19’êmîn Mîhrîcana Çanda Kurd li stadyoma Kolnê tê li dar xistin. Di mîhrîcanê de êrîşên li hemberî gelê Kurd bê şermezar kirin. Di çarçoveya xebatên mîhrîcanê de CDK’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku îro roj roja bersi dayina li hemberî şer e. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku mîhrîcana îsal dê di nav atmosfereke cuda bê pêşwazîkirin û wiha hate gotin: “ AKP’ê piştî hilbijartina hezîranê li hemberî Kurdan êrîşeke topyekûn da destpêkirin. Her wiha tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir kir û hevdîtin asteng kir. Ligel van êrîşan disa berxwedana gelê Kurd a ji bo azadiyê dide bênavber dom kir. Em bangî her kesî dikin bila tevli mîhrîcanê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.”
KON-KURD ji bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser mîhrîcanê û da zanîn ku mîhrîcana ku bê lidarxistin ji bo Kurdan girînge. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî Kurdan êrîşeke mezin pêk tê û bi tu avayî naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin û wiha hate gotin: “Divê gelê Kurd yên ku li Ewropayê dijîn tevli mîhrîcanê bibin û nêrazîbûnên xwe bi yek dengi nîşan bidin.”
KOLN / BRUKSEL