
Dengê bavê xwe tomar kiriye
Keremê Seyad dengê bavê xwe jî qeyîd kiriye û wiha qala çîroka bav û kalikê xwe dike; “Tê dertê vira nêzîkî nahiya Eşterekê ye. Wî çaxî bavê min gilî dikir, dengê bavê min heye, min li gel xwe qeyt kiriye, bi xwe gotiye. Gotiye wekî kalkê min Xalitê Çolo wî çaxî çûye cihekî pîrka min Kewê yekî dişîne pêşiya kalkê min Xalit, dibêje jêre bibêjin ‘bila di wê riyê re neyê, Rom li wê derê ye wê Rom wî bigire emaneta bigire here. Ew ê ku diçe pey kalkê min dereng diçe heya diçe êdî kalkê min Êdû tê Rom wî digire. Rom ferman dike, biçin pêncî mêrî bigirin bînin werin. Cêrgê didin sekninandinê pêncî mêrî, kakê min jî didin sekinandin, bavê min jî didin sekinandin bavê min hingê 14 salî bûye.. Bavê min gilî dikir dengê wî heye, dengê her tim dibihîzim bêhna min jî pê dertê. Hey ber xwe dikevim hey çi bêjî tê bîra min. Kalkê min dibêje Simo ew jî di nava cêrga de bûye di nav wan kesan de bûye, dibêje ‘Tu dikarî nav wana de Seyad xilas bikî? ew jî dibêje ‘Hey mala te xirap be ez ê Seyad çawa xilas bikim êdî me dibin diçin. Rom dijmire pêncî yek derdikevin bavê min yê pêncî yekê bûye yê dawiyê û di nav wan kesan de yê herî biçuk bûye. Pehînekê li bavê min dixin orta wan mirovan derdixin dibêjin here. Wî çaxî bavê min xilas dibe. Lê kalkê min Xalitê Çolo digirin.”
‘Bapîr stranbêj bû’
Kalkê Kerem jî, weke her Kurdekî dengbêj bû û hin bîranînên dengxweşiya kalkê xwe vedibêje; “Mirazekî Elo hebû li gundê Heko de. Wan salên zemanên kominîstiyê digot Kerem wekî niha îznê bidin ez herim derbasî wî alî bibim ez dizanim me kalkê te li ku derê veşart. Digot ‘Kalkê te dengbêj.’ Digot diavête ser zeluliya xwe, diavête ser halê xwe, gelek li ber xwe diket. Wisan got. Kalkê min bi erebêve girêdidan pê kevir didan kişandin wekî ga. Wisa bi wan kederan kalkê min tê kuştin, bavê min carekedin derbas dibe, ji Ermenîstanê diçe Tiblîsê. Bajarê Tiblîsê de demek dirêj nêzî 9-10 salan dimînin. Zemanekî li wir dimînin wê derê êdî bavê min yekî binecihê wê derê gelekî xwendî bûye, xwendina wî Rusî bûye û zane bûye. Wî çaxî bavê min dikeve ser xebatê. Xebata poştê poşta dewletên Ermenistanê, Rusyayê Sovyeta wî çaxî dibirin Cutvayê teslîm dikirin.”
Kerem wiha qala bavê xwe jî dike; “Bavê min yekî serwext bû. Wî çaxî navbera herdû kalkê min Xalitê Çolo Bêmalê Evdî gelek xweş bûye. Dure kalkê min Bêmal dibêje ‘ser xatirê biratiya min û Xalit ger xwestina Seyad hebe ez ê qîza xwe Gulê bidim Seyad.’ Wisa li hev tê bavê min diya min distîne. Bavê min gilî dikir digot; Kerem kurê min dema cimaeta me tevahî hatin Ermenîstana Rojhilat wê derê êdî gund gundî miletiye. Min ji serkarê xwe re got ez dixwazim herim Ermenîstanê gundê xwe nav pismamên xwe. Serkarê min got ‘Kerem were neçe, heyfa te tu kadroyek hêjayî, kurekî zaneyî, neçe. Bêrê xwe dayê ku ez dixwazim biçim êdî acizbû got; diqewime ew solê sêsed manetî lingên te dêşînin.’ Got ma ev riya çûyîna Ermenîstanê nîne û rê nîşanî min da, got ‘tu yê çawa vî şixulê xwe, karê xwe bihêlî herî, têkevî nava wa qirqiraça, kir û nekir nekarî min ji biryara min venegeran.” Kesên bixwazin vê nivîsê berdewama wê bixwînî, dikarin li ser ajansa ANF peyda kin.
Xebata Keremê Seyad a radyoya Êrîvanê
Evîna Radyoya Erîvanê di 10 saliyê de destpê dike Kerêmê Seyad di 10 saliya xwe de dest bi xebatên Radyoya Dengê Êrîvan a ku rolek girîng di çand û wêjeya Kurd a ku Kurdistanê hatibû qedexekirin de leyîst, dike. Seyad 50 salên xwe dide Radyoyê û wiha behsa evîna xwe û Radyoya Dengê Êrîvanê dike; “Demek niha min 7 deh salî derbas kirine. Li ser 7 deh saliyan jî sê sal 73 sal. Her deh salek zemanek e. Zemanê zarokatiyê ye. Min deh saliya xwe ya zarokatiyê de dema çûm dibistanê nabeje payê xwe bidim, lê babê min gelek guh dida ser xwendinê. Nedixwest wekî ez derveyî dibistanê bimînim. Çûm dibistanê hîn bûm. Lê min hema di 10 saliyê de ji xebata radyoyê gelekî hez dikir. Radyoyê dîwaran hebû her malê dihatin radyo di dîwaran de dikirin. Rast bibêjim, min ew radyo dida ber guhê xwe min got ‘gelo xwedê vana bi çi cureyî bernameya çêdikin’. Min bernameyên Ermenî Rusî hemû guhdar dikir, wisa dizanî kîjan deqêde wê xeber bê dayîn. Min xebata radyoyê bi wî cureyî hes kir, heyanî gehiştim dersxana 6-7 heyanî 8 an.”di aliyê maqaledariyê de hatiye kifşê, meqeleyên rexnegiriyê dinivîse.”
Di 17 saliya de di rojnamê de kar dike
Kerem di 17 saliya xwe de dibistan diqedîne û diçe Tîflîsê li wir dest bi kar rojnamvaniyê dike û li wir êdî ji radyoyeke Ermenî re dinivîse. Kerem wiha behsa vê kêliya jiyana xwe dike; “Min ew qas nivîsî li Tiflîsê wana banî min kir, gotin were li cem me bixebite. Kartek dane min gotin vê kartê dabigire, şiklê xwe jî lê bi xwe we re bîne û cem me bixebite. Mala xwişka min li Tiflîsê bû. Min maqayelek yê rexnegiriyê nivîsî, ‘Çima Riya Gund Nayê Çêkirin. Serokê bajara sekereçuyê ez nas nedikirim, got wekî ev kî ye, hatiye vê derê navekî nû ye.
HÊLÎN CÛDÎ - ANF- ÊRÎVAN