Belê, min di nav bexçeyên ayîngehê û sîbera asêgehê de dîtiye ku çawa ji we yên herî azad azadiya xwe mîna nîr û kelepçeyan hildigirin. Û ji dilê min xwîn herikî ji ber ku hûn tenê hingê dikarin azad bin eger ku daxwaza lêgerîna azadiyê ji we re zirx be jî, eger ku hûn êdî ji azadiyê ne wek armanc û bicîhatinê bipeyivin.
Hûn hingê bi rastî azad in eger rojên we ne bêyî kul û xeman bin û şevên we jî ne bêyî kêmasî û xemgîniyê bin lê dema ew dorlêgirtinê li we dikin û dîsan jî hûn tazî û berbendnekirî hildikevin raserî wan.
Û hûn ê çawa bikarin hilbikevin raserî şev û rojên xwe eger hûn wan zincîran, ên ku we têgihîna nîvroya xwe li dema berbanga spêdeyê pê berbend kiriye, neşkînin ji ber ku bi rastî jî ew, a ku hûn wek azadî dinavînin, ji van zincîran a herî pihêt û bihêz e tevî ku xelekên wê li ber tavê dibiriqin û teyisa xwe didin çavên we jî. Û ma eger hûn azad bibin ji bilî pirtikên ji xwe bi xwe hûn ê dev ji çi berbidin? Eger hûn bixwazin zagonek nedadperwer hilbiweşînin, we bi xwe ew bi destên xwe li ser eniya xwe nivîsiye. Hûn ne dikarin bi şewitandina pirtûkên xwe yên qanûnê û ne jî bi şûştina eniya dadgerên xwe wan qanûnan biruxînin tevî ku hûn hemû ava deryayê jî derbidin ser. Eger hûn bixwazin ku stemkarekî ji ser textê wî biavêjin, pêşî baş binerin ku textê wî, yê ku di dilê we de ye, hatiye ruxandin ji ber ku ma stemkar dê çawan bikariya desthilatiyê li kesên azad û serfiraz bike eger di azadiya wan de stemkarî û di serfiraziya wan de jî rûreşî tine be. Û eger hûn dixwazin ji xemên xwe azad bibin, kesekî ew nekirine barê we lê we bi xwe ew bijartine. Û eger hûn dixwazin ji tirsa xwe bifilitin, ew tirs ne di destê yê hûn jê ditirsin de lê di dilê we bi xwe de ye. Bi rastî her hesta we di we bi xwe de bilebite û ew digihin hev, her tişt, hem ên ku hûn bêriya wan dikin û hem jî yên ku hûn jê ditirsin, hem ên nakok û hem jî yên ku hûn pûte pê didin, hem ên ku hûn hêvî dikin û hem jî yên ku hûn dixwazin jê birevin. Hemû ev tişt rapêçayî mîna tav û sî, ku cotên hev in, di we de dilivin. Û dema sî diçilmise û wenda dibe, ronahiya bermayî ji bo ronahiyek din dibe sî. Û bi vî awayî azadiya we jî, dema ew ji bend û zincîrên xwe azad dibe, bi xwe dibe nîr û zincîrên azadiyek hê mezintir.
Û rahîbe peyivî û got: Ji me re basa Awez û Hezê bike.
Û wî wiha bersivand: Pirî caran giyanê we meydana cengê ye, dema ku awezê ango aqilê û ponijên we li hember hez û xwestekên we di şer de ne. Xwezî min bikariya di giyanê we de bibûma aştîçêker û min bikariya nakokî û dijberiyên we di we de bikirana lihevkirin. Lê ma ez ê çawa bikarim wisan bikim eger hûn bi xwe jî di dilê xwe ne aştîçêker bin û hemû taybetmendiyên xwezaya xwe nepejirînin?
Awez û xwestekên we dûmen û bawana giyanê we ne ya ku mîna keştiyan li deryayê diseyire. Eger bawan û dimenên we nexebitin, hûn dikarin tenê bi birina ba bêser bilivin an jî li nava deryayê bimînin. Ji ber ku eger tenê aqil desthilatdar be, ew hêzek sînorker e lê heza bêçavner û bêrêzkarî jî bi tenê pêtek agir e ku dişewite û xwe pê diruxîne. Loma bihêlin ku bila giyanê we bi awezmendî serkêşiya xwestekên we bike daku xwestekên rojane bi dilxweşî hilbikevin, mîna balinde Fênîks ji xweliyê.

Hêvî dikim ku hûn li aqil û xwestekên xwe wisan binerin mîna ku ew du mêvanên li mala we bin. Bêguman hûn naxwazin hurmet û giramiyê bidin yekî û yek din bê qedir û qîmetê bihêlin. Ji ber ku ew, ê ku kesekî ji yê din baştir dihesibîne, evîn û baweriya herduyan jî ji dest dide.


XELÎL CÎBRAN / Ev pasaj ji pirtûka Xelîl Cîbran a bi navê ’The Prophet-Pêxember’ hatiye wergerandin.