'Tu carî biser nakevin'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êrîş di çarçoveya planên hêzên derve ku di rêza yekem de Tirkiye tê û dixwazin destkeftiyên Kurdan bidest bixin de, tên meşandin û ev tişt hatin gotin: “Her wiha hinek rêveberên van komên çekdar ên alîgirên rejîma Baasê jî, dixwazin bi van êrîşan dorpêça li ser artêşa Sûriyeyê ya li Girzîro kêm bikin. Lê gelên herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe ve li Girzîro û Serêkaniyê li rex YPG’ê cîh girtin û îro jî vê yekê didomînin û yekîtiya herêmê nîşan didin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku li Serêkaniyê gelek komikên çekdar ên ku navê Kurdatiyê li xwe dikin, li rex komên çekdar li dijî gelê YPG’ê şer dikin. Her wiha di demên dawî li Dêrikê jî bi heman rengî hinek komik derdikevin holê û wiha hate domandin: “Ev kom tu carî biser nakevin. Wekî li Serêkaniyê hate dîtin, hemû netewan û demokratan li dijî van koman şer kir û mînaka yekîtiyê nîşan da.”
Banga yek dengî
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hinek hêz dixwazin bi riya van koman, tevlîheviyê derxînin, di navbera Kurdan û hêzên muxalefetê de pevçûnan derxînin û bi vî rengî têkiliyên Kurdan û gelên din ên Suriyê qut bikin da ku gelê Kurd di nava şoreşa Sûriyeyê de cihê xwe negire, bi vî awayî rê li ser şoreşa Sûriyeyê vekin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em wekî TEV-DEM’ê bang li hemû sazî, tevger, kesayetên demokrat û hemû pêkateyên civakê dikin ku bi yek dengî li hemberî van planan têbikoşin. Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye.”
ANF/QAMIŞLO