Kofî Annan ji bo ku rapora derbarê Sûriyeyê de pêşkêş bike li Neteweyên Yekbûyî bû û bi berfirehî behsa rewşa Sûriyeyê kir. Kofî Annan got ku çi ji destê wan bê dê bikin ji bo Sûriyeyê ber b işerê navxweyî ve neçe. Annan plana xwe ya ji bo aloziya Sûriyeyê bi rengekî diyalog û aşityane çareser bibe vegot û dubare kir ku ev plan firseda dawî ye ji bo Sûriyeyê ber bi şerekî dijwar ê navxweyî ve neçe.
Annana her wiha behsa tundiya ku berdewam dike kir û got hê jî asta tundiyê li Sûriyeyê nayê qebûlkirin û gelek binpêkirinên mafê mirovan tên kirin. Her wiha Annan dubare kir ku dema ew dibêje bila tundî raweste û dengê çekan bê birîn ne tenê bang li hikûmeta Sûriyeyê û hêzên wê dike lê ew di heman demê de bang li muxalefeta çekdar û komên çekdar jî dike ku dest ji tundiyê bedrin da ku pêşî li diyalogê vebe. Annan got ku di atmosfereke wiha de ku her roj kuştin û tundî heye de behsa reform û diyalogê bike. Pêşî divê divê çek werin rawestandin û da ku rê li ber çareseriyeke siyasî were vekirin. Her wiha metirsiya herîm ezin ji têkbirîna plana Annan ew e ku heke ev plan neçû serî û bi ser neket dê ne tenê Sûriyeyê lê hemû herêmê bixe nava şerekî dijwar de ku kesek nizane dê çi wêrankirinan bi xwe re bîne.

Hewldanên Tirkiyeyê  

Berî çend rojan û bi behaneya yekitiya muxalefeta Sûriyeyê li ser vexwendina wezareta karê karê derve ya Tirkiyeyê şandeke ji Desteya Kordînasyonê (Heyet el Tensîq) serdana Tirkiyeyê kir û hevdîtin bi berpirsiyarên Tirkiyeyê re kir. Daxwaza sereke ya rayedarên tirk ji şandeyê ew bû Partiya Yekitiya Demokratîk ji nava vê Kordînasyonê derxînin. Li gorî ahagiyên ji kesên ku tevli vê şandeyê bûbûn daxwaza yekemîn ew bû ku PYD ji nava vê Kordînasyonê derxînin lê şandeyê ev yek qebûl nekiriye.  Piştî ku ew hewldan biser neket niha jî bi guhertina gotinên hin kesn şandeyê dixwazin nakokiyan bixin nava Desteya Kordînasyonê (Heyet el Tensîq). Lewre jî armanca hikûmeta AKP ne yekitiya muxalefetê lê jihevxistina muxalefetê ye. 


NEW YORK