sosyalîst re, bi demokratan re dest bi hevdîtinan bikin. Partiyên wekî ODP û hwd, kom dîsa dikarin hebûna xwe biparêzin, BDP jî wê hebûna xwe biparêze. Lê divê konekî ku di ser van hemûyan re hebe ne wisa? Dema ku baranê li wan da ew ê konekî, sîwaneke wan a ku xwe li bin bistrînin hebe. Bila mala her kesî cihê cihê hebe. Lê belê divê sîwaneke, baneke ku ser wan bigire hebe. Sîwan nînbe, ew ê çi bibe, di barana pêşîn de tu dê herî. Malên biçûk wê di barana pêşîn de herin. Dema ku yek bi yek tenê biçûk bimînin, ew ê li ber baranê here. Nikarin xwe biparêzin, wateya wê ya herî hêsan ev e. Ji ber wê ye bi salan e dibêjim sîwan. Divê mûtleq ev çêbibe. Di parêznameya xwe ya dawîn de min mijara neteweya demokratîk bi berfirehî nirxandiye. Hemû di wir de hene. Bawer im parêzname wê di demeke kin de bibe pirtûk û bigihîje ber destê her kesî.”
Dabaşkirina herêman
Ocalan bi bîr xist ku beriya niha ji bo ku Partiya Sîwan li herêman bi rêxistin bibe, meseleya xweseriyê gotiye û wiha pê de çû: “Divê Tirkiyeyê bikin 20-25 herêm. Hejmar ne ewqasî girîng e. 4-5 bajarên ku bi awayekî çandî, civakî, ekonomîk û taybetiyên xwe yên din dişibin hev, wê werin ba hev, di çarçoveya van taybetiyên xwe de, wê bibin herêmek. Ev ne tiştekî wisa bêhemdî hatiye gotin, ne tesadufî ye. Taybetiyeke xweser a çandî ya her herêmekê heye. Wekî mînak, Stenbol wê bibe herêmek, Trakya wê bibe yek. Ege, dikare bibe sê herêmên wekî bakûr, başûr û navîn. Deryaya Spî çend herêm, Anatoliya Navîn çend herêm, Konya wê bibe herêmek. Di navendê de Qeyserî û çend bajarên li dorê, wê bibe herêmek. Lewma jî ji bo vê yekê herem li gorî rewşa xwe ya cografîk, ekonomîk û civakî bibin herêm, ew ê çêtir be. Deryaya Reş wê bibe sê herêm. Bakûrê Kurdistanê wê bibe çend herêm. Dikare bibe 6-7 herêm.Wekî mînak Botan wê bibe herêmek. Dabeşkirina Tirkiyeyê ya bi ser 7 herêman ve ji rastiyê dûr e, têr jî nake. Çandeke gelekî dewlemend e, wisa bi 80 bajaran kar nameşe. Tiştê ku ez dibêjim, herêmên xweser wê li gorî taybetiyên xwe yên diyar werin ba hev û ji wan bajaran pêk were.”
Meclîsa Sîwan
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da zanîn ku meclis dikare xwe li cihî û herêmî bi rêxistin bike û wiha pê de çû: “Meclisa sîwan jî dikare were avakirin. Ji herêmên ku hejmara wan derdora 25’an e jî konferans têne lidarxistin û 400 delege tênê. Dibe ku 100 delege jî ji saziyên civakî yên sivîl, akademî, kesên aqilmend û rewşenbîran re were veqetandin. Bi vî awayî bi tevahî dibe 500 delege. Min berê jî ji bo kongreyê Formula 500, 100 û 25 gotibû. Serokatiya wan wek hevserokatiyê ye. Kabîneya herêmê ya 25 kesan dibe. Ez vê kabîneya herêmê pir girîng dibînim. Divê herî dereng heta meha cotmehê ev pêvajo temam bibe. Meclis jî di TBMM’yê de tê avakirin. Divê heta cotmehê temam bibe. Lewre dê di cotmehê de Meclis vebe, xebatên makeqanûnê çêbibin. Bi vî awayî dê beşdarî xebatên makeqanûnê bibin.”
