Li ser navê saziyên parezvanên mafên mirovan daxuyaniya hevbeş ji aliyê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ve hate xwendin. Turkdogan, anî ziman ku ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin bi 10 hezaran ciwan hatine kuştin û hêj ev rastî nehatiye famkirin. 

‘Hewldanên lîncê didomin’

Turkdogan, anî ziman ku piştî bûyera li navçeya Farqînê 20 ciwan hatin kuştin, li Tirkiyeyê bûyerê lîncê dest pê kir û wiha got: „Di navbera 14’î Tîrmehê û 28’îe tîrmehê de li dijî Kurdan êrîşa lîncê hate destpêkirin. Berpirsiyarê vê yekê siyasetmedar û medya ye. Ji ber ku siyaseta îxtîdar bi gotinên xwe yên tundiyê diparêze êrîş zêde bûn. Li şûna ku zimanê aştiyê bikar bine zimanê tundiyê bikar tîne. Ev rê li pêşiya aştiyê digire.“
Turkdogan, anî ziman ku şert û mercên çareseriya pirsgirêka Kurd ji her temê bêtir ava bûye, lê piştî bûyera Farqînê kesên ku dixwazin pêvajoyê aloz bikin rê li pêşiya van çareseriyan digirin. Turkdogan xwest êdî medya û siyaseta serdest dest ji vî zimanê xwe berde û xwest her kes ji bo aştiya civakî tev bigere.

ENQERE