Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a, „Tiştê ku ez bikim xelas bû“ û şertên Ocalan ê, „Tenduristî, ewlehî û azadiyê“ nirxand. Tugluk, anî ziman ku gelê Kurd Rêberê PKK’ê wekî rêberê xwe qebûl dike û wiha got: „Gelê Kurd Birêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl dikin. Ocalan vîna gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ger ku di qada çareseriya pirsgirêka Kurd de ger ku dê gavek bê avêtin divê daxwazên Birêz Ocalan li ber çavan bê girtin. Divê Ocalan jî di nava vê pêvajoyê de cihê xwe bigire. Di encama têkoşîna gelê Kurd, tevgera gelê Kurd û saziyên demokratîk de dewletê bi Birêz Ocalan re dest bi diyalogan kir. Tevlêbûna Ocalan a vê pêvajoyê ji her kesî re firsetek nû vekiriye.“

‘Hiştina Ocalan a derveyî pêvajoyê nayê qebûlkirin’

Tugluk, anî ziman ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe divê daxwazên Ocalan li ber çavan bên girtin û wiha pêde çû: „Divê Ocalan di nava vê pêvajoyê de cih bigire. Ji bo vê eykê jî divê daxwazên Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bi cih bên. Hiştina Brêz Ocalan a li dervê pêvajoyê û mijarê tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ne Kurd, ne BDP û ne jî KCD nenaskirina Ocalan qebûl nakin. Ji bo ku aştî pêş bikeve divê berî her tiştî Brêz Ocalan azad bibe.“
Tugluk, destnîşn kir ku Ocalan ji bo çareseriyê fedekariyek gelek mezin pêk aniye û xwest ev ked û fedekariya Ocalan a ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê bê dîtin.

‘Divê helwesta Ocalan a dawî bê fêmkirin’

Tugluk, anî ziman ku pêwiste helwesta Ocalan a dawî baş bê famkirin û wiha dawî li axftina xwe anî: „Divê ropa Brêz Ocalan a li ser rêxistinê, gelê kurrd û pêvajoyê baş bê zanin. Divê em hemû baş li ser vê helwesta wî rawestin û bifikin. Di van şert û mercan de pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji ber ku Ocalan ev yek dît helwestek bi vî rengî nişan da. Ji ber vê yekê jî divê dewlet şert û mercên Ocalan baş bike. Ji bo başkirina tenduristiya wî û ewlehiya wî di nava hewldanan de be. Her wiha divê rê li pêşiya Azadiya Ocalan veke ku aştî û demokrasî pêş bikeve.“

SERTAÇ KAYAR / SADIK TOPALOÐLU/DÎHA