Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bersiv da îdîayên der barê ragihandina agirbestê de û got; “Çi dibe, divê bi awayeke du alî bibe, nema êdî em pêngavên yek alî biavêjin.” Karayilan der barê îdîayên der barê parêzerên Ocalan de jî bersivand û got; “Tê angaştin ku ev name û ferman hatine şandin. Niha li bame 10 nameyên ku Rêber Apo wana bi destê xwe nivîsandine, hene, lê yek ji wan jî bi riya parêzeran negihiştiye destê me.”
Karayilan operasyonên siyasî yên di bin navê KCK’ê de li her aliyên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li hemberî Kurdan tê meşandin ji ANF’ê re nirxand û got; “Armanca hikûmeta AKP’ê ew e ku serhildana hemdem a Kurdan û tevgera azadî û demokrasiyê ya ji aliyê gelê Kurd ve hatiye destpêkirin biçewisîne. Ev ne tenê li hemberî kadroyên tovikê an jî li hemberî aliyên milîtanan e, hemû aliyên gel ên ku li ser xeta azadiyê dimeşin, dike hedef, bi vî awayî dixwazim pêk bînin. Bi vî awayî ev konsept hemû aliyê li ser xeta Kurdên azad dike hedef, heta ev konsept dostên wan ên ku piştgirî didin wana jî digirin nava xwe. Ji ber ku armanc ew e ku per û baskên civakê bişkînin, biperçiqînin, bê bandor bikin û teslîm bigirin.”
Karayilan got; “Bi taybet piştî ku Rêber Apo, protokolên bi navê ‘çarçoveya pirsgirêka Kurd ev e’ yên ku di encama hevdîtinên heta niha de amade kir û pêşkêşê kir, helwesta Erdogan û AKP’ê guherî, bi taybet piştî ku ji aliyê siyaseta Kurdan ve Xweserî hate îlankirin, helwestek nû girtin û berê xwe dan tundiyê. Yanî ji vê yekê ev tê famkirin; Yên ku ew lê digerin, seknek a Kurdan a ji bo teslîmyetê guncaw e.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bal kişand ser girtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a k udi 22’ê mijdarê de pêk hat û diyar kir ku bi van girtinan hemû pir û riyên diyalogê hilweşiyane.
Karayilan got; “Girtinên herî dawiyê li hemberî parêzerên Rêber Apo pêk hatin, tê wê wateyê ku hemû rê û pirên diyalogê hatine hilweşandin. Ji bom e, ger bi Rêbertiyê re diyalog çê nebe, ger Rêber Apo beşdarî pêvajoya dilayogan nebe, ev diyalog ne gengaz in. Dewleta Tirk vê baş dizane. Aşkere bûye ku dewleta Tirk bi pêşengiya AKP’ê biryareke nû werdigire. Biryardayînek pêk hatiye, ev biryardayîn jî ew e ku bê naskirina Tevgera Azadiya Kurdan û Kurdan çareseriyeke ya pirsgirêkê di deynin pêş. Ev pir xeter e, ev yek jî nîşan dide ku li holê feraseteke ciddî ya tunekirinê li holê ye.

'Gotinên Erdogan qanûn in'

Karayilan, di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna taybet a tecrîda li hemberî Ocalan û wiha got: “Pergaleke otorîter a Tirkiyeyê heye. Lê hewce nake ku qanûnên taybet derbixe, ji ber ku bi xwezayî dimeşe. Gotinên serokwezîr li Tirkiyeyê wekî qanûnê ne. Ger kesên ku li dijî vê nêrîna min derdikevin, ev ji van dipirsim; niha li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê û qanûnên navneteweyî malbat û parêzer dikarin hevdîtinan li girtîgehan bikin, ji ber ku mafêk van wisa heye. Çend bi sînor be jî mafê Rêber Apo jî heye.”

