Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê ya Melîsê de axivî û li ser komkujiyên meha adarê rawestiya. Demîrtaş, bal kişand ser mirina 11 karkerên li Stenbolê û diyar kir ku ev komkujî ye. Demîrtaş, bal kişand ser pergala perwerehiyê û perwerdehiya zimanê zikakî û wiha got: "Dadgeh dibêjin ji ber we perwerdehiya zimanê Tirkî dîtiye divê hûn bi Tirkî parastinê bikin. Wê demê perwerdehiya Tirkî li pêş pêşketina zimanê Kurdî asteng e. Ji ber vê yekê jî ji mere dibêjin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo em bi zimanê zikmakî parastinê bikin û biaxivin divê em bi zimanê Tirkî perwerdehiyê nebînin û bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma BDP'ê de vê hefteyê li ser mijarên girîng rawestiya. Demîrtaş, sersaxî ji malbatên 11 karkerên li Esenşurta Stenbolê jiyana xwe ji dest dan xwest. Demîrtaş, anî ziman ku ev komkujî sûcê mirovahiyê ye û xwest hemû muxalefetên Tirkiyeyê li hemberî vê komkujiyê bibin yek û bertekên xwe bînin ziman. Demîrtaş, da zanîn heta hêzên muxalif nebin yek û li hemberî pergala karkerên jiyana xwe ji dest dan neçarî vê xebatê dikin tênekoşin dê yek bi yek di van çadiran de bişewitin. Demîrtaş, bilêv kir ku ger ew nebin yek û li hemberî vê pergalê tênekoşin dê vê mirinê heq bikin û xwest hemû hêzên demokratîk li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin.
‘Hesap ji kujeran napirsin'
Demîrtaş, da zanîn ku meha Adarê bi komkujiyan tê bibîranîn u di vê mehê de komkujiyan Qamişlo, Helepçe, Gazî pêk hatine. Demirtaş, sersaxî ji malbatên kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji destan re xwest. Demîrtaş, da zanîn ku kujerên komkujiya Sêwasê ji wan re ma û hesap ji wan nehatiye pirsîn û wiha got: "Hesap ji kujeran nehatiye pirsîn û tu lêpirsin jî nayê kirin. Lê em divê em vê yekê qebûl nekin û heza xwe bikin yek."
Demirtaş, bilêv kir ku parêzerên kujerên doza Sîwasê diparêzin endam û rêveberên AKP'ê ne û niha jî divê tu eleqeya me bi dozê tune. Demîrtaş bibîrxist ku AKP li hemberî doza Sêwase dirû tev digere û ji gotinên wê bawer nakin. Demîrtaş, bilêv kir ku ji bo hesap ji kujerên komkujiyan pê pirsîn dê heta dawî têbikoşe.
'Gel Roboskiyê jibîr nake'
Demîrtaş, da zanîn ku di ser komkujiya Roboskê re 3 meh der bas kir, lê hêj kujer nehatin ditin û hesap nehat pirirsîn. Demîrtaş bilêv kir ku hikûmet dixwaze ser bûyerê bigire û bide ji bîr kirin, lê gel tu carî ji bîr nake û dê hesap bipirse û wiha pêde çû: "Zêdeyî 600 xwendekarên zanîngehê di girtîgehê dene û dê li aliyê din behsa parastina mafên xwendekaran bikin."
‘Rojnameger girtin'
Demîrtaş, helwesta hikûmetê ya li hemberî pekaninên Girtgeha Pozantiyê ji rexne kir û wiha got. "Li şûna berpirsiyarên pêkaninên Girtîgeha Pozantiye darizîne û ronî bike, dijberî vê yekê rojnamegerên ku pêkanînên Pozantiyê ronî kir avêt hepsê û dixwaze ser bûyerê bigirin. Lê bila baş zanibin ku em ji pêy vê dozê venagerin û me dê bişopînin."
'Divê feraset were guhertin'
Demîrtaş, pergala 4+4+4 rexne kir û wiha berdewam kir: "Divê perwerdehiya olan li dibistana bê dîtin. An jî divê perwerdehiya tu olan neyê dîtin. Divê beri her tiştî pergal û hişmendiya perwerdehiyê bê guhertin. Ger ku pergal û feraset neyê guhertin 4+4+4 be dê çawa be 40+40+40 be dê çawa be? Tu tişt nayê guhertin."
'Gel zimanê xwe dixwaze’
Demîrtaş, anî ziman ku heyetên dadgehan bi sedena ku siyasetmedaran bi zimanê Tirkî perwerde dîtine û bi Tirkî zanin destûr nadin ku bi zimanê zikmakî parastinê bikin û wiha lê zêde kir: "Dadgeh dibêjin ji ber we perwerdehiya zimanê Tirkî dîtiye hûn nikarin parastina Kurdî bikin. Divê bi Tirkî parastinê bikin. Wê demê perwerdehiya Tirkî li pêş pêşketina zimanê Kurdî asteng e. Ji ber vê yekê jî ji mere dibêjin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo em bi zimanê zikmakî parastinê bikin û biaxivin divê em bi zimanê Tirkî perwerdehiyê nebînin û bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin. Ger ku hûn pirsa Kurd çi dixwazin wê demê divê hûn ji Kurdan bipirsin. Ji sedî 90'ê Kurdan mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin."
DÎHA/ENQERE