Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê de bal kişand ser mijarên girîng. Demîrtaş, anî ziman ku li dijî Ocalan komployek navnetewewî pêk hat û wiha got: "Armanca vê komployê teslîmgirtina Tirkiyeyê, teslîmgirtina pêşeroja Tirkiyeyê bû. Lê ev komplo bi ser neket. Hêzên navneteweyî dema Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kir xwest şerê li nava Tirkiyeyê pêş bixe û projeya Mezin a Rojhilata Navîn têxe meriyetê. Armanca din jî siyaseta Tirkiyeyê bi dest bixe û hêza Tirkiyeyê pişkîne. Lê bi têkoşîna gelê Kurd û sekna Ocalan 13 salin ev armanca komplogeran vala derket. Li hemberî komplogeran Birêz Ocalan agirbesta yek alî îlan kir, hêzên xwe derxist dervê sînor û ji bo aştiyek mayinde ket nava hewldanan. Bi Tirkiyeyê re ket nava muzakereyan. Firset neda hêzên serdest ku Tirkiyeyê bikin gola xwîne."
Demîrtaş, da zanîn ku berpirsiyarê serkeftina komployê hikûmete û wiha axivî: "Rola Îsraîlê, DYA, NY'ê yên di nava komployê de derket holê. Em dîsa dibêjin ev komplo bi destê hêzên navneteweyî pêk hatiye. Em dê her tim li dijî vê komployê li kolanan bin. Em dîsa her tim û li her derê diparêzin ku pêkanînên li Îmraliyê bi dawî bibin û şert û mercên Îmralî bên başkirin. Em dê her tim li kolanan bin." 


'Hikûmetê Tirkiye xist nava çiravê'
Demîrtaş, polîtîkayên Hikûmetê yên Îmraliyê rexne kir û wiha berdewam kir: "Ger ku hikûmet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike divê berî her tiştî polîtîkayên xwe yên li hemberî Îmraliyê biguhere. Divê berî her tiştî dawî li tecrîda di nava tecrîdê de bîne. Em tu carî li hemberî vê komployê bêdeng namînin û em tê her tim û li her derê şermezar bikin û li qadan bin."
'Krîza MÎT'ê krîza AKP'ê ye'
Demîrtaş, anî ziman ku krîza MÎT'ê bi destê hikûmetê AKP'ê hatiye avakirin û wiha axivî: "Ev krîz li ser berjewendiyên siyasî yên hikûmeta AKP'ê derketin holê. Krîza serdestiya îxtîdarê ye. Krîza navxweyi ya AKP'ê bûye krîza Tirkiyeyê û niha dikin malê Tirkiyeyê." Demîrtaş, helwesta dozgeran jî rexne kir û wiha got: "Ger ku dozger dixwaze lêpirsînê veke divê berî her tiştî kesên gund vala kirine, mirov kuştine û generalên gund şewitandine û bi hezaran welatî winda kirine darizîne."

'AKP li pey lîstika ye'

Demîrtaş da zanîn ku di nava wan de MÎT tune û kesên dixwazin di nava wan de kesan wekî endamê MÎT'ê nîşan bide armanc dikin ku wan berdin nava hev û aloziya nava partiya wan zêde bike û wiha got: "Em dê bi berxwedana xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya bi biryar daxwaza vana vala derxin. Demîrtaş, girtina 36 parêzeran rexne kir û wiha got: "Ger ku hikûmet dixwaze pirsgirêkê çareser bike divê rayeyek zêde bide diyalog û muzakereyan. Demîrtaş, anî ziman ku li şûna 36 parêzeran bigire, bila zagonê derxe û rê li pêşiya muzakereyan veke.
Demîrtaş, ji bo makeqanûna demokratîk bê sazkirin jî daxawzên gelê Kurd rêz kir û wiha pêde çû: "Divê berî her tişî nasname û statuya gelê Kurd bê nasîn. Divê tecrîda li ser Brêz Ocalan bi dawî bibe û muzakere û diyalog dest pê bikin. Ji bo vê yekê jî divê şertên wî bên başkirin. Divê siyasetmedarên girtî bên berdan. Pêwiste operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Divê peyvira rêveberiyên herêmî bên zêdekirin. Astengiyên li pêş raman û azadiyê û astengiyên li ser çameniyê bên rakirin.

DÎHA/ENQERE