
Çelebî destnîşna kir ku bi sirgunan tabloyeke piralî derketiye holê û got ku yek ji van jî ji bo operasyonên nû rê vekirin e. Çelebî bilêv kir ku sirgun girêdayî koordînasyona di navbera Wezareta Dadê û dozgeran e û wiha axivî: “Em dibêjin ev koordîne wiha ye: ‘Ez ê operasyon bikim, tu jî girtîgehê vala bike.’ Lê heke sûcek hebe dozger ê fermana operasyonê bide, dadger ê lêpirsinê bike û heke bi rastî jî rewşeke ku bê girtin hebe mirov dê bên girtin, merhaleya din jî valakirina girtîgehan jî karê Wezareta Dadê ye. Lê ev pêvajo wisa berdewam nake.”
Çelebî bal kişand li ber dema girtibûnê ya zêde jî da zanîn ku di hiqûqa gerdunî de girtin asta herî dawî ye lê li Tirkiyeyê ji hikumxwaran zêdetir girtî hene. Çelebî anî ziman ku li Tirkiyeyê dema ku mijar bibe pirsgirêka kurd hiqûq û darizandin cuda ye. Çelebî got ku li girtîgehan di qawişên 15 kesan de 30 kes dimînin û minaka vê jî Girtîgeha Êlihê ye, dema ku li girtîgehê lêkolîn kirine derketiye holê ku li girtîgeha ku kapasîteya wî 250 kes in de 550 girtî dimînin.
‘Ev mirov dimirin’
Çelebî bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku bi sirgunan ev girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û wiha berdewam kir: “Nesîmî Kalkan ê ku nexweşiya çolyakê pê re hebû û li girtîgeha Tipa D a Amedê bû sirgunî girtîgeheke dûr kirin bi vî rengî nikare derfetê dermankirinê bibîne. Îzahata vê yekê nîn e. Ango ve mirov dê li ber çavên her kesî bimirin. Îhmalkariyeke ber bi çav heye. Li aliyê din nexweşê sîrozê Latîf Bodur jî ji ber ku li Nexwaşxaneya Zanîngeha Dîcleyê qawîşa girtiyan nîn e sewqî girtîgeha Edeneyê hate kirin. Bijîşkan gotibûn 10-15 roj emrê wî heye. Ango ve mirov jî dê bimire. Pişika wî nemaye. Lê tu kes naxwaze wî bibînin. Dîsa Beşîr Arcayurek ê li li Dîcleyê bi birîndar hate girtin heye rewşa wî jî giran e. Cezakirin, tolhildan nîn e.”
METÎN ÎNAN - DÎHA/AMED