Kişanak, anî ziman ku li Tirkiyeyê pîşeyê rojnamegerî wekî sûc tê dîtin û dixwazin rastiyan ji civakê veşêrin. Kişanak, ani ziman ku li Tirkiyeyê çapemeni ketiye destê îxtîdarê û çapemeniya azad jî di bin zextan de ye. Kişanak, anî ziman ku kesên ji bo ronîkirina rastiyan di nava hewldanan dene û weki Musa Anterler, Metin Goktepe û kesên din amade ne ku bedena xwe bidin ten girtin û dengê wan tên qutkirin. Kişanak, anî ziman ku niha li girtîgehê 18 Midur û xwediyê îmtiyazê 97 rojnameger girtîne.  Kişanak da zanîn ku wekî salên 1990'an dîsa welatî û rojnameger tên qetilkirin û hişmendiya Musa Anter û Metin Goktepe qetil kir dîsa li ser kar e.

'Emê hesabê komkujiyê bipirsin'
Kişanak, destnîşan kir ku di ser komkujiya li Gundê Roboskiyê ya Qilebanê re 13 roj derbas bûn, lê hêş lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Kişanak, anî ziman ku artêş bi hikûmet ê ve girêdayî ye û ger ku artêşe ev komkujî pêk anîbe berpirsiyarê vê yekê hikûmet e û wiha got: "Hûn li aliyekî ji ber vê pêkanîna artêşê serfermandaran pîroz dikin, li aliyê din hûn dibêjin lêpirsîna me didome. Em heta niha teslîm nebûn, ji niha û şûnde jî teslîm nabin.

Dewletê komkujî pêk anî

Kişanak, anî ziman ku berpirsiyarê komkujiye dewlet û hikûmet e û dewletê aşkere komkujî pêk anîye. Kişanak, helwesta hikumetê ya înkara komkujiyê rexne kir û wiha berdewam kir: "Li ser navê dayina tazmînata zirara terorê dixwazin qusûra dewletê ya komkujiyê bincil bikin. Lê her çend bixwazin vê komkujiyê veşêrin û bincil bikin jî her kes baş dizane ku dewletê ev komkujî pek anîye. Komkujiya li Roboskiyê le ber çavê her kesî aşkere pêk hat. Niha dixwazin bi fen û futan ser komkujiyê bigirin. Dibêjin dewlet li hemberî welatiyan komkujiyê pêk nîne. Ev derew û xapandin e."

'Bi milyonan mirov ji were dibêjin qatil'
Kişanak, anî ziman ku li herêmê di mîtîngan de bi milyonan kesên beşdarî mitîngê dibin li dijî Erdogan dibêjin "Qatil Erdogan" û wekî qatil bi nav dikin û wiha berdewam kir: "Gelo tu dengê gel ê dibîjin "Qatil, munafiq" nabihîze. Li gorî hikûmetê dewlet bilind e û qîmetê welatiyan tune. Li vî welati maf û rûmeta welatiyan tune. Ew qas mirov hatin qetilkirin. Lê hêj dewletê hesab nedaye. Şerm bike eyb e. "

'Yên tevkujî şermezar kirin hatin girtin'
Kişanak, destnişan kir ku fermana komkujiya li gundê Roboskiye ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye dayîn û wiha berdewam kir: "Serokwezîr Erdogan kesên ku komkujî pêk anî ew pîroz kirin û niha jî dibêjin me lêpirsîn daye destpêkirn. Ev xapandin e. Divê her kes vê komkujiyê şermezar bike. Heta niha gund vala kirin. Gund şewitandin. Welatî li erdê kaş kirin û kuştin. Ji bo wan her tişt asayî ye. Lê em vê yekê qebûl nakin û em dê hesabê vêkê ji wan bipirsin. Di çalakiyen şermezarkirina komkujiyê de nêzî 400 kes hatin binçavkirin. 122 kes hatin girtin."

'Dixwazin tecrîdê rewa bikin'

Kişanak, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku pêkanînên li ser Oalan keyfî ne û li dijî hiqûqêye. Kişanak, bilêv kir ku hikûmet dixwaze bi zagonan vê pêkanîna li dijî hiqûq û mafê mirovan bi kiras bike û wiha got: "Brêz Ocalan nêzî 6 mehan e nikare bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne. Brêz Ocalan rastî pêkanînên taybet tê. Tecrîd li ser tecrîdê tê kirin. Ji xwe ji bo vê yekê ji dixwazin vê pêkanînê rewa bikin. Li dijî Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Her çand bêjin hemû kes li hemberî makewanûnê wekhev in jî ev ne rast e. 12 salin li ser Brêz Ocalan tecrida giran tê meşandin. Li Îmrahiyê hiqûqa taybet a li dijî mafên mirovan tê meşandin. Tecrîa giran tê meşandin.  Li dijî Birêz Ocalan înfaza taybet tê meşandin.

'Ocalan hatiye dîlgirtin'
Kişanak, destnîşan kir ku 3,5 mîlyon mirov Ocalan weki vîna xwe ya siyasî û Rêberê Gelê Kurd qebûl dike û wiha pêde çû: "Brêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Ew dîl hatiye girtin. Ew Rêberê Gelê Kurd e.Ger ku li vî welatî dê aştî pêk bê ancak bi mutapgirtina Brêz Ocalan pêk bê. Ger ku pirsgirêka Kurd çareser bibe ancak bi Brêz Ocalan çareser bibe. Aktorê sereke yê aştî û çareseriyê Brêz Ocalan e. Ji bo vê yekê jî divê bi lezgîn diyalog û muzakere ji nûve dest pê bikin. Divê şert û mercên tenduristiya wî bên başkirin û azadiya wî bê dayîn."

‘Bila biçe gel hevalê xwe’
Kişanak di axaftina xwe de bal kişand ser girtina Serfermandarê giştî yê berê Îlker Başbug û da zanîn ku di nav de parlamenter heyî bi dehan kes girtiyê lê heya niha serokwezîr daxuyaniyek neda, lê ji bo Başbug derke axivî. Kişanak, destnîşan kir ku wekî Erdogan gotî Başbug hevalê wî yê mesaiyê ye, gelek plansazî bi hevre kirin û bûn sedema kuştina sivîlan, divê serokwezîr îxanetê wî neke û biçe gel wî.


 DÎHA/ENQERE