
DÎHA/HEWLÊR
Edhem Barzanî bêdengî rexne kir
Endamê Civata Rêveberiya PDK’ê Edhem Barzanî, derbarê topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, got, topbarana deverên sînorî, ji aliyê Îranê ve, destdirêjiya eşkere li dijî sînorê Herêma Kurdistanê ye û tu hêcetek bo vê yekê tune. Barzanî, helwesta hikûmeta Iraq û partiyên îslamî yên Kurdistanê, li hember topbaranê jî rexne kir û got, bêdengiya hikûmeta Iraqê li hember Îranê, xizmeta pêwendiyên her du welatan nake. Endamê civata rêveberiya PDK’ê, derbarê reformên nav PDK’ê de jî, got, heke PDK, di nav xwe de, reforman pêk neyîne, dê îtibar û mezinbûna xwe ji dest bide û têk biçe, lewre divê bi her awayekî, reform pêk bên.
HEWLÊR
‘Malên Îranê boykot bikin’
Li alîyê din jî kampanya “Ji kirîna malên Îranê re na“ civîn hate lidarxistin. Di civînê de li ser pêvajoyê û operasyonên Îranê niqaş hatin meşandin û operasyonên Îranê hate şermezarkirin. Her wiha hate xwestin ku her kes malê Îranê boykot bike û malên Îranê nekire.
Hunermend û endamê Kampanya “Ji kirîna malê Îranê re na“ Lalo Rencder jî diyar kir ku gelê kurd di nava gelek şer û pevçûnan re derbaz bûye û wiha got: „Gelê kurd êdî naxwaze kes bê kuştin û xwîn birje. Me gelek biryarên girîng girtin. Wekî hunermendan ji bo rawestandina operasyonan tiştê ku têkeve ser milê me em dê bikin.
Li Cizîrê 23 saziyên sivîl Îran şermezar kirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûnerên 23 saziyên sivîl ên civakî, bi boneya operasyonên Îranê yên li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê şermezar bike ji Wezirê Karê Derve yê Îranê, serokên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Almanya, Fransa, Îngîltere, Hollanda, Îsvîçre, Îtalya, Belçîka, Îspanya û Rusyayê re name şandin. Nûnerên saziyan li ber Postexaneya Cizîrê ya Şirnexê kom bûn û beriya ku nameyan ji serokdewletan re bişînin daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyên sivîl ên civakî Serokê Şaxa KURDÎ-DER’a Cizîrê Bahdîn Robar Yagarcik, daxuyanî xwend. Yagarcik got: „Ji ber van operasyonan bi sedan kez koçber bûn. Bi sedan sewal mirar bûn. Daristan hatin şewitandin û bi sedan ciwan hatin kuştin. Her wiha rêgezên şer ên navneteweyî hatine binpêkirin. Em van operasyonên Îranê şermezar dikin û ji rayedarên Îranê û serokdewletan dixwazin ku dawî li van operasyonê bînin.“
DÎHA/HEWLÊR/ŞIRNEX