Pirtûka Çinara Min a Musa Anter bi çapa 2’emîn ji Weşanxaneya Aramê derket. Zanyar û nivîskarê Kurd Musa Anter (Apê Musa) di 19’emîn sala kuştina xwe de bi 2’emîn çapa pirtûka ‘Çinara min’ ji nû ve hate bibîranîn. Musa anter di vê pirtuka xwe de herî zêde cih dide mijarên Mîlîtana biratiya gelê Kurd û tirk û serpêhatyên xwe. Apê Mûsa bi pisporê qerfan û rojnamevaniya xwe xwendevanên xwe li cîhana xwe digerîne. Çîrokên Apê Musa yên ku li erdnigariya Rojhelata Navîn de hatine jiyandin û dinav gûl û çekan de weke mijar tê bikaranîn. Apê Musa van mijara bi kêf , coşekî dide xwendevanên xwe û Behra Marmarayê û Gola Wanê, Uludag û Çiyayê Cûdî dike wek hev. Pirtûka ‘Çinara min’ bi pêyva ‘Evîn’ ê destpê dike û mirov li ser evînê kûr dike. ‘Çinara min’ ji meselokên Apê Musa yên ku salên 92-93’an de vegotiye pê tê û her wekî din ji Yaşar Kemal heta Suleyman Demîrel weke leheng di pirtûkê de cihê xwe girtiye. Pirtûk ji 67 çîrok û bîranînan pêk tê û xwedewan dema ku bixwînin dê biçin dîroka ku çîrok lê qewimiye.
Pirtûka ‘Çinara min’ a ku ji Weşanxaneya Aramê derket ji 121 rûpelan pêk tê û li benda xwendina xwendevanê xwe ye.
DÎHA/AMED