Serokê Rexistina Wejîn û Jenosîda Barzanîyan Hazim Mihamed Biley, dîyar kir ku kurd beguman her dem li hemû bajarên kurdan di bin zilm û zordariya desthilatdaran de ne. Biley, da zanîn ku li Tirkiyeyê, Îran û Iraqê jî wisa ye. Biley aşkera kir ku gelek zext li ser kurden Bakûrê Kurdistanê henê û wiha got: “Gelek zext û zordarî li ser gele kurdên Bakûrê Kurdistan hatin meşandin. Îşkence, qirkirin û gelek pekanînên dij mirovahî li dijî wan pêk anîn. Îro jî bi heman rengî dewleta tirk dixwaze tekoşîna kurdan ya Bakûrê Kurdistan bi reyên tund bitepisîne. Ji bo vê yekê têk bibe jî êrişên sîyasî û leşkerî pêk tînne. Dixwaze sînor darbas bikin û destdirejî destkeftîyen kurdên Başûrê Kurdistanê jî bike. Lazimê demek zûtirîn dewleta tirk bizanibê ku ev pirsgerek bi reyên leşkerî û tûndî çaresêr nabe. Divê bi reya aştîyanê û demokrasî ev pirsgerek bê çaraserkirin û mafên kurden Bakûrê Kurdistan bê dayîn. Divê gelê kurd jî wekî gelên din azad bijîn.”


Mihamed: Zordest di dawiyê de têk diçin
Seroke Komeleya Qûrbanîya Kîmyabaranên Xalepçê Lokman Ebdûlqadir Mihamed jî, bal kişand ser êrîşen artêşa tirk ên li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê û wiha got: “Bi rastî jî em jî ji van pêkanîn tirk nerazî nin. Rejîma tirk jî wek rejîmên din en baasî û farsî zext û zordarîya bi ser gelen kurd dimeşînin û dixwazin kurdan ji holê rakin. Di peşveçûnên dawî de hate dîtin ku rejîm û desthilatên heremên despot yek û yek têk diçin. Lazim e dewleta tirk û ya Îran jî ji wan ji xwe re encaman derxîn e” Mihamed, da zanîn ku tu desthilatdar bi zext û zordarîyan li ser piyan nemane û wiha axivî: “Divê ji mafên gelê kurd re rêzê bigirin. Mafên gelê kurd dixwazin mafên rewa yen wekê gelen din en cîhanê ne. Kurd jî wek milletên din yên cîhanê dixwazin azad û bikeyfxweşî bijîn. Lazime ev rewşa holê bi reyen aştîyane bi dawî bibin û pirsgerekên xwe bi giftigo û niqaşên ser maseyan çareser bikin.”

Saîd: Em hewl didin komkûjîyan asteng bikin

Rewebirê Rexistina Federasyonê Dijî Jenosîda Kurdistanê Necmedîn Muhammed Saîd ji bal kişand ser hewldanên federasyonê û wiha got: “Em demek direjên hewl didin ku ev komkûjîya li ser kurdan ben lekolîn kirin. Lazime Kurd jî weke gel û neteweyên din mafê wan yen rewa bên parastin û jiyana wan jî dibin temînatê de girtin. Em hewl didin ku ev komkûjîya ser gele kurd hatîne meşandin disa ney dûbarê kirin. Çi li Iraq, Tirkîyê û Îranê be lazime em peşîya komkûjîyan bigrin. Destûrê nedikin ev dewlet li ser kurdan komkûjîyan pek bînin.”

DÎHA/HEWLÊR