‘AKP, CHP û MHP’ê hevkariya faşîst ava kir’
Ocalan da zanîn ku AKP-CHP û MHP’ê tifaqek faşîst ava kirine û belavok weşandine. Ocalan wiha got: “Dikarin li hemberî vê tifaqê belavokek amade bikin û li meclisê îlan bikin. Li hemberî vê tifaqê, di bin banê sîwana demokratîk de dikarin hemû kesan vexwînin tifaqa alternatîf. Dikarin eynî wiha bikin: “Li hemberî vê zihniyeta tekparêz, vederkirî, li ser bingeha welatê hevpar û feraseta neteweya hevpar hemû aliyên demokrat ên li welatê me, cudahiyên me yên ku dewlemendiya me ne, di bin banê Kongreya Neteweya Demokratîk de bînin ba hev.”
‘Em girîngiyê didin Asûrî-Sûryaniyan’
Ocalan, li ser girîngiya temsîliyeta kêmnetewan jî sekinî û wiha got: “Asûri-Suryanî jî ketine nav pergala Xweseriya Demokratîk. Em pir girîngî didin wan. Jixwe parlamenterekî wan jî çêbû. Divê ew jî di pêvajoya çareseriya demokratîk de cihê xwe bigrin. Ez nirxên wan dizanim û êş û mirinên wan ên ji ber felaketan dikşînin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Çandeke dîrokî û dewlemend in. Îro bi qasî hemû kesan pêdiviya Suryaniyan jî bi azadiyê heye. Pêdiviyek bi qasî nan û avê ye. Ne tenê ji bo wan; ji bo ermeniyan, heta çanda Helen jî dikare bi pergala Xweseriya Demokratîk cihê xwe bibîne. Ermenî jî dikarin di Kongreya Neteweya Demokratîk de cihê xwe bigrin. Li ser vî esasê ez wan bi rêzdarî silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim.”
Bîranîna Evrîm Demîr...
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bal kişand ser çalakiya Evrîm Demîr a 18 salî ku bi minasebeta salvegera 14’ê Tîrmehê çalakiya xweşewitandinê pêk anî. Ocalan anî ziman ku ew tu carî van çalakiyan rast nabîne û naxwaze êdî ev çalakî pêk bên. Ocalan, destnîşan kir ku ev çalakiyên bi vî rengî bandorek pir giran li ser wî dikin, pir pê diêşe. Ocalan, da zanîn ku Evrîm Demîr ji bo aştî û demokrasiyê xwe şewitandiye û çalakiya wê pir kûr û bi wate ye. Ocalan wiha got: „Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber çalakiya wê ditewînim. Ez li hemberî van çalakiyan xwe bê çare dibînim. Ez wateyek mezin didim vê çalakiyê. Divê ev qîmet qet neyên jibîrkirin. Lê ez rica dikim, bila calekiyên bi vî rengî pêk neynin. Heta niha zêdeyî 100 kesan agir berda bedena xwe. Di salvegera 15’ê Sibatê de jî 4 gerîlla bedena xwe dan ber agir. Behsa navê min jî kiribû. Ez li hemberî vê çalakiya wê ya mezin dieciqim. Divê li şûna van çalakiyan, bi fikrên xwe têkoşînê bidin. Xwestibû ku li cem Mustafa Malçok bê veşartin. Malçok jî 17 salî bû û çalakiya wî jî pir watedar bû. Divê ji bo herduyan bîrdariyek bê avakirin. Em têkoşina ji bo ku jin û jinên Kurd ji nava jiyana bi êş xelas bibin û wekî xwedavendan bijîn didin. Ez malbata wan silav dikim û sersaxiyê ji wan re dixwazim.“
‘Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo herêmê ye’
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, da zanîn ku madela Xweseriya Demokratîk ne tenê ji bo herêmê ye, ji bo hemû Tirkiyeyê derbasdar e. Ocalan, destnîşan kir ku ev model bingeha modernîteya demokratik e û wiha got: „Navê parêznameya min a dawî, Modernîteya Demokratîk bû. Wisa fikirîbûm. Ji Iraqê heta Afganistanê modernîteya kapîtalîst li ber çavan e. Modernîteya Kapîtalîst niha Anatoliya ji xwe re kiriye hedef û dixwaze wê tune bike. Şaxê Modernîteya Kapîtalîst, 3 ne. Netew-dewlet, kapîtalîzm û endustriyalîzm e. Li hemberî vê yekê, 3 şaxên modernîteya demokratîk jî hene. Ev jî li dijî netew-dewletê neteweya demokratîk, li dijî endustriyalizmê civaka ekolojîk û li dijî kapitalizmê jî piyaseya civakî. Min di parastina xwe ya dawî de cihekî fireh da van mijaran. Neteweya demokratîk yek ji şaxa Xweseriya Demokratîk e. Divê ev proje li ser hemû Tirkiyeyê bê bikaranîn.“
