Nivîskar û lêkolîner Haluk Gerger bibîrxist ku Tirkiyeyê di warê leşkerî de hemû rêbaz ceribandiye û wiha got: “Ji ber vê yekê tişta hatiye ceribandin û serneketiye careke din bê ceribandin bê wate ye. Tirkiye vê yekê dizane.” Gerger got ku Tirkiye ferq dike ku divê alîkariya Amerîka û rêveberiya Kurd ya Başur bigirin û wiha pê de çû: “Ger vî tiştî pêk bîne dê bêje şert û merc derketiye holê û operasyona îcar nû ye. Ger wisa nebe dê bibe dûbareya yên kevn û nagihêjin encamê. Dibe ku binkeftineke wiha jî negirin ber çavan.”
Haluk Gerger bilêvkir ku di operasyona bejayî ya dersînor de du faktor girîng in û wiha got: “Ya yekem faktora Amerîkayê. Ya din jî rêveberiya Başur û Îran. Îhtîmaleke zeyîf e ku bijarkeya duyem encamê bide. Lê ji ber ku her du alî jî tengav bûne dibe ku biceribînin. Niha li herêmê herkes hemleya xwe dike. Ji ber ku li hêrêmê tê xwestin ku di ava şêlu de masî bigrin.”
Gerger da zanîn ku dewlet dixwazin nerazîbûnên di nava xwe de ji holê rakin û ev tişt got: “Ji ber ku di holê de ye nerazîbûnên naxweyî li Lîbya û Misirê çi encam derxist holê. Dema ev nerazîbuna navxweyî tê bêdengkirin, hinek welat jî dixwazin berê mala xwe dîzayn bikin. Ji bo Tirkiyeyê ev pir girîng e. Di vê navberê de Îran jî ji bo ku mudaxaleya îhtîmal ku li hember wan pêk bê, di pirsgirêka Kurd de hemleyeke nû dike.”
Nagihêjin encamê
Nivîskar û lêkolîner Haluk Gerger da zanîn ku îhtîmala pêkhatina operasyonekî jî heye û wiha pê de çû: “Tecrubeyên paşerojê ji me de dide nîşandin ku bi hemû hêzên xwe leşkerî ve nikarin bigihêjin encamê. Li gorî min hevkariya Tirkiye û Amerîkayê têrê nake. Ger bi awayekî endirek bi riya Amerîkayê Barzanî jî tevlî xwe bikin dibe ku hîn dengeyên leşkerî biguherin. Lê îhtîmala vê yekê jî zêde nîne. Li hember van hemûyan dibe ku ew welat jî bi êşa canê xwe û bi panîk bikevin nav macerayê. Emê vê jî di demeke nêz de bibînin. Lê dê ew jî bibe macerayeke leşkerî û xwînê birije, aloziyê pir derkevin lê nikarin bigihêjin ecamê ango nikarin tasfiye bikin.”
RÛKEN ADALI - ANF - STENBOL