Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Emîr Kerîmî der barê agirbesta ku di navbera Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Îranê de hate ragihandin de ji ANF’ê re axivî. Têkildarî Agirbestê Kerîmî got; “Ew agirbesta ku me îlan kir, piştî şerç mezin ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li ser axa Başûrê Kurdistanê û herema Parastina Mediya û hereketa me çêbû, berxwedaniyeke mezin ji aliyê hevalên me pêş ket. Di encama wê berxwedaniyê encam, destkeftên û serkeftinên mezin me bi dest xist.”
Kerîmî der barê sedemê ragihandina agirbestê de jî got; “Li ser vê esasê ku me însiyatifek bi kar anî û bi vê yekê me xwrst rêka çareseriya demokratîk û aştîyane ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Îranê, vebikin, me ew agirbest ragihand. Ji bo wê agirbestê hinek partî û aliyên siyasî jî bûn navbeynkar, li ser esasê bang û xwesteka wan me ew agirbest îlan kir. Ji bo ku ew agirbest pêk were gelek kesayetî û partîyên kurdî jî keti nava tevgerê.”



‘Hat dîtin ku Îran nikare PJAK têk bibe’ 

Endamê Koordînasyona PJAK’ê Emîr Kerîmî diyar kir ku her kes dît ku Îran nikare me bi şer li bin bixe û ji cihan jî dît ku kes nikare bi şer li hemberî me bi ser bikeve û wiha domand; “Ji bo vê pêwîst bû ku qonaxek nû pêş bikeve. Ji bo ku ji her kesî re îspat bû ku em bi şer bin nakevin. Di heman demê de bi berxwedaniya me aşkere bû ku hêza Îranê têra şkinandina vîna kurdan nake û kes nikare hêza nû ya kurdên Rojhilatê Kurdistanê PJAK’ê tune bike.”
Emîr Kerîmî destnîşan kir ku ji bo vê vê yekê pêwîst bû ku ew zimanê dewletê di mijara pirsa kurd de biguherînîn û wiha axivî; “Însîyatîva vê yekê jî pêwîst bû, em bi kar bînin ji ber ku em xwedî vê pirsgirêkê ne. Xwedî vê pirsgirêkê em in, gelê kurd eê ji bo vê yekê pêwîst e gelê kurd bi xwe rêk û deriya çareserîya demokratîk vebike.”

Kerîmî got; “Li ser vê esasî me agirbest îlan kir. Hinek alî û çapemenî hen ku dibêjin din navbera me û Îranê de li hev hatin heye, an jî îdia dikin ku hevdîtin di navbera me û Îranê de hene, di rastî de hevdîtina me û Îranê rasterast çênebûye. Wekî min got ew agirbest piştî ku ji aliyê hinek dost, alî û partiyan hat pêşnîyarkirin û bi vîn, xwasteka me, ji aliyê me ve hat îlankirin. Ew qonax bi wî awayî pêş ket lê ew qonax hîn negihîştîye asta muzakere û hevdîtinan. Hevdîtin û muzakere demek çêdibe ku aliyê din jî legerînê wê ya çareserîya demokratîk û aştîyane çêbibe û em dixwazin ku ew qonax bigihîje vê astê. Lê heta niha tu rûniştin û muzakere di nav bera me de çê nebûne û şertêkî bi wî rengî jî pêş neketîye.” 

‘Îran ji agirbestê razî ye’ 

Nunerê PJAK’ê û got; “Dost û alîyên ku pêşnîyara agirbestê peş xistin, bi Îranê re hevdîtinan wan pêk anîn û xuyabû ku Îran jî we agirbestê dixwaze û razî ye. Çikû Îran di vî şerî da geleki windahî dabû û serkeftin jî bi dest ne anîbû û nikaribû ew şer berdewam bike. Ji bo vê yekê Îran bi awayê kirdarî (Fîlî) ew şer nas kir û piştî vê agirbeste heta niha di navbera me û Îranê de tu pevçûn çê nebûye.”
Kerîmî bi bîr xist ku propagandaya ku tê kirin zêdetir ji aliyê hêzên ewlekarî û hezên leşkerî wek Supahê Pasdaran pêş dikeve û wiha domand; “Armanc ew e ku sernekeftina xwe ya şerê veşêrin ji bo vê yekê çapemenîya xwe xistine tevgerê û tiştên derveyê rastiyê diweşînin. Lê ewa girinê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku rojane ji nêzîk ve serketin û giyana berxwedanvanîya me û binketina hêzên Îranê dîtin.”
Endamê Koordînasyona PJAK’ê Emîr Kerîmî diyar kir ku niha wana dixwazin ji bo balansa hêz û deselatdariya hundûr ya sîstemê ew yek bi kar bînin û pozîsyona xwe ya nav sîstemê bi hêz bikin û wiha pê de çû; “ Niha dixwazin wisa nişan bidin ku pratîka PJAK’ê tenê leşkerî ye û madam niha PJAK şer nake PJAK tesfîye bûye. Lê rastî ewe ku heta roja iro PJAK yek çalakye leşkerî pêk ne anîye. Hemu şalakîyê PJAK, çalakîyên parastina rewane. Tenê beşek ya biçuk ji xebate PJAK’ê, xebata parastina rewa ye. PJAK hêzek sîyasî û civakî ye û heta niha bi rojek jî ew xebate me nehatîye sekinandin.”


