Mertalên zindî ya Kongreya Civaka Demokratîk û BDP’ê ber bi bejahiya Dara Hênê, Lice û Pasurê li hemberî operasyonên leşkerî meşiyan. Polîsan xwestin konvoya ji sedan wesayîtan pêk tê asteng bikin bi hinceta ku camên wan şikestî ne 3 wesayît hatin girêdan û ji bo gelek wesayîtan jî bi hincetên cuda cezayên pereyan hatin birîn. Çalakvanên ku wesayîtên wan hatin girêdan bi meşê çûn herêma operasyonê. Dem bi dem polîs bi hincetên pûç xwestin meşê asteng bikin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk, Parlementerên BDP’ê Ayla Akat Ata, Mulkiye Bîrtane, Nursel Aydogan, Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredar û rêvebirên BDP’î, însiyatîfa dayîkên aştiyê, nûnerên MEYA-DER’ê û nûnerên rêxistinên saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kesî ji bo li hemberî operasyonên leşkerî bibin mertalên zindî ji Amedê ber bi sêgoşeya Lice, Pasûr û Dara Hênê ve meşiyan. Konvoya mertalên zindî nêzî navçeya Lîceyê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan di kontrolê de bi hinceta ku camên wan şikestî ne 3 wesayît girê dan. Ji bo hemû wesayîtên din jî bi hincetên cuda cezayên pereyan birîn.
Tevî ku ji bo çalakiyê biryara qedexekirinê nîne jî polîsan xwestin çalakiya ‘mertalên zindî’ asteng bikin. Rayedarên KCK û BDP’ê bi rayedarên polîsan re hevdîtin pêk anîn û sedeme astengkirina meşê pirsîn. Polîsan jî ewlehiya can wekî hincet nîşan dan û xwestin çalakvan paşve vegerin. Welatiyên ku ji vê yekê tengezar bûn ji wesayîtên xwe derketin û bi lingan ber bi herêmên operasyonê meşiyan. Welatiyan gotin: “Em ê destûr nedin zarokên me bên kuştin. Hûn wesayîtan girê bidin jî em ê bi meşê biçin herêmên operasyonê. Çalakvanên ku piraniya wan ji jinan pêk dihat fikarên xwe yên li ser operasyonan anîn ziman û israra çalakiya xwe anîn ziman. Çalakvanên ku piştî demekê meşiyan li wesayîtên hatin siwar bûn û ber bi Lîceyê ve çûn. Dema ku rojnameya me çû çapê hêj tu agahiyek cuda nehatibû bi dest xistin. 

‘Ev meşa aştiyê ye’
Parlamentera BDP’Ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel li ser geşedanên siyasî li meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist. Tuncel li ser pirsa hevdîtinên ji bo parlementerên girtî wiha got: “Ev pirsgirêk çima çareser nabe min fêm nekir. Mînaka vê yekê li ber we disekine. Dema ku ez girtî bûm hatim hilbijartin. Piştre jî ji bo serbest bêm darizandin hatim tehliyekirin. Rêbazên ku ji bo min hatiye xebitandin dikarin ji bo parlementerên din jî bixebitînin. Darizandina min didome. Parlementerên girtî bi vîna gel hatine hilbijartin. Divê vîna vî gelî di girtîgehê de nebe. Divê hikûmet di vê mijarê de roleke hê aktîftir bilîze.”
Li ser pirseke ku hûn biryara çûyîna herêma operasyonê ya BDP û KCD’ê çawa dinirxinin Tuncel bersiva heke kut ê xwestin çek bên danîn tenê rêyek heye ku daxwazin Kurdan pêk bên û wiha got: “Nexşerê tê diyar kirin. Em dê bibînin ku di makeqanûna nû de ji bo Kurdan çi heye. Tenê bi gotin ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê êş bibin yek, heke leşkereke bê kuştin û Kurd xemgîn nebin ev pirsgirêk e. Em li bendê ne ku hikûmet li hewşa xwe çareser bikin. Rîskên ku digirin pirsgirêkan çareser nake. Wisa dixuye ku ne wêrek in di vê mijarê de.” Tuncel balkişand ser meşa Amedê û wiha pê de çû: “Hevalên me li Amedê biryar dan ku bimeşin herêma operasyonan. Divê ku bê dîtin ev hewldaneke bo aştiyê ye.”

AMED/ENQERE