Cenazeyê Serbulent Yilmaz ê (Azad Serbilind) HPG’î ku li gundê Heşeta Berspiyê ya navçeya Berwariya Sêrtê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da duh ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatibû girtin. Li Tetwanê wecîbeyên olî hatibû bihanîn û cenaze îro anîn Wanê. Cenaze li navçeya Westanê nêzî 100 wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û piştre birin Goristana Yenî Mahalleyê. Bi hezaran kesan li taxê caneze wergirtin û dest bi meşê kirin. Parlamenterê Wanê Nazmî Gur, SErokê MEYA-DER a Wanê îbrahîm Alkan, Hevserokê Rêxistina BDP’a Wanê Cuneyt Canîş, şaraderên Norşîn û Tetwanê jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Di meşê de posterên HPG’iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşmên „Bijî Serok Apo“ „kujer Erdogan“ „Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.
Li goristanê piştî ku cenaze hate definkirin deqeyek rêz hate girtin. Di merasîmê de Îbrahîm Alkan axivî û wiha got: „Me li vir pareçeyek ji canê xwe defin kir. Riya şehîde me ji azadiyê derbas dibe, Bila êdî dayik negirin. Gelê Kurd heta niha rastî gelek zilm û zordariyê hat.“ Alkan destnîşan kir ku gelê Kurd bi kuştin û pêkutiyan bi dawî nabe û navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bavê Yilmaz, Şemsettîn Yilmaz jî wiha got: „Kurê min şehîd bû. Ez bi wî ser bilind im. Ew ne tenê şehîde min e şêhidê Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurd sax be.“

Piştî axaftinan welatî bi girseyî çûn konê şîne. Piştre jî bi hevre çûn serdana malbata Fevzî Yildiz ê (Harun Kajîn) di encama êrîşên hewayî yên li dijî herêma Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû.

WAN




Cenazeyê Yavaşê HPG’î dê li Mûşê defin bikin

Malbata endamê HPG’ê Mehmet Şakîr Yavaş (Bager Andok) yê ku di pevçûna 2 roj berê li Êlihê di pevçûnê de jiyana xwe dest da ji Mûşê hatin Meletiyê. Malbata Yavaş, piştî serî li Dozgeriya Komarê ya Meletî da ji bo teşhîskirna cenazê çûn Morga Nexweşxaneya Perwerdahî û Lekolînê ya Zanîngeha Înonu. Malbat cenazeyê teşhis kir û bir Mûşê.Dê cenaze li Mûşê bê definkirin. Dema ku rojnameya me diçû çapê hê agahiyek cuda nehatibû girtin.