Di bin navê pêdiviya bi enerjiya ceryanê bêyî ku binesazî bê amadekirin Santralên Hîdroelektrîk (HES) têne çêkirin û bi vî rengî qadên jiyanê û xweşîkbûnên xwezayê wekî ku têne qirkirin. Yek ji wan cihê ku bi qirkirina xwezayê re rû bi rû dimîne Wan e. Lê li bajar li gel ku 38 projeyên HES û bendavan hene jî li dijî vê yekê rêveberiyên herêmî, rêxistinên sivîl ên civakî û welatî bêdeng in. Serokê Komeleya Çavdarên Xwezayê Prof.Dr Mustafa Sari diyar ku li herêmê çavkaniyên dewlemend ên avê hene û ji ber vê yekê jî xwedî ciheke girîng e. Sari destnîşan kir ku herêm bi awayeke stratejîk hatiye diyarkirin ji ber vê yekê jî divê li vê derê hemê xebatên HES û bendavan bêne rawestandin.


‘Li nexşeyê dinêrin û HES’an çêdikin’
Sari got ku li ser çavkaniyên Dîcleyê ku li dora Hewzeya Gola Wanê ye gelek projeyên HES û bendavan têne plankirin û wiha berdewam kir: “Dema ku plansazî tê kirin li vê derê lêkolînek nayê kirin ji kesekî nayê pirsin ku çavkaniyên avê dê ji bilî hilberîna enerjiyê çawa bê bikaranîn. Em Dekanê Fakulteyê me. Der barê HES’ên ku têne çênekirin de tiştek ji min nehat pirsîn û agahî jî nehat xwestin. Dîsa em saziyeke sivîl in, qet fikra me nehat pirsîn. Li Enqereyê rûdinên û dibêjin ‘debiya vî çemî evqas e, ya wê evqas e’ ango li nexşeyê dinêrin û ji bo çêkirina HES’an plansazî tê kirin.
Sari bilêv kir ku li herêmê dê bi HES’an re nebatên endemîk, jiyana kovî û sektora masiyan tune bibe û got ku divê li hemberî vê qirkirinê bêdengî çênebe. Sari anî ziman ku di piştî 40-50 salan li herêmên Deryaya Spî, Ege û Anatolyaya Navîn bi taybetî hilberîna masiyan dê kêm bibe û ji bo hilberînê cihên cuda bigere.
Sari bi bîr xist ku li ser çemê Mîks û çemê Şaxê û çavkaniyên Dîcleyê ne bi dehan projeyên HES’ê tê plankirin. Sarî diyar kir ku li vê derê di nava 50 salan de hemû hilberîna masiyan a ji bo Tirkiyeyê dikare bê kirin û ji ber vê yekê jî xwedî ciheke girîng e. Sarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê girîngiyê divê ev der wekî cihên stratejîk bêne diyarkirin û hemû xebatên vê derê bêne astengkirin. Ji ber ku dê vê derê ji ber guhertina avhewayê hilberîn kêm bibe.” Sari da zanîn ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Wezerata Daristan û Karên Avê xwedî sazîbûneke baş û perspektîfeke plansaziyê nîn e.
Sari destnîşan kir ku hemû sektorên ku girêdayî avê karên xwe dimeşînin divê li gorî guhertina avhewayê perspektîfeke dayne holê û divê av tenê wekî hêzeke hîdrolîk û metayeke ku ji bo hilberîna enarjiyê tê bikaranîn neyê dîtin. Sari bal kişand li ser girîngiya berdewamkirinajiyana biyolojîk a di nava çavkaniyên avê de û wiha axivî: “Mînak di ava Şax û Mîskê de tenê masiyên deqsor hene. Ev ê çi bibin? Ji bo vê plansaziyeke me heye gelo? Ev tişt nayên kirin, zirarê wê nayê hesabkirin û bê plansaziyeke HES têne çêkirin.”

‘Divê ji bo parastina  jiyanê tedbîr bêne girtin’
Sari derbirî ku bi HES’an divê ji bo parastina jiyanê jî tedbîr bêne girtin û dema ku plansaziya HES’an têne kirin li herêmê fîkrên kesên ku pisporên vê mijarê re ne bê girtin û ji gel bê pirsîn. Sari got ku zirarên HES’an ji aliyê gelê herêmê ve nayê zanîn û axaftina xwe wiha domand: “Li Bêgiriyê li ser çemê Bendî Mahiyê 2 HES hatin çêkirin. Dema ku hatiye plankirin tenê yekbû ye û zirar dide sulavê. Kesekî nedîtibû ku ev HES dê sulavê tune bike. Bi mudaxaleya me hinekî pêşiya vê hate girtin. li ser çemê Şaxê jî 17 HES hatine çêkirin. Gelo der barê van HES’an de fikra gel hate girtin? Fikra rayedaran hate girtin? Na! Di vê rewşê de em ê HES’an ji bo kê çêbikin, ji bo kê çêbikin? Divê gel di vê mijarê de hişyar be.”

‘Gelê herêmê divê HES’an wekî kargehê nebînin’
Sari bi bîr xist ku li Deryaya Reş û Deryaya Spî gel ji bo ku çemên xwe biparêzin bi rojan nobetê digirin û wiha berdewam kir: “Lê li vê derê ji bo ku HES tê çêkirin bi def û zirneyan cejnê pîroz dike. Em cejna çi dikin? Çemê me de tune bibe, masiyên me tune bibe, înşeata HES’an dê zirarê bide xwezayê, darên herêmê û nebatên endemîk bêne tunekirin. Li hemberî vê yekê jî 20-30 mirov saleke bi yewmiyeyê bixebite. Piştî saleke jî dê 3 kes bixebitin ew ê jî şartelê rake û daxe. Ma ji bo 3 kesan dawet tê kirin? Ji ber vê yekê jî divê gelê herêmê HES’an wekî kargeh nebînin. HES ne kargeh in.”


NAZAN SALA - DÎHA/WAN