Komîsyona Edalet û Lêkolînkirina Rastiya Girtîgeha Amedê ku bi pêşengiya Hewldana 78’an ve hatiye destpêkirin di encama hevdîtinên ku bi girtiyên siyasî yên di 1980-84’an de li Girtîgeha Amedê mane pêşangeha “Girtîgeha Amedê li kû derê ye” vekirin. Pêşangeh li Atolyeya Karşi Sanatê hate vekirin. Di pêşangehê de berhemên 122 hunermendan ên wêne, resim, performans, peyker, wêje, grafîk û vîdeo hatin pêşandan. Di merasîma vekirinê de Serokê Komeleya 78’an Celalettîn Can axivî got ku ew wekî komîsyon ji 2007’an heta niha bi 517 kesên ku li Girtîgeha Amedê mane re hevdîtin pêk anîne û di encama vê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn daye destpêkirin. Can gotina “darizandina 12’ê Îlonê ji Amedê derbas dibe” bi kar anî û got ku berhemên ku hatine peşandan ji bo nîşandana rastiyan amûreke .
Li ser navê Galeriya Karşi sanatê Feyyaz Yaman jî diyar kir ku ew azadî û edaletê dixwazin. Yaman da zanîn ku huner bi xweşikbûnê re mijul dibe lê cografyaya Tirkiyeyê destûrê nade ku civak bi xweşikbûnê re mijul bibe. Yaman bilêv kir ku ji dîrokê heta niha Tirkiye û Mezopotamyayê şîdetê bandor li hunermendan jî kiriye û ew ê destûrê nedin ku muhasebeya wijdanê di nava rûpelên hiqûqê bimîne.
Li ser navê Komîsyona Edalet û Lêkolinkirina Rastiya Girtîgeha Amedê Nîmet Tanrikulu jî der barê pêşangehê de wiha got: “Dema ku pêşangeh vebû ez tengijîm. Digotin Girtîgeha Amedê nayê vegotin ancax dê bê jiyîn, bê guman em nikarin bijîn lê em ê bikaribin hîs bikin ka li wir çi hatiye jiyîn.”
Îbrahim Ekînciyê ku di 1980-89’an de ji doza TKP/ML’ê li Girtîgeha Amedê maye jî der barê pêşangehê de çavderiyên xwe wiha anî ziman: “Berhemên ku dema zilmê baş vedibêjin hene, mirov dikare trajediya wê derê hîs bike. Ez di demên zor û zehmet de li wir mam, parçeyekî wê trajediyê me. Heke ev civak dixwaze pêş bikeve divê ewil vegera dîroka xwe û bi dîroka xwe re hevrû be.” Ji hunermendan Ozcan Yaman jî destnîşan kir ku heke ji darbeya 12’ê Îlonê hesabek bê xwestin ewil rastiya Girtîgeha Amedê divê ronîkirin.

Pêşangeh dê li 12 bajaran bigere û îşav de le Galeriya Hunerê ya Evrenselê ya Beyogluyê bê vekirin. Dîsa li Kampusa Zanîngeha Bîlgî û Fuara Pirtûkan a TUYAP’ê jî dê bê şopandin. Piştî sempozyuma li Zanîngeha Bîlgiyê dê rapora encamê pêşkeşî dozgeriyê bê kirin.

DÎHA/STENBOL