
Bi hezaran kes li Dogu Petrolê cenazeyan pêşwazî kirin û merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de rêveberên BDP’a Amedê rêveberên MEYA-DER’ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di merasîmê de polîsan derdorê goristanê dorpêç kirin û di dema hilgirtina cenazeyan de pankart û wêneyên gerîlayên HPG’ê hatin hildan.
Dayika Gerîla Zozan Dogan, Gewrê Dogan û dayika Gerîla Hamdiye Mutaş, Îffet Mutaş bi qêrîn û hawaran qêrînên xwe gihandin asîmanan û kelagirî xistin nava dilê girseyê. Pismamê Zozan Dogan a jî wiha axifî, „Ev evîna me ya azadiyê naqede. Ev evîn naqede“ Cenazeyan herdu gerîlayan bi dirûşmên „Şehîd namirin“, „Bijî serok Apo“, „Ey şehîd xwîna te li erdê namîne“ hate definkirin. Dayika dilşewat helbest xwend Piştî ku definkirina cenazeyan bi dawî bû, li ser navê MEYA-DER’ê Mehmet Yaşar Axivî û wiha got, „Dilê dayikên me çiqas biêşe jî disa dibêjin aştî û disa dibêjin bila ev xwîn bi dawî bibe. Lê dewlet di operasyonan de israr dike û dîsa mirov tên kuştin. Dewlet di şer de jî qanûnan binpê dikin.“
Piştî axaftina Yaşar, hemwelatiyan li ser gorên gerîlayan dua kirin û dayika Hamdiye Mutas Îffet Mutas gora keça xwe hembêz kir û helbest xwend. Di helbestê de hestên xwe de wiha got; „Berfa çiya berf heliya, berfa çiya gula çiya, keça min bû bûka çiya ye“
Şîn li Mala Şînê ya Batîkanê tê qebûlkirin. n AMED