Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rewşa Sûriyeyê û têkildarî vê yekê plan, hesab û helwesta hikûmeta AKP’ê nirxand. Bayik destnîşan kir ku li Sûriyeyê guhertin êdî xwe ferz dike û tiştê niha tê gutogokirin ewe ka li dewsa rejîma berê yeke xwedî karakterekî çawa were sazkirin . Bayik destnîşan kir ku li Sûriyeyê jî çareseriyeke mayinde têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd e û di guhertinê de rola kurdan diyarker e.
Bayik destnîşan kir ku li Sûriyeyê tenê bi guhertina desilatdariyê dê tiştek neyê guhertin û têkildarî mijarê wiha got: „Ne mumkun e ku li Sûriyeyê desilatdarî bi karakterê xwe yê kevin karibe li ser lingan bimîne. Neçar divê Sûriye were guhertin. Bi desilatdariya blokên kevin Sûriye nikare li ser lingan bimîne. Tiştê niha tê guftûgo kirin ewe ka rejîma nû dê xwedî karakterekî çawa be. Di vê mijarê de pozisyona Kurdan stratejîk e. Li Sûriyeyê desilatdarî dê were guhertin lê dê rejîmeke çawa be; dê rejîmeke demokratîk be an li dewsa ya kevin blokên nû yên ne demokratîk werin dewsa wê? Ya girîng jî bersiva vê pirsê ye.“

‘Beyî çareseriyapirsgirêka Kurd nabe’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku guhertineke demokratîk a li Sûriyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd mumkun e û wiha berdewam kir: „Guhertineke bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd dê tenê were wateya guherîna desilatdariyê. Ji ber vê yekê pozîsyona kurdan stratejîk e. Hebûna Kurdan a di têkoşîna demokratîk de, qebûl kirina mafên demokratîk û xwe bi xwe rêvebirina Kurdan dê were wateya xwe gihandina sîsetemeke piranî ya demokratîk a Sûriyeyê jî. Li Sûriyeyê ku Kurd mafê rêveberiya xwe ya demokratîk bidest bixin dê hemû hebûnên etnîkî û olî bigihin azadiya xwe.“
Bayik bal kişand ku di rewşeke berovajî vê yekê de tişta bi navê guhertinê tenê hatine ser desilatdariyê ya beşên nû ye bi navê demokrasiyê tu tişt pêk nayê.

‘Wê bandorê li parçeyên din jî bike’
Bayik ragihand ku li Sûriyeyê bidestxistina mafên demokratîk û xwe bi xwe rêvebirina Kurdan, yanî bidest  xistina çeperan dê bandorê li parçeyên din yên Kurdistanê jî bike û wiha bi nirxandina xwe de çû: „Bi taybetî li Tirkiyeyê ku sînorê wê bi Sûriyeyê ve zêde ye dê ev destkeftî yekser bandorê bike. Heger 3 milyon Kurdên li Sûriyeyhe mafê rêveberiya xweser bidest bixe, dê Tirkiye jî di warê maf dayina 20 milyon Kurdên di nava sînorê wê de dijîn bêzar û neçar bibe. Dê nema karibe daxwaza Xweseriya Demokratîk red bike.“

‘Hewldanê Tirkiyeyê li dij Kurdan e’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku sedema cîhgirtina Tirkiyeyê ya di pêvajoya guherîna Sûriyeyê de ji bo astengkirina bidestxistina mafê Kurda ye û ji bo vê yekê jî pişta xwe daye rêxistina Birayên Misilman. Bayık ji bo helwesta Tirkiyeyê jî wiha got: „Tu têkiliya hewldanên Tirkiyeyê bi vîcdan, mafê mirovan û demokratîk kirinê re tune ye. Ev tev demagojî ne. Ji xwe kes jê bawer jî nake. Herkes dizane ku hedefeke bi tenê ya Tirkiyeyê heye ew jî astengkirina Kurdan e. Ji bo Kurd sûdê wernegirin Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê sîstemeke demokratîk were avakirin. Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê divê were zanîn ku Tirkiye ye. Ji ber vê yekê jî Tirkiye naxwaze maxalefeta Sûriyeyê karekter û taybetmendiyên demokratîk bidest bixe. Her wiha hêza ku plana Annan hêna di destpêkê de bê bandor kir jî Tirkiye ye.“

Xetereyên li pêşiya Kurdan
Bayik têkildarî paşerojê û xetereyên li pêşiya Kurdan de jî nerînên xwe wisa formûle kirin: „Kurd hêza herî zindî û demokratîk in li Sûriyeyê. Herkes vê rastiyê dizane. Ya girîn ji bo Kurdan avakirina yekîtiyê ye. Heger yekîtî were avakirin di pêvajoya guherîna Sûriyeyê de dê nikaribin Kurdan li derve bihêlin. Ji xwe dewleta Tirk dixwaze Kurdan parçe bike û ji bo vê yekê jî hêza herî dînamîk PYD’ê tevî hin partiyên kurd û bi desteka hêzên derve dixwaze bê bandor bike. Ev helwesteke xeter e. Hêza ku herî zêde sûdê bide demokratîkbûna Sûriyeyê bêgûman Kurd in. Lewra divê Kurd neyên lîstikan û bi avakirina yekîtiya xwe ji vê derfeta dîrokî feydeyê bigirin mafê xwe bidest bixin.“

NAVENDA NÛÇEYAN