
Varto, destnîşan kir ku paraznameya dawî ya Ocalan nivisiye hem AKP hem jî derdorên kapîtalîs ên global gelek aciz kiriye û wiha axivî: "Jixwe rêberê me di hevdîtinan de bal kişandibû ser vê yekê. Wan dît ku niqarin rêberê me mijul bikin. Wan ji xwe re digot, rêbertî dev ji armancên xwe yên îdeolojîk berdaye û nêzî li hevhatinêye. Lê paraznameyan helwesta rêbertî aşkera kir. Rêberê me polîtîkayên tunekarina Kurdan yên hêzên kapîtalîst ên navneteweyî qebûl nekir. Û vê yekê bi tundî rexne dike."
Varto, got ku kesên wekî Ocalan civakekê temsîl dike û rizandina Ocalan rizandina civakekê ye. Varto ev tişt lê zêde kir: "Hêzên navneteweyî nikarîn Ocalan bînin ser xeta xwe. Polîtîkayên li hemberî wî ne tenê bi destê dewletê tên kirin. Ev polîtîka li Emerîqa û Yekitay Ewropayê tên diyarkirin. Rêberê me dev ji îradeya gel berneda û tu tawîz nedan. Van hêzan jî got, 'Ew xeberê me nake. Nabe amûrê polîtîkayên me. Em wî dê birîzînin'. Niha vê yekê dikin. Loma tu eleqeya vê bi hiqûqê tuneye. Ev mijarek siyasiye."
'Li hemberî Rêberê me sûc dikin'
Varto, bal kişand ku di makeqanûn Tirkiyeyê û mevzûata navneteweyî de jî tu kes nikare ji bo kesekê zagonên taybet derxe û da zanîn ku bi vî avayî mafê mirovan tê binpêkirin. Varto, axaftina xwe wiha domand: "Ji xwe cezayê Ocalan birîne. Niha jî di nava ceza de cardin cezayê wî giran dikin. Li hemberî rêberê me sûc dikin. Di pêvajoyek ku makeqanûna nû tê çêkirin de ev pêkanîn tên kirin. Ev tiştek sosret e. Ev nêzîkatiyek siyasi ye. Mantixê AKP wiha ye.
Gelo DMME jî di nava vî karî de ye?
Varto, diyar kir ku dozên Ocalan yên li Dadgeha Mafê Mirovan hêj didomin û wiha axivî: "“Mirovek weke Rêbertiya me ku parastina gelekî dike, ger Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî xwe bîne rewşeke wisa ku nekare biparêze, ev yek skandaleke. Ger DMME vê yek qebûl bike, tu mudaxele neke, ev tê wê wateyê ku Ewropa jî di nava vê meseleyê de ye.”
OZGUR SERHAT - ANF/QENDÎL