Fermandar Biryargeha Navendî ya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) Leyla Sorxwîn derbarê operasyon û êrişên artêşa Îranê de axivî û got, “Hewldana Komara Îslamî ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bi taybetî di vê pêvajoya ku destketiyên tevgerê pêş ketine, hertim ji bo yekîtiya gelê Kurd ava nebe, û destketiyên xwe ji dest bixe roleke sabotekirinê digire ser xwe.” 
Sorxwîn got ku; dewletên ku Kurdistan dagir kirine bi hewldanên Kurdan ên her çar parçeyên Kurdistanê yên ji bo yekîtiya neteweyî û statûyekî, ketine nava tirsê û ji ber vê yekê jî dest bi hewldanên ji bo şikenandina vîna gelê Kurd kirine û wiha domand; “Dawiyê jî pêşketinên li Bakurê Kurdistanê û îlankirina Xweseriya Demokratîk, li Rojavayê Kurdistanê deskeftî û pêşketina gelê Kurd, yekîtiya gelê Kurd tê avakirin, li Başûrê Kurdistanê hevgirtina gelê Kurd, ji van hemûyan diyar dibe, ku yekîtiya gelê Kurd hatiye avakirin û ew asta gelê Kurd a bi pêşketî, Komara Îslamî van hezm nake û qebûl nake. Ev operasyona li ser Qendîlê daye destpêkirin jî ji bo belavkirina van pêşketinan e û hezm nekirina wan e. Yanî dibêje eger li beşên din ên Kurdistanê pêşketin hebin, ez ê sabote bikim, ez ê nehêlim yekîtiya gelê Kurd ava bibe, ezê bi vê şewazê karibim îradeya wî bişkînim. 
Rejîma Îranê xwest, destketî û yekîtiya gelê Kurd parçe bike. Bi vê yekê dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne.“ 


‘Hêzên HRK li her derê ne’



Sorxwîn got; “Hêzên Rojhilatê Kurdistanê ne tenê li Qendîlê ne, li Şaho ye, li Mikrûyan e, li Kelareş e, gerîlayên HRK’ê li her cihî belav bûne. Gerîla bi tecrûbeya xwe û bi berxwedana xwe ya mezin bersiv da, ku rejîma Îranê ev yek texmîn nedikir. Gerîla her êrîşa wê şikand. Gerîlayan ev peyam dan; ‘ez ê qet nehêlim tu gavekê jî bi pêş de bavêjî’. Di roja yekemîn û duyemîn ve hinekî pêş ve hatin, lê heta niha jî li cihê xwe sekinî ne. Piştî vê yekê insiyatîf, hêz û kontrol kete destên gerîlayên HRK’ê. Ev bû 15 roj, ku ev berxwedan didome. Her roj li dijî wan çalakî tên lidarxistin. Ji ber vê yekê ev hêza Hêzên Rojhilatê Kurdistanê texmîn nedikirin. Belkî 20 caran êrîş kirin lê belê her carê êrîşên wan hate şikandin. Heta niha, gelek fermandarên wan, pasdarên wan hatin kuştin. Ev yek pirr baş diyar bû, ku Komara Îslam li hemberî berxwedana gerîla ya 15 rojan têk çû. Hemû planên wan, armanca wan û hedefa wan bi serneket.”


‘Parastina Qendîlê parastina yekîtiya gelê Kurd e’

Sorxwîn diyar kir ku gerîlayên HRK’ê bi vê yekê pir baş dizanin ku parastina Qendîlê parastina îradeya gelê Kurd e û got; “Komara Îslamê ev yek ji xwe re kiribû hedef; ‘ezê bi ser Qendîlê de biçim, bi ser îradeya gelê Kurd û yekîtiya gelê Kurd de biçim. Ezê bi vê yekê peyamê bidim Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ku Kurd nikarin bi îrade bin Kurd êdî bi ser nekevin’. Lê belê berxwdana gerîlayan ev hesabên wan vala derxist. Hemû şahadeta hevelên me ji ber ku bi qehremanî di pêş şer kirin çêbû. Ji ber vî şerê nêzî hev 8 hevalên me şehîd ketin. Hemû jî, ji nêz ve bi berxwedaneke mezin şehîd ketin. Çeperên xwe neberdan. Ev berxwedana hevalên me ne tenê ji bo parastina Qendîl bû, gerîlayên HRK’ê bi vê yekê baş dizanin, ku parastina Qendîl parastina îradeya gelê Kurd e, yekîtiya gelê Kurd e. Van hevalên me jî bi vê zanebûnê têkoşîn kirin. Yanî tenê ne parastina girekî bû berxwedana wan, parastina girekî parastina gelê Kurd e.” 