10 name ji me re hatin 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, daxuyand ku şerê ku ji hêla AKP û Cemaata Gulen tê birêvebirin bê exlaqî ye û di dijî hiqûqê ye, lê ji bo navneteweyî dikarin bi qanûnên nû qilifên cuda biafirînin. Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin Rêbertî bi riya parêzêrên xwe rêxistinê bi rê ve dibe, şer organîze dike û talîmatan dide. Rêberê me bi dehan caran diyar kir ku di nav van şert û mercên girtîgeha wekî Îmraliyê de nikare rêxistinê bi rê ve bibe û fermanê bide. Pergal û rêveberiyeke rêxistina me heye. Her wiha dibêjin talîmat û nameyan rêxistinê re dişînin, niha li cem me bi 10 nameyên Rêbertiyê yên ku bi destê xwe nivîsandî heye. Lê ev name bi riya parêzeran negihiştin destê me. Nameyên ku gihiştin destê me ji hêla dewletê ve hatine şandin. Agahiya parêzeran jî van nameyan nîne. Di demên dawiyê de parêzeran zanîn ku ji bilî wan jî kanalên cuda hene, ger kanala navberkariyê bikin dewlet bi xwe navberkariyê kir û divê dozger biçe van bidarîzine, lê nakin, çima? Ji ber ku rewş cuda ye. Ev ne rewşeke hiqûqê nîne, rewşeke siyasî ye.”

'Dewletê nameye gihandin me'

Karayilan, di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên ku 12 sal in pêk tê û da zanîn ku bi salane ji hêla hikûmetê ve parêzer tên guhdarkirin. Karayilan, wiha got: “Heke ev parêzer sûc kiribe çima 12 sal in destûr hatiye dayîn. Dewlet her tiştî guhdar dike û qeyd dike, rojane dişîne Wezareta Edaletê. Ji ber vê jî teknîkeke pir bûha jî bikartîne. Sûcê ku bi salane dike niha dixwaze bixe stûyê kesên din. Parêznameyên Serokatiya me didin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û bi riya DMME’yê jî dîsa parêznameyê didin me. Dewlet bi xwe nameyên Serokatiyê ji me re şand.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan got; “Baş e ez tişteke din bipirsim” û di berdewama axaftinên xwe de agahiyên girîng da. Karayilan got; “Di rezbera 2006 de gelo we weke dewlet û hikûmetê, di rojek a şemiyê de, we parêzêrek ji yên ku we niha wan girtî ne, ji bo bi Rêbertiyê re hevdîtin pêk bîne, we neşand Îmraliyê? Ji ber vê ferman û pêkanîna taybet, parêzerê Ocalan di roja şemiyê de çû û bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî, gelo we encama vê hevdîtinê ji me re ranegihand? Gelo ne we vê yekê kir û agirbest ji 1’ê Îlonê ve dest pê nekir? Pêk hat. Gelo we bi kî rûyî wan mirovan girtin, hûn ê wana çawa sucdar bikin? Ez vê fam nakim. Ev yek qeleştiyeke. We bi xwe şand; Hûn niha jî dibêjin; ‘nexêr, te suc kiriye.”
Karayilan bêdengiya rêxistin û saziyên navneteweyî jî rexne kir û got; “Pêşî DMME û CPT, û hemû rêxistin û saziyê navneteweyî tu deng dernaxin, ev yek wana jî dike hevkarê vî sucî. Ger ku hikûmeta AKP’ê ji vê helwesta navneteweyî cesaret negirtiba, nedikarî vê yekê bike.”
Karayilan hişyarî da û got; “Wê gelê Kurdistanê li hemberî her cûre êrişan mafê xwe yê parastinê bi kar bîne, wê berxwedana pêwîst nîşan bide û bersivê bide.

'Cemeata Gulen û AKP heman tişt in'

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, têkildarî îdîayên operasyon ji aliyê Cemaeta Gulen ve tên pêkanîn û di mijara operasyonan de gelo nêrînên cuda yên AKP û cemaetê hene de jî ev tişt gotin: "Di vê mijarê de hin agahî û guhdariyên me hene. Em dizanin Cemeata Gulen û AKP heman tişt in. AKP dixwaze bi piştevaniya cemaetê dewletê bidest bixe, cemaet jî dixwaze bi saya AKP pergala xwe di nava dewletê de bi cih bike. Loma diyare ku di van operasyonan de însiyatîfa cemaetê zêdetir e. Cemaet pêşniyara operasyonan dike û AKP jî pêk tîne. Di vî warî de hin agahî di destê me de hene. Hin peyamên cuda yên Cemaetê jî ji me re tên lê ya esas di vê pêvajoyê de Cemaeta Gulen rolek sereke dilîze.