Rêberê PKK’ê Ocalan, helwesta Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî rexne kir û wiha pê de çû: „Divê niha rewşa heyî bê sistkirin. Birêz Serokwezîr dibêje ‘Bila çekan berdin, an jî tiştek nabe’. An nizane çi dibêje, an jî ne di ferqa gotina xwe de ye. Ez pir aşkera dibêjim, em bi salan e behsa berdana çekan dikin. Beriya ku ez bêm girtin, min di serdema Birêz Erbakan û serdema Ozal de jî heman tişt anî ziman. Yanî li hundir û derve ferq nake.“
Hevdîtin didomin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bal kişand ser hevdîtinên heyetê jî û da zanîn ku dîsa bi heyetê re hevdîtin pêk aniye û wiha bilêv kir: „Di vê pêvajoyê de ev hevdîtin girîng in. Vîna me ya em çekan bidin berdan heye. Ez pir aşkera dibêjim ji bilî min kes nikare çekan bide berdan. Ez vê mîsyonê nadim xwe. Her kes vê yekê dibîne û her kes dibêje. Heta dewlet jî vê yekê dibêje. Her kes dibêje dikare çekan bide berdan. Heyeta ku ez hevditinê pê re çêdikim, zane û xwedî raye ye. Ew jî vê yekê dibêjin. Rastî çi be ez dixwazim li gorî rastiyê tevbigerim. Ez bang li Birêz Serokwezîr dikim. Ji bo bikaribim rolê xwe bilîzim, divê şert û mercan ava bike.“
Ger ku Serokwezîr bang bike...
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, da zanîn ku ger rê li pêşiya wî bê vekirin û şert û merc bên avakirin, çi rol bikeve ser milê wî, dê bike. Ocalan, wiha got: „Ne ji ber ku ez li Îmraliyê me dibêjim. Ez li derve bim jî dê bêjim. Ez li derve bim jî hundir bim jî divê rê li pêşiya min bê vekirin. Min berê jî gotibû divê meclis li ser vê yekê biryarê bigire. Ger ku pêwîst be meclis dikare bi lezgînî kom bibe û biryarê bigire. Serokwezîr dikare bêje ‘Em bawer dikin ku ev pirsgirêk bi çekan nayê çareserkirin. Dê bi diyalogê bê çareserkirin.’ û bang bike.“
Rêberê PKK’ê Ocalan, da zanîn ku ger amûran nedin destê wî û rê li pêşiya wî neyê vekirin, nikare bibe alîkar û wiha axivî: „Di destê min de lampeya sêhrê ya Eladîn tuneye. Ez dîsa dibêjm ji bo ez peywira xwe bicih bînim, divê şert bên avakirin.“
Ocalan, pirsa „Ger şert û merc neyên amadekirin dê çi bibe? pirsî û wiha got: „Ger ku pirsgirêk di aloziyê de bê hiştin, rêyên demokratîk neyên avakirin, şert neyên amadekirin, mixabin dê pevçûn bidomin. Ez li hemberî windahiyên gerîlla, leşker û polîsan tevan xemgîn dibim. Agirê ku leşker û gerîla dikuje, heman agir e. Niha bûyera Farqînê, li ber çavan e.“
‘Mînaka Zîndana Bastîlê’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku ger pêşî li vê yekê neyê girtin, dibe sibê dusib bûyerên 10 qat mezintir jî pêk bên û wiha berdewam kir: „Dibe ku tenê li çoltarê pevçûn dernekeve. Her wiha dê li bajaran jî bûyer derkevin. Gel dikare wekî ku li Parîsê çawa meşiyan zindana Bastilê, li Amedê jî bimeşin girtîgeha Amedê. Çalakiya Evrîm Demîr, çirûskeke agir e. Ev yek dikare bibe pêt û her derê bişewitîne. Ez vê yekê nabêjim, PKK dibêje. Dibêje amadekariya gerîlla ya ji bo şoreşa gel heye.“
‘Em li dijî têgihiştina tekparêz in’
Ocalan hişyarî ji bo rayagiştî ya Tirkiyeyê kir û wiha got: “Em vê yekê pir aşkera û zelal dibêjin. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê vê bizanibe. Em cudakar nîn in. Em li dijî zihniyeta tekparêz in. Em tu carî cudakariyê nakin, yekitiyê dixwazin. Îtîraza me ji yekitiya welat re nîn e, em welatê hevpar dixwazin. Îtîraza me ji yekitiya neteweyî re jî tuneye, lê em dibêjin; bila li ser esasê neteweya demokratîk be.
