Demîrtaş, got ku Ocalan diyar kir ku dê pirsgirêkê di nav hefteyêk de çareser bikin lê serokwezîr tu bersiv neda, çima?. Demîrtaş, da zanîn êdî di her mirinan de ne hikûmet û ne jî dewlet berpirsyare û tenê serokwezîr berpirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wekî BDP’ê her tim gotina xwe dubare dikin. Mijara me ya herî girîn ev û divê ji bo partiyên siyasî jî wisa bibe. Lê serokwezîr got ku ‘êdî gotin xilas bû’, ev tişt rastiya daxwaza şer e. Lê em her tim rastiya aştiyê tînin ziman.”
Serokê Koma BDP’ê Demîrtaş, daxuyand ku heya niha PKK’ê 3 caran agirbest îlan kir, lê serokwezîr li qadan qala darvekirinê kir. Demîrtaş, got ku bûyera Farqinê ji bo serokwezîr bû pratîzekirina projeya şer. Demîrtaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demek dirêjê Erdogan qala hewldanên demokratîk dike, lê di destê wî de projeyek ji bo demokrasî û aştiyê nîne.
'Astengiya mezin AKP ye'
Demîrtaş diyar kir ku astengiya herî mezin a li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd polîtîkayên
AKP’ê ne û wiha got: “Ev 30 salin bi vî awayî nêzî pirsgirêka Kurd dibin. piştî 30 salan dîsa heman tişte û AKP jî li heman astê ye. Ez bang li gel dikim. Bi taybetî divê gelê tirk vê fêm bike. Kesên ku zarokên xwe dişînin leşkeriyê vê fêm bikin. Gele ku şer bixwaze tuneye.”
Demîrtaş balkişand ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ‘Em vê pirsgirêkê dikarin di hefteyê de çareser bikin’ û wiha got: “Li hemberî vê gotinê Serokwezîr yek gotinek negot. Berovajê ev cidî negirt. Birêz serokwezîr we tu tiştek ji bo vê pêşniyarê negot. Gelo we bi hevkariya heyetê bersiv da an na? Ger te bersiv dabe te got çi? Em dixwazin vê hîn bibin. Ji ber vê em dixwazin mukare ji vir şûnde vekirî bê meşandin. Ki dibêje çi bila rayagiştî jî bizanibe.”
'Em vê bêwîjdaniyê qebûl nakin'
Demîrtaş anî ziman ku piştî hemû geşedanan wekî ku tu pêşveçûn nehatiye jiyîn, BDP’e bi şaş tê nîşandan û berpirsyariya pêvajoyê girtiye ser xwe. Demîrtaş wiha got: “Nêzî 3 hezar rêveber, endam û şaredarên BDP’ê di girtîgehan de ne. Ev yek hikûmetê kiriye. Dîsa bi bendava hilbijartinê ew em li derveyî parlamentoyê hiştin. Lê me parlamento tercihkiriye. Em dibêjin ji bilî dîalogê rêbaz tune. Lê operasyonê hun dikin. Em vê bêwîcdaniyê qebûl nakin.”
Demîrtaş da zanîn ku ji bo ku pevçûn û operasyon bi dawî bibin tenê rêyek heye û ev jî agirbesta dualiye û wiha pê de çû: “Divê serokwezîr bêje bila PKK çalakiya pêk neyne em jî oerasyonan didin rawestandin. Wê demê emê nîşan bibin ku çareserî çawa pêk tê. Lê her roj dibêje teror û dibêje ez xwesryê nîqaş nakim. Divê CHP li pişt pêşniyara xwe ya Komîsyona Kesên Zana bisekine. Li şûna ku her roj balafir biçin Qendîlê divê tişta makul bê kirin.”
DÎHA /STENBOL