Hê di vê dema fezayê de jî yênîçerî? Na, em li dij vê bêdeng nemînin. Divê em nehêlin ku ew zarokên me bibin û ji bo artêşa îmaman têkin yênîçerî!
Dibêjin; dîrok xwe nacarîne, lê dema mijar Tirk û serkarên Tirkan be, ev tespît ne rast e. Carê çanda serkarên Tirk, xwe li ser duringan (tekraran) avakiriye. Ew tenê navên tiştan û tevgeran diguherînin, carnan jî wek qeyseriyê behsa „tiştên baş“ dike, heman tiştî boyax dikin û wisa difiroşin. Ev mijara devşîrmekirina elemanên ji bo YÊNÎÇERÎyan jî, tu carî rastiya xwe neguherandiye. Tenê nav û carnan jî bi awayê poşandinê teşe guherîne.
Di dema osmaniyan de li Anatolya û Balkanan bi kotekê û bi awayekî zalîmane, zarokên xiristiyanan yên lawinî yên ku hê di temenê pênc saliyê de bûn, ji wan digirtin, dibirin di dibistanên „Kurên naşî“ (acemi oglanlar) de perwerde dikirin û dikirin yênîçerî. Li pey serîşuştin û perwerdeya leşkerî, wan cardin ew yênçerî wek kujêr dişandin Balkanan, bav û bira, xwişk û dayîkên wan yênîçeriyan bi destê wan didan kuştin. Yan jî bi vî awayî rêya zinaya xwişk û birayan didan vekirin, lewra wan yênîçeriyan ku di dema dagirkirinê de dest davêtin namûsan, ew jin xwişkên wan jî bana, wan ew nedinasîn.
Li pey rakirina yênîçeriyan, di bin navê „nîzamê cedîd“ de artêşeke nû ku ji xortên mislimanan dihate devşîrmekirin, hatibû avakirin. Li gel wê li Balakanan gelek komê mîlîsan yên ji mirovên devşîrme yên Tirk-îslamkirî, li gel wan li Anatolyayê jî, di bin navê „Alayên hemîdiye“ de mîlîs hatibûn devşîrmekirin.
Vê awa devşîrmekirinê, di dema kemalîstên qaşo layîq de di kesayetiya malên sêwiyan, û YIBO (Yatili bolgeokulu) ango „dibistanên lêman“ de teşe guherî. Her çendî armanca bingehîn ya van dibistanan bişaftin jî bû, ew zarok ji bo xizmeta dewletê jî dihatin amadekirin. Ku bi deh hezaran kesên di van makînên mejîşuştinê re derbazbûne, hê îro jî di xizmeta dewletê de ne. Ji nijada xwe re dijminî dikin. Dîsa di Dema kujeriyan de, xwerû di kujeriya Dêrsim de bi hezaran zarokên Kurd birin, hin di malên sêwiyan de, hin jî wekî xizmetkarên serbazan û jinên serbazan mîna kole û xulaman hatin xebitandin. Ew birîna wê rojê hê îro jî qafik negirtiye, her xwîn jê tê û êşa wê xwe dide tevahiya Kurdistanê.
Di dema serkariya Erdogan-Gulen ên neoosmanî de tenê malên xwendekaran, dibistanên amadekirina propogandîstên di xizmeta sentêza Tirk îslam de bes nehat dîtin, lema jî wan navên dibistanên kurên naşî guherîn, hinek boyaxa Qeyseriyê lê dan û di bin navê „sevgî evî“ de (qaşo mala hezkirinê) navendên serî şuştinê dan avakirin. Ev dibistanên kurên naşî ji bo ARTÊŞA ÎMAMAN yênêçeriyên nû amade dikin.
Bele, berê bi fermana derebey ê bi beylebeyî ve girêdayî, zarokên xiristiyanan bi kotekê ji dê û bavên xiristiyan dihatin standin, niha jî bi fermana waliyên di dibistanên fetullahî de hatinin perwerdekirin, zarokên Kurdan bi kotekê digirin, dibin, di wan dibistanên zebaniyan de perwerde dikin û dikin yênîçeriyê nûjen, daku bikanin wan; yan wek leşkerê bi pere, yan mîna ajan, yan jî nola propogandîstên fetullahiyên bêîman bidin amadekirin.
Waliyê Amede jî ji peyayê cemaetê yê Erzîncanê ye. Mirovên li Erzîncanê wek Tirk tên nasîn, dewletê ew anîne û di wî bakjarî de bi cih kirine. Hin ji wan sabatîst in. Ew tev de bi destê dewletê bi awayê cematan hatine organîzekirin. Lew re dewleta Tirk, ev bajar wek pindeke stratejîk ji bo bişaftin û pêşî li serhildana Kurdan û Kurdistana serbixwe girtinê hilbijartiye. Gotinên Îsmetê Ker û yê sererkanê netewî Fewzî Çakmak ên li ser vî bajarî, gelek zelal in û hima bigire bi hêla her kesî ve tê zanîn. Lema cara yekem wî waliyê ev projeya civandina „kurên naşî“ li Amedê bi kotekê da destpêkirin û pênc zarokên Kurd ji dê û bavên wan bi zorê standin û şandin van dibistanên kurên naşî (ecemi oglanlar okulu). Ev destpêka civandina kurên naşî ye! Wê li her bajarî vê devşîrmekirinê bidin destpêkirin. Divê em li dij vê derbikevin. Rê nedin wan. Hê di vê dema dagirtina fezayê de jî „Kuren naşî ji bo yênîçeriyên“ fetulahî? Na , Na Na! Em ji vê re na bibêjin!
Ev çanda osmanî ya ku Erdogan-Fetullah cardin kirine rojevê, çandeke; dijmirovî, dij mafê zarokan, dij îslamî, dij etîk û sinca gelan e. Ev talûkeyeke gelek mezin e. Divê em vê ne tenê wek nûçeyekê guhdarî bikin û derbaz bibin. Ji ber ku ev civandina zarokan hê di despêkê de ye, divê em vê lîstika osmaniyan deşîfre bikin û vala bidin derxistin.
‘Kurên naşî ji bo yênîçeriyên fetullahi?’ NA!