Koma Roja Med a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Serhedê Roja Med li Navenda Hunerê ya Qersê şanoya bi navê “Jan û Jiyan” nîşan da û kêliyên xweş û geş bi temaşevanên xwe da jiyandin. Beriya pêşandana lîsitkê xelatên lîstikvan Asmin Arjîn û xwediyê Kupa Roja Amedê hat dayîn. Piştî xelatdayinê Koma Şano ya Roja Med a di bin baneyê Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê de lîstika “Jan û jiyan” dan pêşandan. Di lîstikê de pirsgirêka Kurd hate ziman û li ser operasyonên siyasî û leşkerî jî rawestiyan. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat. 

QERS / ANF




'Em, Hûn, Ew' li ser dikê ye

Mamosteyên girêdayî Şaxa Egîtîm Sen a Wanê lîstika mehek berê amade kiribûn a bi navê 'Em, Hûn, Ew' li Dika Şanoya Dewletê ya Wanê pêşkêş kirin. Di lîstikê de bal tê kişandin ser mijara pişaftinê ya li ser gelên Kurd, ermenî û romanan. Di lîstikê de pirsgirêka bikaranîna zimanê zikmakî ya Kurdan, pirsgirêka qedexekirina ola Ermeniyan bi zimanekî hunerî hate nîşandin. Mirov dikare lîstika mamoste û xwendekarên dildar tê de dilîzin, di rojên şemî û yekşemê temaşe bike.
Derhêner Mesût Halîtoglu diyar kir ku piştî erdhêja Wanê xwestine çalakiyek cûda pêşkêşî gelê Wanê bikin û ev lîstik derketiye holê. Halîtoglu wiha got: " Me xwest pirsgirêkên ku niha û berê dihatin jiyandin û ji aliyekî hemû kesan dihat zanîn bi aweyekî bi zimanekî din nîşanî wan bidin. Di roja ewil de bi sedan kes me temaşe kir. Heke lîstik were ecibandin em dikarin li Colemêrg, Gever û Bêdlîsê jî pêşkêşî bikin." 

WAN