Hevserokê GIŞTÎ yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe de geşedanên dawî nirxand. Demîrtaş, li ser erdheja Wanê û operasyonên leşkerî yên dawî rawestiya. Demîrtaş, ji xizmên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifa xwest. Demîrtaş, anî ziman ku di mehên dawî de tenê karê wan tev li cenazeyên tevahî bibin e û ev yek rewşa Tirkiyeye li ber çavan radixe.
Demîrtaş, anî ziman ku ev êşên civakî yên karesatê her kesî pir diêşîne û êşên gelek mezin in. Demîrdaş, da zanîn ku gelek hevalên wan bûne şahidê vê êşa mezin û vê êşa mezin bandora xwe li ser her kesî kiriye. Demîrtaş, anî ziman ku ji ber mirov li hemberî karesatên xwezayê dersê nagire bêzar dibe û bê êşên giran dikişîne. Demîrtaş, da zanîn ku çawab bûyer bihîstin, hemû rêxistinên xwe xistin nava seferberiyê û bi lezgîn komîsyon û maseyên krizê ava kirin. Demîrtaş, bilêv kir ku li hemberî vê bûyerê gel ketiye nava seferiyê û ji ber vê nêzîkatiya gel spasiyên xwe anîn ziman. Demîrtaş, destnîşan kir ku di rewşê wisa de tifaq û pişteveniya gel gelek girîng e û wiha got: „Mixabin di dema ku gel ji bo alikarî û piştgiryê de ket nava seferiyê kesên di ekranên televîsyonan de pêşkêşiyê dikin dîsa ketin nava hewldanên nîjadperesiyê û sorkirina aloziyan. Demîrtaş, da zanîn ku ev kesên li şûna hestên biratî û piştevaniyê pêş bixin ketine nava cudakariyê û ev kes ji aliyê her kesî ve hatine nahetkirin. Demîrtaş, bilêv kir ku ev kesên di ekranên zindî de pêşkêşiyê dikin dê wekî bebekê naylonî bimînin û êdî cih bi dest nexin.

‘Gel bi ser ket dewlet di bin erdhejê de ma

Demîrtaş, da zanîn ku gel êş û şahiyên xwe parve kirine û ketine nava hewldana alîkariya hevpar. Demirtaş, destnîşan kir ku li hemberî vê bûyerê gelên Tirkiyeyê bi ser ketine û peyvira xwe bi cih anîne. Demîrtaş, anî ziman ku gel peyvira xwe bi cih anîye, lê dewlet bi ser neketiye û di bin erdhejê de maye. Demîrtaş, bilêv kir ku li hemberî vê bûyerê Kizilayê jî peyvira xwe bi cih neaniye û êdî hevî û bendewariyên gel ji dewletê û Kizilayê nemaye. Demîrtaş, da zanîn ku hêj li welatiyan çadir nehatine belavkirin û hêj welatî li kolanan şeva xwe li derve derbas dikin. Demîrtaş, bilêv kir ku gel hemû hêza xwe seferber kiriye û destê alîkariyê dirêjî mexdûran dike û wiha got: „Di vir de gel çiqas sipasiyê heq bike, dewlet û himûmet jî ew qas rexneyan heq dike.

‘Walî îşkence li gelê Wanê dike’

