Alîkara Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, diyar kir ku wan bi slogana "Jiyaneke bê jin nemimkun e" xebat dan destpêkirin û navend tenê ji bo jinên Wanê na dê xizmeta hemû jinên herêmê bike.
Orhan, têkildarî navenda dê gelek qurs û semînerên perwerdehiyê lêbên dayîn agahî dan. Orhan, anî ziman ku navendên şêwirmendiyên jinê yên berê hatin avakirin êdî hewcehiyên jinan nabînin û ji ber vê yekê wan biryara navenda avahsaziya wê ji aliyê jinan ve bê amadekirin girtin. Orhan, da zanîn ku nokteya herî girîng a navendê ew e ku jin li baxçeyê wê bên cem hev û sohbetê bikin e û wiha got: "Li vê navendê hem xebatkarên şaredariyê û hem jî hemû jinên Wanê dê bi rehetî pirsgirêkên xwe parve bikin. Ji bo ku çareseriya pirsgirêkên jinan pêk bên em dê di daqên civakî, derunî û hiqûqî piştgiriyê bidin." Orhan, bilêv kir ku bi qursên li navendê jin dê bikaribin piştgiriyê bidin aboriya malbatên xwe. Orhan, destnîşan kir ku bi atolyeyên berik, seramîk, hunera ebrulî, wêne û peyker û pêşniyarên jinan ên cuda dê atolye zêde bibin. 

DÎHA/WAN