‘Muxatabên siyasî ne’ 

Kerîmî bal kişand ku ew ne muxatabên rayedarên leşkerî ne û wiha peyivî; “Muxatebên me rayedarên siyaî û sazîyê sîyasî û meclîsa Îranê ye. Lê em wê yekê jî bibêjin ku heta niha rayedarên sîyasî jî di xeta Supayê Pasdara de tevdigerin. Eger hûn alîgirê çareserîyê ne, wê deme dewlet û sazîyên wê yên sîyasî teşwîqe gav avetinê bikin.”
Endamê Koordînasyona PJAK’ê Emîr Kerîmî got; “Bila girtiyên sîyasî yên kurd azad bikin, îdama bidin seknandin, bila zext û zorî liser gelê me bidin seknandin, bila rêka xwe ifadekirina çandî, civakî, sîyasî, aborî û reka xwe rêveberina gele kurd vekin. Me agirbest îlan kiriye ji ber ku hêza me ya çareserî ya vê pirsgirêkê heye û xwedî proje û hêzin. Em dixwazin çareserî pêş bikeve, eger çareserî pêş nekeve, hêza me ya berxwedanvanîyê heye. Em hiç pêwîst nabînin ku ew yek jî ispat bikin. ”


‘Derdê Malikî cûda ye’

Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Emîr Kerîmî helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê jî nirxand. Kerîmî der barê helwesta Serokwzîrê Iraqê Nûrî el Malikî de got; “Niha li Iraqê pirsgirêkên cidî hene. Bi taybet niha pirsgirêka herêmên ku hîn nihatine vegerandin bo Herêma Kurdistan di rojevê de ne. Di vê rewşê de nêzîkbûnê Serokwezîrê Iraqê, diyar in. Dixwaze li hemberî kurda dest bi tevgerê û hêza kurda di van herêman de bişkîne û pozîsiyona kurdan lewaz bike. Di rastî de wana xwe amade kiribûn ku em ê li Qendîlê bin bikevin û bi giştî rewşa kurdan li Iraqê de lewaz bikin. Niha Nurî Malikî çima me ew me li hember Tirkîye û Îran ewqas me tawanbar dike? Her kes dizane ku ji axa Başurê Kurdistanê ve heta niha yek çalakîyê me li dijî Îranê çê nebûye, tenê sazîyên me yên sîyasî û perwerdeyê di axa Başur de ne. Me berê da jî ew tişt bi dehan caran ragihandiye. Bila kesek were û bêje di vê rojê de we ji axa Başurê Kurdistanê ve we êrişa Îrane kiriye. Lê rewş tam bi awayekî din e. Heta niha di cîhanê de çênebûye ku Serokwezîrek, tecawiz û êrişa dewletekî liser axa xwe rewa bike û jê re behane çêbike. Malikî bi zimanê Îranê diaxife ne bi zimanê welatekî ku axa welatê wî hatîye tecawizkirin. Li vir derdikeve ku derdê Malikî derdekî cuda ye. Derdikeve ku Malikî dixwaze li hemberî kurda hêz qezenc bike. Çawa? Bi piştgîrîya Îran û Tirkyê, bi taybet bi piştgîrîya Îranê. Eger Mailkî Serokwezîrê Iraqê ye, divê we Serokwezîrê Iraqê biaxife ne wek nûnera komara Islamiya Îran ê. 


‘Hesab li ser Kerkûkê û Xeneqînê ne’
Kerîmî got; “Heta Îran li Iraqê bi hêz be, asayîş û ewlekarî nayê Iraqê. Nurî Malikî jî vê yekê dizane, lê ew me tawanbar dike û dibêje hûn li Qendîlê ne ji bo wî Îran êriş dike. Ez jî pirs dikim ew ne Îran e ku heta niha sînorên Başurê Kurdistanê li Haci Omeran, Pêncivîn û Xanegînê derbas kiriye? Çemê Elwendê zuwa kirine! Gelo ew jî ji bona PJAK’ê ye? PJAK li vê derê nîne! Ewqas çalakîyên terorîstî di nav axa Iraqê û destêwerdana rewşa sîyasî ya Iraqê ji alîyê Îranê ve heye, Malikî çawa dixwaze pêşîya wana bigre? Eger Malikî serokwezîrê Iraqê ye, divê derdê wî pêşîgirtina wan nêzîkatîyên Îran û supayê Qudsê be. Nûrî Mailikî baş dizane ku heta roja îro tu dewlet nikariye wan sînor û herêmên Qendîlê kontrol bike.”

Kerîmî diyar kir ku Mailkî dixwaze bi hêz û piştgîrîya Îran û Tirkiyeyê kurdan ji Kerkûk û Xaneqînê derxîne û got; “Jixwe îlan dike ku divê ala Kurdistanê li wan herêma nemîne. Ew xîtabeta Nurî Malikî li dijî Kurdan bi kiîjan hêzê pêş dikeve? Bila Nurî Malikî li ser me siyaset neke û li ser vî esasî li Iraqê de rol neleyze. Eger dixwaze pirsgirêkê hundurê Iraqê çareser bike, bila çareserîyek ji mudaxele ya dewletên Îranê, Iraqê ji pirsgirêkên hundur yan Iraqê re çareserîyek bibîne û pêşîya wê bigre“

 ANF/QENDÎL