Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya yekemîn salvegera tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bi awayeke tund Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji ber gefên li hemberî Rojavayê Kurdistanê hişyar kir.
KCK’ê destnîşan kir ku ev pêvajoya dîrokî ji bo Rojhilata Navîn, Cîhan û bi taybet ji bo gelê Kurd pêvajoyeke pir girîng e û da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd îro gihiştiye astek girîng. KCK’ê diyar kir ku herêm dê ji nû ve were dîzaynkirin û ev tişt got: “Ji sîstema beriya 89 salan a bi Peymana Lozanê li herêmê hat danîn herî zêde gelê Kurdistanê zarar girtiye. Ji ber ku her çendî yek ji gelên herî kevnar ên herêmê be, bi vê peymanê hebûna gelê Kurd bi temamî hatiye înkarkirin û Kurdan li çar parçeyan hatiye dabeşkirin. Piştî vê bêmafiya mezin a li hemberî gelê Kurd hat kirin û heta niha li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bi zext, tundî, komkujî û qanûnên îskan re rû bi rû maye.”
KCK’ê bal kişand li ser konsepta tunekirina ya li hemberî gelê Kurd û wiha domand: “Piştî ku dewleta mêtînger a Tirk rastiya li herêmê dît, ji bo Kurd ji vê pêvajoyê feyde negirin, xwest tevgera me bin bixe û konsepta perçiqandinê ya li hemberî gelê me di 2011’an de anî rojeva xwe. Ji ber vê sedemê hevdîtinên Îmralî û Oslo yên di wê demê de berdewam dikirin bi dawî kir û dest bi pêvajoyeke nû ya şer kir.”

Terora dewletê 
KCK’ê di berdewam daxuyaniya xwe de bal kişandi li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û ev tişt got: “Rêbertiya me di 27’ê tîrmeha 2011’an de helwest nîşanî polîtîkayên mijûlkirin, ên hikûmeta AKP’ê da û diyar kir ku ew xwe ji van hevdîtina vedikişîne û xwestiye pêvajo li gorî armanca aşitî û çareseriyê pêş bikeve. Li hemberî vê jî sîstema îşkenceya û tecrîda giran a ku tu bingehê wê yê hiqûqî û exlaqî tune ye daye destpêkirin.”
KCK’ê bal kişand li ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî vê yekê û ev tişt got: “Saziyên navneteweyî û dewletên Yekitiya Ewropa yên ku li hemberî vê yekê bê deng dimînin, nîşan didin ka çiqas hevkarê vê konsepta şer a li hemberî Kurdan tê meşandin in. Bi aşkereyî piştgirî didin vê konseptê. Dewleta AKP’ê ji vê nêzîkatiya hêzên navneteweyî cesaretê digire û li Kurdistanê terora dewletê pêk tîne.”
KCK’ê bang li hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat kir û xwest li hemberî sîstema esaretê ya Îmrali, êrîşên faşîst û terora dewleta AKP’ê bedeng namînin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet ji 27’ê tîrmeha 2011 ve bi berxwedan çalakiyên cûda yên weke grevên birçîbûnê û çalakiyên din ên civakî li dar xistine. Careke din nîşan daye ku heta gelê me azadiya Rêber Apo û statuyekê bi dest nexin, dê bênavber têkoşîna xwe li her qadê bidomînin.”
KCK da zanîn ku gelê Rojavayê Kurdistanê ne tenê ye û di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hemû Kurdên li perçeyên din ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihijin mafê xwe wê alîkarî bidin. Ger AKP har bibe û mudaxaleyekî li vîna Kurdan bike hemû Kurd jî wê li hemberî Dewleta Tirk tevbigerin. Di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, hemû gelê Kurdistanê li hemberî êrîşeke li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bêdeng namînîn.”

ANF/BEHDÎNAN