Savaş destnîşan kir ku hevserê wê ji aliyê HPG'iyan ve hatiye revandin û ew bi telefona Wezerata Perwerdehiyê ya Neteweyî agahdar bûye. Savaş bang li Wezareta Perwerdehiyê û Serokwezîrtiyê kir. Savaş wiha got: "Ez bang li hem wezaret hem jî Serokwezîr dikim ji bo hevserê min bê dîtin bikevin nava hewldanan. heke hûn me difikirin tiştekî ku zirarê bide wan nekin." Savaş bang li HPG'ê jî kir û got ew hevserê xwe bi slimatî dixwaze. Di rojên pêş de tê texmînkirin ku malbatên mamosteyan li ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bidin.

Serokê Egîtîm Sen a Colemêrgê Hîlmî Tansu, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Tansu diyar kir ku ji ber ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de siyasetmedar berpirsyariyên xwe bi cih nayne fatura careke din ji welatiyan re tê derxistin û xwest rayedar berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Tansu destnîşan kir ku divê êdî ji bo êş û rondikên çavan bi dawî bibin gav bên avêtin. Tansu da zanîn ku di rewşa neçareseriyê sivîl zirarê dibînin û xwest mamosteyên ku hatine binçavkirin bêne berdan. 

AMED