‘Bila Rojhilat bêdeng nemîne’

Fermandar Sorxwîn bang li Kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir, da ku bi her awayî bikevin nava çalakiyan û bêjin em vê yekê qebûl nakin û got; „Wan xwest bi vê êrîşê gelê Kurd parçe bikin, moralê wê xera bikin û xwestin destketiyên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bişkîne.

Ez bang li hemû gelê Kurd dikim, bi taybetî bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê dikim, divê li hemberî êrîşan bêdeng nemînin. Komara Îslamî di şexsê Qendîlê de dixwaze, hemû parçeyên Kurdistanê bêîrade bike. Ji ber vê yekê bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî vê zilmê, van zextan bêdeng nemîne divê karibin, rabin ser xwe. Ev pêvajo bihêzkirina yekîtiya gelê Kurd ferz dike. Ez bang li hemû ciwanên Kurd jî dikim, divê ciwan di cihê xwe de nesekinin, hertim çalak bin. Roj roja berxwedanê ye. Moralê Komara Îslamî niha moralê wan pirr ketiye. Gerîla ji gelê Kurd moralek pirr mezin girt û li ber xwe da. Divê gelê Kurd jî ji gerîla moralekî pirr mezin bigire û dengê xwe hertim bilind bike. Em bang li gelê xwe dikin, da ku di vê pêvajoyê de em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û bi berxwedaneke mezin van êrîşan vala derxin. Divê gelê Kurd ti carî zilm û zorê li ser xwe qebûl neke.” n

ANF/QENDÎL




‘Îranê dest bi enfala Kurdan kiriye’



Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên Îranê yên li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Ji Perlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê û ji Tevgera Goran Perlemanter Karwan Salih destnîşan kir ku di encamê êrişên Îranê de gelek hemwelatî û şêniyên gundan zirarên mezin dîtine. Salih, anî ziman ku Tirkiye û Îran di êrîş û operasyonên li dijî Kurdan de bûne yek û wiha got: „Bi salan e sinorên herêmê binpê dikin. Heya niha gelek eskerên welatên derve li vê herêmê ne. Herî dawî dîsa Îranê sinor binpê kir û êrîşî axa herêmê dike. Di êrişan de gelek şêniyên gund û zozanan şehîd bûne û zirarê jiyanî û malî dîtine. Gelek rez û baxê gundiyan hatiye şewtandin. Ferqê mirovek û darekê nîne. Şewitandina dar, rez û baxan jî neheqiya herî mezin e. Ev êrişê Îranê ne kêmî enfalê ye. Îran bi van êrişên xwe dest bi enfala Kurdan kiriye.“
‘Hikûmet li dijî êrîşan bê çare ye!’

Salih, bal kişand ser têkiliyên Îranê û cîhanê re û wiha got: „Em ji rayedarên Îranê agahdar dibin ku PDK û YNK li ser van êrişan li hev kirine. Wan destûr daye ku Îran herêmê bombebaran bike. Hikûmeta Herêmê jî li hember van êrişan bêçare maye. Lê nerazîbûna gel li dijî êrişên Îranê zêde dibe. Hikûmeta Herêmê nikare heta dawî bêdeng bimîne. Zêdetir têkiliyê bi PDK û YNK’ê re ye.“ Salîh, anî ziman ku armanca Îranê ne tenê ava Elwen a Xaneqînê û PJAK e, her wiha hemû gele Kurd e.

SERBAZ SİYAMEND/ ABDÛLAH RAMAZAN - HEWLÊR