
Bîrtane destnîşan kir ku astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên bi parêzerên wî re rûyê hikûmetê yê rasteqîn diyar dike û wiha got; "Gelê Kurd wekî heta niha, ji vir û pê de jî ew ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşe.
'Çapemeniya azad dengê gelê Kurd e'
Bîrtane bal kişand li ser pêkûtiyên dijî çapemeniya azad, serdegirtina saziyên çapemeniyê û girtina 35 rojnamevanan û wiha axivî: "Girtina rojnamevanan şerma Tirkiyê ye. Li Tirkiyê bi girtinan azadî pêk nayê. Dengê çapemeniya azad jî tu caran bi vî rengî dê neyê birîn. Heke pêwîst bike em hemû dê li şûna rojnamevanên hatine girtin nûçegihaniyê bikin."
DÎHA/QERS
Hevdîtin asteng kirin
Wezareta Dadê daxwaza BDP'ê ya bi Ocalan re hevdîtinê bike red kir her wiha hewldana parêzeran a çûyina Îmraliyê careke din hate asteng kirin.
Wezareta Dadê daxwaza BDP'êk ya di 30'ê kanunê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina vekirî bikin red kir.
Wezareta Dadê, daxwaza BDP'ê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi navê Cumalî Karasu, Hasbî Aydemîr, Şehmuz Poyraz, Bayram Kaymaz û Hakki Alkan re hevdîtina vekirî bike red kir. Li ser navê Wezareta Dadê Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiv da û di bersivê de wiha got: "Daxwaz we ya kesên navê wan derbas dibin hate lêkolînkirin. Daxwaza we ya ji bo kesên navê wan derbas dibin erênî nehate dîtin."
BDP'ê ji bo di 30'ê kanunê de bir Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi navê Cumalî Karasu, Hasbî Aydemîr, Şehmuz Poyraz, Bayram Kaymaz û Hakki Alkan re bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak, Parlementera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk, Parlementera Amedê ya serbixwe Leyla Zana, parlementerên BDP'ê Ayla Akata Ata, Emîne Ayna, Sebahat Tuncel, Nursel Aydogan û Mulkeyî Bîrtane hevdîtina vekirî pêk bînin kiribû.Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo bi Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" hatin astengkirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 153 rojin nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin pêk bîne, ji bo hevdîtina asayî ya hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrasyê dan. Parêzerên Ocalan Mazlum Dinç, Huseyîn Bogatekin û Ayşe Acînîkli ku serê sibê serî li dozgeriyê û Îdareya Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind dan bersîva neyînî girtin. Rayedaran dîsa bi hincçeta "Keştî xerabe ye" serlêdana parêzeran red kir.
Parêzerên Ocalan ku 153 rojin nikarin biçin Îmraliyê herî dawî di 27'ê Tîrmehê de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn.
ENQERE