'Cudahiya Ergenekona spî û kesk tune'

Karayilan di berdewamê de ev tişt gotin: "Ji bo me tu ferqa Ergenekona Spî û ya Kesk tune ye. Her çiqas hin cudahî hebin jî em dibînin ku tu ferqên berbiçav di navbera wan de tune ye. Ergenekona Sipî bi salan li hemberî me bi şêwazên dij-ehleqî şerek meşand. Lê têk çûn. Ergenekona Kesk wekî Ergenekona Sipî nabêje 'Hemû kes tirk e' lê dibêje, Kurd, ereb, laz û çerkez hene ancax ew tebaayên me ne. Ev hemû perçeyek gelê tirk in. Çavkaniya gotina wan ya 'Tiştêk ku heta niha nedihatin axaftin di dema me de hatine axaftin' jî ev yek e. Tirkîtiya berê digot tenê em hene. Niha tirkîtiya kesk dibêje 'Hemû tişt ez im' lê hin derdorên din jî hene. Ji bo me Kurdan tu ferqa wê tuneye. Heman tişt e."

Daxuyaniya Talabanî 

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, gotinên Serokwezîrê Tirk, Erdogan yên "Ger PKK çekên xwe deyne, wê gelek pêşveçûnên baş pêk bên' û gotinên Serokomarê Iraqê Celal Telebanî yên 'Ji bo PKK çek berde min ew îkan kir" nirxand. Karayilan wiha axivî: "Pirsgirêka Kurd, mijarek rojaneye. Her kes dikare fikra xwe bilêv bike. Pirsgirêk tuneye. Lê gotina Serokwezîr Erdogan ya 'Ger PKK çekên xwe deyne, wê gelek pêşveçûnên baş pêk bên' ev demeke ji me tê xwastin. Yanî dibêjin, 'Pêşiyê çek berdin, radest bibin, piştre em ê li gorî dilê xwe tiştek bidin we' Tu wateya vê yekê tuneye. Ev yek ne pêkan e. Birêz Talabanî jî li gorî xwe hin tiştan dibêje. Ew jî gotina xwe girê dide hin şertan û wisa dibêje. Ez ji wî re tiştek nabêjim. Dikare bê nîqaşkirin. Çi bibe êdî wê bi hev re bibe. Em êdî tu gavên yek alî navêjin. Vê yekê em zelalî dibêjin. Di rojê dawî de hin gotinên 'Hevdîtin hene, wê çareserî pêk bê' di çapemeniyê de cih digirin. Ev şerê psîkolojîk e. AKP bi vî awayî hemû derfetên çareseriyê ji holê radike. Tenê rêyekê dihêle. Rêya berxwedanê. Li gel ku ev qas êrîş hene qala çareseriyê nayê kirin. Wekî mînak piştî serdana Birêz Serokê Herema Federal a Kurdistanê Barzanî ya Tirkiyeyê dibe ku hin tişt pêk hatiban lê Erdogan hem di hevdîtan bi Birêz Barzanî re û hem jî piştî hevdîtinê gefên xwe rêz kirin. Aliyê din de jî lez da operasyonan. Herî dawî êrîşê parêzerên Rêber Apo kirin. Her roj bi balafiran êrîş li Heremên Parastinê yên Medyayê dike. Ev hemû piştî hevditinê qewimîn. Erdogan di hevdîtinê de ji Kurdan re got, 'Herin nîqaş bikin, bişêwirin. Ger PKK teslîm nebe ez ê êrîş li we hemûyan bikim' Wateya nêzîkatiya AKP ev e.”

ANF/BEHDÎNAN