Malbatên 34 sivîlên di 28'ê kanuna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê di bombebarana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan li ber Edliyeya Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan cilên reş li xwe kirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hilgirtin. Malbat hêj nehatin ber edliyeyê ji aliyê polîsên sivîl û hêzên çevîk hatin dorpêçkirin. Polîsan destûr neda ku malbat bikevin baçxeyê edliyeyê û li ser vê yekê malbatan li ber deriyê baxçeyê edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê malbatan birayê Serhat Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Velî Encu daxuyanî xwend. Encu, diyar kir ku hemû kesên xwedî widan dizane ku ev komkujî bi zanebûn û plansazî hate kirin. Encu, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi helwesta xwe dixwaze komkujiyê veşêre û wiha got: "Em malbat vê yekê wekî sûcê mirovahiyê dibînin. Ji roja komkujiyê heta îro hikûmeta AKP'ê û bi taybet jî Serokwezîr Erdogan bi helwestên xwe dixwazin komkujiyê veşêrin. Ev yekê zelal tê dîtin. Disa hikûmeta AKP'ê li pey senaryoyan diger û ligel 2 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn hêj tu kes ji peywirê negirtin û ev yekê jî nîşaneya komkujiyê veşerin e."

'Emê serî li hemû rêyan bidin'

Encu bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên hikûmetê û wiha axivî: "Serokwezîr û berdevkên hikûmetê bi xwe derketin ber çapemeniyê hinek mînakên berê hatin jiyîn nîşanda û bi vê yekê komkujî rewa nîşandan. Rayedarên hikûmetê bi vê yekê riya komkujiyên din jî vekirin." Encu, da zanîn ku Serokwezîr Serfermandar pîroz kir û bi vê yekê daxwaza malbatan a dadê derizand. Encu li ser navê malbatan wiha bang li Serokwezîr kir: "Demildest dest ji vê bêdadiyê û bêhiqûqiyê berdin. Hewil bidin ku kiryar li ber edaletê bên darizandin û ceza bigirin." Encu, bilêv kir ku ew dê heta dawî li dijî bêdadî û bêhiqûqiya li wan înyad dikin berxwe bidin û wiha pê de çû: "Heta kiryarên vê komkujiyê tên cezakirin ew dê serî li hemû riyên hiqûqî bidin. Di bûyerên piştî vê komkujiyê pêk hatin xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan girtin û bi vê yekê wijdan derizandin. Kesên behsa maf, hiqûq, demokrasî û edaletê dikin dê kengî dawiyê li vê bêdadiyê bînin."
Encu, destnîşan kir ku ramana zarokên malbatan li Roboskiyê qetilkirin pê rehet nebûn ên sax man jî girtin avêtin girtîgehê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tiştên hatin kirin di kîjan pirtûka zagonî de hatin nivîsîn. Gelo tiştên hun dibêjin li gorî kîjan wijdanê ne? Nameya Faruk Encu yê hate girtin di çapemeniyê de cih girt. Ji ber xemginaya xizmên xwe yên hatin qetilkirin di asta întîxar bike deye. Em wekî malbatên şehîdan Serokomar, serokwezîr, wezîrê karên hundir û wezîrê dadê hişyar dikin. Bila tu canên din li 34 canan zêdenebin. Bêhiqûqiya li dijî me pêktê bi dawî bikin."

'Girtiyan berdin'
Encu, xwest ku kesên piştî komkujiyê hatin girtin serbest bên berdan û heke kesên hatin girtin serbest neyên berdan berpirsiyarên mirinên çêbibin kesên siyasî û saziyên cemaweriyê ne û wiha berdewam axaftina xwe kir: "Ez bang li hemû kesên dibêjin ez mirov im dikim. Bila li dijî bêdadiya li dijî me pêk tînin bihestiyar bibin. Em wekî mexdurên Roboskiyê girtin û kuştinê heqnakin. Em bang li hemû kesî dikin ku kampanyaya bi navê 'Ji sînoran re înad Roboskî' ya MAZLUMDER, ÎHD, ESHÎD, Platforma Jinan a Başkent û Platforma Edaletê ya ji bo Roboskiyê daye destpêkirin pişgtiyê bidinê. Heke wan bombeyan edalet qetilnekiribe em ji bo Roboskiyê edaletê dixwazin."
Piştî daxuyaniyê walî li malbatan seriyê û xwest ku bi wan re hevdîtinê pêk bîn e. Malbat dê di nava saetê de bi walî re hevdîtinê pêk bînin.

DÎHA/ŞIRNEX