Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan nêzî salekê li pey xwe hişt û hîna jî tu agahî jê nayê standin. Bi vê boneyê li her derê cîhanê nerazîbunên Kurdan, rewşenbîr û siyasetmendaran her ku diçe zêde dibe. Li Herêma Federal a Kurdistanê jî her ku diçe nerazîbunên hember tecrîda girankiri a li ser Abdullah Ocalan zêde dibe. Rewşenbîr û Mamostayê Zankoya Selahedîn a li herêma Federal a başûrê Kurdistanê Dr. Kamuran Mentik nêrînên xwe yên derbarê tecrîda girankiri ya ser Ocalan û pêşketinên dawî yên herêma rojavayê Kurdistanê û rola başurê Kurdistanê ji bo rojava anî ziman. Mentik, li ser rewşa Ocalan wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan nûnertiya meseleyek rewa dike. Ev mesele ji rizgarkirina neteweyeke. Dema mesele rewa be û tu rêberê wê netewê bini li zindanê tecrît biki û ji hemu mafên mirovî durbixî. Ev tê wê wateyê ku dewleta Tirkiyeyê li gel xwe rastgo nîne. Divê dewleta Tirkiyeyê pêşiya hemû tiştî li gel Ocalan diyalog pêkbîne, ji ber ku dewleta Tirk bê Ocalan nekare tu gavan li bakurê Kurdistanê bavêje.” Mentik balkişan li ser siyaseta niha ya hukmeta AKP’ê jî û wiha berdewam kir: "Fikra berê ya kemalîzmê dinava Osmaniyan de çawa bû niha heman fikir û îdeoloji li Tirkiyê hukmê xwe dike. Ji bo wê niha serdema em têde serdema bihevre jiyankirinê ye, ji ber wê divê dewleta Tirk li gel Ocalan rûne ji ber ku bê Ocalan li Tirkiyeyê tu gav nayê avêtin û divê tecrîd were rakirin û li gorî yasayên mafê mirovan nêzî birêz Ocalan bibin."
'Duyemîn parçeya Kurdistan jî li ber rizgariyê ye'
Dr. Kamuran Mentik pêşketinên dawî yên li rojavayê Kurdistanê di qewimin jî anî ziman û wiha pêde çû: "Yekem parçe ku rizgar bû başûrê Kurdistanê bû. Niha jî duyemîn parçeya Kurdistan rizgar dibe. Li Rojava bêyî ku Kurd xwe bixin nava şer de hewl didin bi awayeke aştiyane herêmên xwe rizgar bikin û xwe rêve bibin. Li rojavayê Kurdistanê meseleya Kurd bi pêketinekê xêra re rubiruye, ji bo wê daxwaza me ewe yekrêzî û yekitiya dinava Kurdan de berdewamî be û pêwîste bandoriya başûrê Kurdistanê ku di salên 91’an de jiyankiri ew ji şerê birakuji bu li ser Rojava çênebe, li hember vê Kurd wê ji xwere bikin ezmun û bi hevre karbikin.” Mentik da zanîn ku li Rojavayê Kurdistan çi kêşe çêbibin pêwîste gelê wêderê bi xwe çareser bike, wiha lê zêde kir: "Geşedanên li Rojava çêdibin tenê peywendiya xwe bi herêma Kurdistanê ve nîne. Ev geşedan, dê bandoriyeke mezin li ser Rojhilata Navîn bike. Bi taybet jî ji bo me duwemin parçeya Kurdistanê rizgarbune, evjî tê wê wateyê ji çar parçeyan du parçe Kurdistan rizgar dibe. Ji bo wê wê ev parçe bandora xwe li parçeyên Tirkiyeyê û Îran jî bike." Mentik got dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe hewl dide nakoki bixe nava Kurdan, çawa salên 91’ê de şerê birakuji çêbu xwesteka niha ya Tirkiyê disan ew e.
Dr. Kamuran Mentik li ser petrola ji hêrama Federal a Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê tê rêkirin ji nêrîn xwe anî ziman û wiha got “Li gorî min Kurdistan di aliyê aborî de buye paşkoyek ji bo dewleta Tirkye, qasî ku dewleta Tirk sud ji aboriya Kurdistana başûr digre, ewqas Kurd jê sud nagrin.” Mentik got aliyê aborî xalekî pozitive, divê ev jî ji bo tu li gel berjewnedi rêkbixi bibe hengawek pozitivî ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe. Mentik axaftinên xwe yên dawî de got dema pêşketinek li bakur çêdibe dewleta Tirkiyeyê başûrê Kurdistanê dixe dewrê û dixwaze li hember çareseriya pirsgirêka Kurd astengiyan çêbike.
DÎHA/HEWLER