Dayîka Dogan Kebre Dogan, diyar kir ku ji ber temenê wê borî gelek tişt nayên bîra wê. Dogan, anî ziman ku Mazlum Dogan her tim digot, "Ez dê bibim keskî navdar" û wiha got: "Mazlum jîr bû me jî da xwendin. Gelek întok bû, ji tu tiştî neditirsiya û di heman demê de gelek bi keyfbû." Dogan, dema behsa Mazlum Dogan dikir gelek bi hestiyar bû û da zanîn ku wê dixwaast ku kurê wê bê malê û ji siyasetê dûr bê rawestîn lê kurê wê ji wê re digot, "Dayê ez mihûm nîn im gelê me saxbe." Dogan, kurê xwe Delîl Dogan ê ku di 7'ê cotmeha 1980'an de ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin jî vegot.

Bavê Mazlum Dogan, Kazim Dogan jî diyar kir ku kurê wî Mazlum Dogan dem li Dibistana Mamosteyî dixwend dihate malê nerihatiya xwe ya li hemberî pergala malbatê her tim dianî ziman û wiha got: "Rewşa me ya aborî wê demê baş bû. Min karker jî didan xebitandin. Mazlum rojekê hate malê û ji min re got, 'Dest ji vê pîrbûnê berde ev yekê li dijî min e hemû kes mirov in. Ez dê saltanata de xirab bikim.'" Dogan, anî ziman ku dema carekê ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Amedê ji kurê xwe re got li dijî heyeta dadgehê dernekev rastî hişyariya kurê xwe ya tund hat û wiha axivî: "Pişt re ez bi Hayri Durmuş re axivîm. Min ji Hayri re got hinek aqil bide Mazlum. Hayrî jî ji min re got, 'Yê aqil jî dide min ew e. Ez dê çi ji wî re bêjim.' Mazlum her tim digot, 'Heke gelê min azad nebe, bi azad nexebite ez dê çi bikim. Bi windabûna min û malbatekê tiştek çênabe. Bila gelê min azad bibe bes e'" Dogan, da zanîn ku hêj kurê wî Delîl nehatî kuştin peyama Mazlum Dogan a 'Delîl teqez bila teslîm nebe li şuna bikeva girtîgehê bila xwe bikuje' ragihand û wiha pê de çû: "Mazlum digot, 'Bila Delîl neyê vir. Bila neyê vir hekê bê girtin bila bê kuştin'"

'Îro cuda ye'

Kazim Dogan, zehmetiyên jiyîn û îşkenceyên Mazlum Dogan jiyîn jî wiha vegotin: "Em carekê çû hevdîtinê û Kebreyê dema Mazlum di wê rewşê de dît got, 'Kurê min tiştek nekiriye. Ewqas eziyetê pê nedin kêşandin bikujin. Ev îşkence di mirovahiyê de tuneye' Lê wan ji me re got, 'Em dê pê bidin jiyîn û bikujin' Roviyên Hayrî Durmuş rizîn jiyana xwe ji dest da. Ya wan kêşandin Hz. Îsa jî nekêşand." Dogan, pêvajoya dawî ya çareseriya pirsgirêka Kurd jî nirxand û wiha axivî: "Berê bi kesên di girtîgehê de hevdîtin nedihate kirin. Kurdî qedexe bû. Parêzer dihatin kuştin û dihatin girtin. Lê îro cuda ye. Em bi îşkence û bedelên wan dayîn hatin vir. Xwediyên wan hebû û heta îro anîn."

DÎHA/KOCAELÎ