‘Mafê berxwedanê mafekî rewa ye’
Ocalan diyar kir ku divê gelê Kurd jî, çareseriya makeqanûna demokratîk biçûk nebîne û wiha got: “Ev girîng e. Ji bo çareseriya makeqanûna demokratîk, divê bi lezgînî amadekarî werin kirin. Ger çareseriya makeqanûna demokratîk çênebe, mafê gel ê berxwedanê heye. Mafê berxwedanê, mafekî rewa û makeqanûnî ye. Ez nikarim pêşî li mafê berxwedanê yê gel bigirim. Tu kes nikare mafê gel ê berxwedana rewa ji dest bistîne.”
‘Divê hevdîtinên di nava hikûmetê û BDP’ê de bidomin’
Ocalan anî ziman ku divê hevdîtinên di navbera hikûmetê û BDP’ê de berdewam bikin û wiha pê de çû: “Hikûmet hat avakirin, êdî niha amadekariyên xwe jî kirine. Protokolên min ên du rûpelî min nivîsîbûn, girîng in. Ev protokol, bi giştî metnên me bi dewletê re li ser wan li hev kirine ne. Di çarçoveya van protokolan de dikarin bi hikûmetê re hevdîtinan pêk bînin. Gotin bila hilbijarin çêbin, em sekinîn, gotin hikûmet tune ye, em li bendê man. Lê êdî hikûmet hat damezrandin. Divê nêzîkahiyek derkeve holê. Hikûmet ji bo van protokolan dikare nêzîkahiya xwe diyar bike. Çawa nêzîk dibin, dê çi bikin? Divê hikûmet netirse. Min ev protokol li vir pêşkêşî dewletê kirin. Dewlet jî van pêşniyaran red nake. Hikûmet kîjan ji vana qebûl dike, der barê kîjan de fikarên wê hene, kêmasî hebin tên temamkirin, zêdetir hebin tên derxistin. Dikarin wiha li hev bikin.”
Ji bo vegera meclîsê mutabaqat
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinên xwe yên der barê van hevdîtinan de wiha domand: “Di mijara din de jî, yanî di mijara vegera meclisê de, dikarin li ser mutabakata hevpar li hev bikin. Hevokek wiha dikare bibe mutabakat: ‘Rewşa parlamenterên girtî, pirsgirêkek demokrasiyê ye, çareseriya wê jî siyasî ye. Em vê pirsgirêkê, dikarin bi hev re bi guherîna makeqanûn û qanûnan çareser bikin.’ Dikare wiha were formulekirin. Rewşa Hatîp Dîcle jî, dikare li Amedê bi hilbijartinek navberê were çareserkirin.”
Ocalan di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Di serî de Dayikên Aştiyê, ji hemû kesan re silavên xwe dişînim. Ji gelê me yê li Xelat, Tetwan, Norşîn û Amadê re silavên xwe dişînim.”
ANF/STENBOL