Koordînasyon bi daxuyaniyeke nivîskî bal kîşandin ser gerîlayên ku di encama êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku ev gerîlayên ku jiyan xwe ji dest dane demek dirêje ku di nava têkoşîna azadiyê de kedek mezin dane û pêşengên milîtaniyê.
Daxuyanî wiha dom kir: “Gerilayên me yên wek Çîçek Kiçî, Rozerîn, Dîcle, Nazlican, Rûstem Cûdî û Alîşêr di encama operasyona hewayî ya li Xakurkê de jiyan xwe ji dest dan û gerilayê HPG’ê yê bi navê Baz Mordem operasyona Katoyê û her wiha dîsa yên ku di çalakiya Çelê de Viyan, Egît, Ruhat, Serdar jiyan xwe ji destda de em di kesayetiya van de hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin. Sersaxî ji malbat û hemû gelên Kurd re dixwazin.”
Di daxuyaniya xwe de diyar kir ku AKP’ê konsepta xwe ya înkar û îmhayê didomîne û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Di destpêkê de Rêbertiya me, Tevgera me û li hemberî gelê me komploya duyemîn a înkar û îmhayê didome û AKP dixwaze kurdan tasfiye bike. Hevdîtina bi Rêberê me re hat qutkirin. Ev sê mehe hevdîtin nayên kirin dixwazin berxwedana Rêbertiya me bişkînin. Hevdîtina ku bi birayê Rêbertiya me Mehmet Ocalan kirî de da diyar kirin ku divê li hemberî konsepta nû ‘ger ku deh sal bê jî hevdîtinê pêkneyê, lê jî ez ji rastiyê venagerim û tu caran pêngavê paşde navêjim.’ Bi vî awayî helwesta xwe nîşandaye.”
Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku ev helwest ji aliyê Tevger û gelê me ve wê 40 sal in didomin, lê li hemberî hemû êrîşan emê bêtir bi riheke berxwedêr xwedî lê derbikevîn û têkoşîna xwe xûrt bikin.

Di daxuyaniyê de tê bilêv kirin ku Çîçek Kiçî bi sekna xwe ya îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî ve berdewama xeta Berîtan û Zîlan bû û wiha hate gotin: “Rêhevalê me Rozerîn fermandar û pêşengekî têkoşîna azadiyê jinê ku di jiyana xwe têkoşînê de xwedî kedeke mezin e û di şexsê xwe de jiyana 24 saetan ya bi Serokatî re û ji bo ku di hemû qadên jiyanê de vê pêk bîne. Hevalên me Dîcle, Nazlican û Amara ji bo têkoşîna azadiyê ked û xebateke mezin dane û bi têkoşîna xwe ya berxweder ve mîlîtaniya jinê di şexsê xwe de nîşan dane û di dîrokê de cihê xwe girtine.” Daxuyanî wiha dom kir: “Rêheval Rustem Cûdî di jiyana xwe ya têkoşînê de li hember îxanet û komployan sekneke îdeolojîk û rêxistinî ve bûye xwedî sekneke pêşengî. Ji bo ku paradîgmaya serokatî bikeve jiyanê û ji bo ku sekna mîlîtanî pêşbikeve gelek ked û xebatên mezin daye. Bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk ve di gîhandin û perwerdeya hezaran kadroyan de roleke girîng lîstiye. Rêheval Alîşêr jî di gelek qadên têkoşînê de cih girtiye û di riya serkeftinê de xwe feda kiriye. Rêheval Alîşer li ser xeta berxwedêr ya Seyît Riza û Alîşêr û li ser esasê mîlîtaniya Apocî bûye berdewamkarê xeta serkeftinê. Rêheval Baz Mordem li hember konsepta komploya navneteweyî ku îxanet û teslîmiyet dihat ferzkirin têkoşîneke mezin da.” Di dawiyê de wiha hat gotin: “Wekî Tevgera Azadiya Jinê emê ji bo bîranîna van rêhevalan ku di riya heqîqet û azadiyê de dimeşiyan û ji bo ku meşa xwe ya azadiyê serbixin em soza pêşxistina têkoşînê didin û soza xwe careke din nû dikin. Em bang li jinên kurd û ciwanan dikin ku bila hemû gelê me van şehîd û qehremanên pêşeng xwedî derkevin.” 

ANF/QENDÎL