
Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, ku tevl’ II. Komxebata Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû û diyar kir ku êdî gelê Kurd naxwaze bê statu bijî û ji bo vê jî hêviya gel ew e ku xweseriya demokratîk were avakirin. Zenderlîoglû got; “Her kes jî baş dizane gelê Kurd gelekî qedîm e û li Mezopotamyayê xwedî xakekî pîroz e, xwedî bawermendî, ziman, çand û aboriyekê ye. Kurd niha jixwe xweser in. Di navbera xwe de bazirganiyê dikin, aboriya wan heye. Her çiqas bêjin ev şiklekî kevnare jî Kurd kar û barê xwe wiha dikin.”
Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husammetîn Zenderlîoglu, ku tevli II. Komxebata Kongreya Civaka Demokratîk bû, pirsên ANF’ê yên der barê xweseriya demokratîk û ceribandinên gelên din ên pêvajonê aştiyê de bersivand.
Li rojavaya Tirkiyeyê der barê xweseriya demokratîk de gelek gilî û gazinc hatin kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Bi rastî Kurd îro di pêvajoyek gelek tije û dijwar de diborin. Aliyekê rewşekî awarte heye, aliyekê jî têkoşînekî bêhempa heye. Ev nayê înkarkirin. Gelê Kurd ev demeke li ser xweseriya demokratîk nîqaşan dike. Xweseriya Demokratîk îro derneketiye holê ev 6-7 sale di raya giştî de tê nîqaşkirin 14’yê tîrmeha 2011’an de hat îlankirin. Ji ber îlankirinê jî gelek nîqaş hatin kirin. Hin rexneyên neheqî jî hatin kirin. Gelek gilî û gazincên raya giştî ya Tirkiyeyê jî çêbûn. Ev gilî û gazincên wan jî ji ber nezanîna wan çêbû. Ji destpêka avakirina gelan heta niha gelek ceribandinên xweseriyê hene. Ev ceribandin ji dema keyayan an jî qralan dest pê dike û heta dema dîktatoran jî, hatine avakirin. Lê her tişt bi têkoşînê hatiye avakirin. Ji bo jiyanek baştir ev têkoşîn hatine dayîn.
‘Gelê Kurd naxwaze bêsitatû bijî'
Hin derdor di dema nîqaşên xweseriyê de bertek nîşan didin û van nîqaşan wekî hewldanên parçekirina Tirkiyeyê didin nîşandan. Sedema vê yekî çi ye?
Kî be bila bibe, hes dikî civak, hes dikî dewlet ger bingeha xwe ser edaletê nehatibe avakirin, tên rûxandin. Çawa tê rûxandin? Pêşiyê di hundirê xwe de dirize, ev rizandin li derveyê wê jî bandor dike. Niha Kurd jî dixwazin li dijî van rizandinan xwe rêxistin bikin. 40 milyon gelê Kurd êdî naxwaze bê statu bijî. Ev daxwaziya wan daxwaziyek demokratîk e. Ev daxwazên demokratîk li ser rêgezên mirovahiyê tên avakirin. Tirkiye li her derê dibêje van dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin. Tiştek wisa tune ye. Dema Kurdan di got em dê Kurdistanê ava bikin, Kurdistanekî gewremend em dê li çar perçeyan ava bikin, bi aşkereyî digotin. Niha jî dibêjin ‘na zirufên cihanê hatine guhertin’. Jixwe ev sînorên ku di navbera dewletan de hatine xîzkirin niha di dilê Kurdan de ji holê rabûye.
‘Hêviya gel avakirina xweseriyê ye'
Li gor we asta avakirina xweseriya demokratîk li Bakûrê Kurdistanê niha di çi rewşê de ye?
Her kes jî baş dizane gelê Kurd gelekî qedîm e û li Mezopotamyayê xwedî xakekî pîroz e, xwedî bawermendî, ziman, çand û aboriyekê ye. Kurd niha jixwe xweser in. Di navbera xwe de bazirganiyê dikin, aboriya wan heye. Her çiqas bêjin ev şiklekî kevnare jî Kurd kar û barê xwe wiha dikin. Ger kesek an jî civakek xwedî aborî, çand û zimenekî nebe wê winda bibe. Gelê Kurd, xwedî fikr û ramanekî netewî ye jî. Ev netewetî ne îlahî li ser avakirina dewletê ye.
Mînaka Baskê
Îro têkoşîna gelê Kurd li her deverê rastî rêzgirtinê tê. Gel jî baweriya xwe bi tevgera azadiyê aniye. Hêviya gel avakirinan xweseriya demokratîk e. Ji bo wê jî em tecrubeyên gelê din ên di van merheleyan de derbas bûne parve dikin. Em bêjin IRA. Gelo aştiya wan çawa pêk hatiye. Aştî di rojekî de pêk nehatiye. Bi hezaran endamên wê di girtîgehê de bûne, dîsa gelek endamên wê di grevên birçîbûnê de bûne. Gelek hevalên wan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Aştiya wan bi têkoşînek gelek mezin pêk hatiye. Îro di roja me de êdî tama azadiyê ketiye devê gelê Kurd. Gelê Kurd êş û janên ku tên jiyandin wekî hingivîn pêşwazî dike. Ji ber van êdî gelê Kurd jî bûye xwedî tecrubeyekî. Gelê Kurd di meşiyê xwe de sînor rakirine. Êdî wekî serbixwe xwe hîs dike. Gelê Kurd ji bo xwe bi rêve bibe hêdî hêdî di li gelek aliyan de bi rêxistin dike.
‘Dewlet derketiye nêçîrê'
Dewlet ji bo ku hewldanên avakirina xweseriya demokratîk têk bibe dest bi operasyonên siyasî kir û di encamê de niha nêzî 8 hezar siyasetmadar girtî ne. Gelo vê yekê baondor li ser xebatan kiriye?
Dewlet wekî nêçîrvanekî ketiye dû siyasetmedarên Kurd. Îro 6-7 hezar kadroyên BDP’ê hatine girtin. Gelo partiyek din evqas endamên wê hatibûn girtin, dikarî dîsa siyaset bimeşîne? Lê gelê Kurd hem li hemberî tecrîda li ser Birêz Ocalan hem jî li hemberî van pêkutiyan her roj di têkoşînê de ye. Ev têkoşîna me jî wê bê navber heta serkeftinê bidome.
ADAR SERHAT - ANF/AMED