Baydemîr ji Şirnexê ji bo Rojavayê Tirkiyeyê bangawazî kir û wiha got: "Bi rastî jî heke hûn biratî, aramî, yeksanî/wekhevî û dadê/edaletê dixwazin, divê hûn li Şirnexê binêrin. Niha li Şirnexê kesên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, xebatkarên partiyê, şaredar hemû hatine girtin. Di nava sînorê Şirnexê de hema li derve şaredarên me neman, hema bigire hemû hatin girtin. Ma qet li deverên din ên cîhanê tiştekî wisa heye?"
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Yenîşehîra Amedê Selîm Kûrbanoglû, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag, Şaredara Baglarê Yuksel Baran çûn serdana Şaredariya Şirnexê. Şaredarên Amedê ji ber girtina şaredarên herêma Şirnexê ji bo piştgiriyê hatin Şirnexê û ji aliyê Wekîlê Şaredarê Şirnexê Faîk Saltan ve hatin pêşwazîkirin. Şaredar derbasî odeya şaredar Ramazan Ûysal bûn û li vir Baydemîr axaftineke kurt kir. Baydemîr destnîşan kir ku ew li ser navê Yekîtiya Şaredariyê Başûrêrojava û li ser navê hemû gelê Kurd hatine serdana Şaredariya Şirnexê.

Baydemîr anî ziman ku ev girtin û binçavkirin, zilm e û wiha berdewam kir: "Ev ne ya ewil e ne jî dawî ye. Em ê bi yekîtiyê, vê zilmê derbas bikin. Em heta niha 8 saetan dixebitîn, lê êdî em ê ji bo gelê xwe 16 saetan bixebitin. Ew çiqas bigirin em ê zêdetir bixebitin. Dixwazin me bişînin zindanan an jî bikin binaxê, em tu caran dev ji têkoşîna xwe bernadin. Piştre têkîldarî xebatên şaredariyê de ji wekîlê şaredar û endamên meclîsê agahî girt. Baydemîr piştre li ber avahiya şaredariyê peyamek da rojavayê Tirkeyeyê û wiha got: "Bi rastî jî heke hûn biratî, aramî, yeksanî/wekhevî û dadê/edaletê dixwazin, divê hûn li Şirnexê binêrin.’’ 

ANF/ŞIRNEX