Demîrtaş destnîşan kir ku Şaredarê Wanê bi rojan e dixweze xwe bigîhîne Waliyê Wanê lê li gel ku evqas dem derbas bû jî Walî bersiv nedaye şaredar. Demîrtaş wiha axivî: „Yek şaredar ê din jî walî ye. Bajar wekî enqazê ye lê ew bi xwe cudakariyê dike. Em ne wekî siyasetmedar, wekî welatî çûn wê derê. Lê em tehamulî vê yekê nakin. Em feraseteke evqas cudakar qebûl nakin. Heke tu wisa dikî îstifa bike û Wanê jî biterikîne. Hikûmet waliyê xwe diparêze. Waliyê ku cudakariyê dike dipadêze. Dev jî îşkencekirina gel berde. Ji xwe erdhejê li wan xistiye tu jî li wan nexe. Îstifa bike û derbasî AKP’ê bibe. Tu wî meqamê heq nakî. Tişta ku tu bikî rêzgirtina li hemberî îradeya gel e. Mirov siyasetê naxwazin, cudakariyê naxwazin. Alîkariyê dixwazin. Zarokên ku nû ji dayik bûne di 5 derece bin sifirê de li benda alîkariyê ne. Çadir dixwazin, betanî dixwazin.“
Demîrtaş anî ziman ku gelê Wanê 48 saet in zilmê dijîn û polîs li dijî gel bombeyên gazê û cop bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Hikûmeta AKP’ê tişta ku herî serkeftiye piştî erdhejê jî dike. Alîkariyê naşîne û bombeyên gazê dişîne. Rezaleteke wisa nabe. Mirovên li vir nekarîn cenazeyên xwe defin bikin. Mirov bi awayeke mafdar bi hêrs in.“
Demîrtaş li dijî alîgirên AKP’ê jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: „Ew ê bibêjin me ji bo Wanê alîkari şand. Li gel wan kesên ev civak piştgiriyê dide. Li gel AKP’ê vê dikin. Ez pêşniyar dikim heke hûn bikaribin şeveke li wir bimînin hûn ê spasiyên xwe li hikûmetê bikin, em ê jî bikin.“ Demîrtaş da zanîn ku çadir ne li gorî şert û mercên zivistanê ye ji ber vê yekê jî divê konteynir bên şandin û herêm wekî cihê afetê bê îlankirin.“

Demîrtaş destnîşan kir ku meclîs tişta ku dikeve ser milê wî bike û bal kişand pirsnameya ku beriya 2 salan parlamenterê Wanê yê berê Fatma Kurtulan bi bîr anî. Demîrtaş got ku Tirkiye ji bo erdhejeke amade nîn e û bang li meclîsê kir û xwest berpirsyariya xwe bi cih bîne.

DÎHA/ENQERE




‘Piştî êşa erdhejê operasyon şermek mezin e’


Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku hêj êşên erdhejê didome, operasyona dersînor hate destpêkirin û ev yek dê bibe sedema êşên nû. Demîrtaş, operasyon wekî şermez mezin dît û wiha got: „Civak ji bo erdhejê piştgiriyê û tevkariyê xurt dike, lê hikûmet bi şer dijminahiyê kûr dike.“
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bertek nîşanî operasyona hikûmet ya dersînor da û wiha axivî: „Ev polîtîkayên bêçareseriyê ne. Em vê polîtîkayê çareserî nabînin. Ji ber vê yekê em li dijî teskereya dersînor in. Hikûmet di mijara pisgirêka kurd de teslîmî polîtîkiyên leşkerî û nijadperest bû. Hikûmeta AKP’ê dixwaze mijarê bi operasyonên leşkerî çareser bike û ji bo yekê jî civakê dixwaz îkna bike.“
Demîrtaş destnîşan kir ku bi operasyona bejayî çarseriyê pêk nayen û wiha got: „Heta niha 27 caran ev yek ceribandin. Ev dê tenê êş û mirinê zêde bike. Ji bilî hikûmetê hemû kesên ji teskereyê re gotin erê berpirsiyarê êşan û mirinan in.“ Demîrtaş, bilêv kir ku operasyona piştî erdhejê hate dest pêkirin „şerm û eybe“ û wiha berdevam kir: „Civak ji boneya erdhejê piştgiriyê û tevkariyê zêde dike. Lê hikûmety bi şer dijminahiyê kûr dike. Hemû gelê me û endamên me dê li dijî operasyonên bertekên xwe bînin ziman û di berxwe bidin. Divê tu kes li dijî şer bê deng nemîne û bertekên xwe nîşan bidin.“