Tirkiye ji bo santrolên nukleerê yên Akkuyu ya Mêrsînê bi Rusyayê re peyman îmze kir. Lê hevdîtinên li Sinopê ji Cendirmeyan bi Japonyayê re hatin kirin Tirkiye xist nava bêviyê. Hefteya borî Wezîrê Karê Çavkaniyên Enerjî û Tebîetê Taner Yildiz der barê santrolên nukleer yên li Sinopê diyar kir ku fîrmayên Japon TEPKO ji nava peymanê paşve vekişiyan e. Hîndekarê Beşa Fîzîka Nukleerê ya Zanîngeha Ferrera ya Îtalyayê û nûnerê Vakfa Dijberî Nukleerê ya Emeriqayê “Green Think Tank of Turunch Foundation” Prof. Dr. Hayrettin Kiliç, bertek nîşanî avakirina nukleeran da û diyar kir ku kesên dibêjin zirara nukleerê li ser derdorê tune kor in.

Kiliç, anî ziman ku 1991’an de zanistên jeofizikê lêkolînek kirin û li gorî lêkolîna wan herêma Akdenîze xwedî enerjiya 400-500 salan e û di şikandin û livbaziyekê de gumana erdhejê zêde ye. Kiliç, da zanîn ku di 100-200 salên dawî de pêknehatina erdhejan nayê wateya ku dê erdhej çênebe û wiha got: “Wezîrê Enerjiyê Yildiz diyar dike ku gumana erdhej pêk bê kêm e. Ev gotina Yildiz ji zanistiyê dûr e. Em dibînin ku ev santrolên enerjiyê li ser xetê erdhejê tê avakirin talûke ye.


‘Dê xwezayê têk bibin’
Kiliç, da zanîn ku piştî ku li vir santralên nukleerê bên avakirin dê jiyana zindîwerên nava deryayê jî tune bike û wiha got: “Santralên Nukleerê ku li Akkuyuya Mêrsînê û Sinopê bên avakirin dê bandorek gelek mezin a neyînî li ser xweza û jiyana zindîwerên deryayê bikin. Niha santrolên nukleerê yên SONG û Diablo Canyon bandorek neyînî li ser xwezayê dikin. Ev di rapor û lêkolînan de jî derketiye holê.

Dê nifşê Hemsiyan winda bibe
Kiliç, destnîşan kir ku li eyaleta California jî derket holê ku di encama avakirina santalên nukleerê yên li peravên deryayê hatin avakirin jiyana bahrê tune kir û masî tev kuştin. Kiliç, da zanîn ku ger li Sinopê û Akkuyu jî santrol têkevin jiyanê dê di nava 10 salan de hemsî û masiyên bahrê dê tune bibin.


EVRİM KEPENEK - DÎHA-STENBOL