Aktar, xwest kesên li şûna agahiyan aloz bikin, guh bidin bertek û helweste civak û welatiyan û wiha got: “Çawa ku hestî derket her kesî got hestiyên salên 1990’î yên aydî JÎTEM’ê ne. JÎTEM’ê li ser civakê travmaya mezin çêkir. Divê her kes berî her tiştî li ser JÎTEM’ê û bûyerên JÎTEM’ê raweste. Ger ku ew hestiyên hatine dîtin aydi serdemên borî be jî divê komkujiya JÎTEM’ê neyê veşartin. Divê bûyerên JÎTEM’ê neyên nixwamtin. Di 1915’e, 1925’e… da komkujî pêk hatin. Ev dide xuyakirin ku li ser vê axê di demên cuda de her tim komkujî pêk hatiye.”
Aktar wiha berdewam kir: “Cihê ku hatiye dîtin, li tenişta Girtîgeha Berêye. Qada ku hestî lê hatiye dîtin ne qadek zêde mezin e. Hemû aydî qada cemaweriyê ye.  Fikara ku kesên hatin windakirin û piştî hatin kuştin li wir defin kirine zêde ye. Em wekî baroya Amedê em dê bûyerê bişopînin.”
Aktar, bal kişand ser îtîrafên Endamê JÎTEM’ê Abdulkadir Aygan û wiha dawi li axaftina xwe anî: “Aygan jî di îfadeyên xwe de anî ziman ku mirov li wir hatin definkirin. Malbatan jî heman tişt got. Divê kolandin bê lêkolînkirin. Divê pisporên Tipa Edlî, antropolog û arkeologlar li vir lêkolînê bikin û li gorî zanist û pîvanên gerdûnî li vir kolandin bê kirin. Li gel îtîrazên me kolandin bi awayekî tin tên kirin. Em hevîdarin ku dê li gorî zanist û pîvanên kolandina gorên komî kolandinê bikin. Divê di vê pêvajoya ku JÎTEM di rojevê de ye kujer bên dîtin û darizandin.”

 DÎHA/ STENBOL